Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Êrîş li dijî hewldanên yekitiya kurdan e

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed destnîşan kir ku, êrîşa li ser Balafirgeha Silêmaniyeyê û piştgiriya PDK’ê piralî ye û got: "Yekîtiya neteweyî ya kurd û hêzên li dijî DAIŞ'ê şer dikin bûne hedef."

Hikûmeta Enqereyê ku di 3’ê nîsana 2023’yan de qada xwe ya hewayî ji seferên balafiran ên Silêmaniyeyê re girtibû, 7’ê nîsanê bi balafirên bê mirov ên biçek êrîşî Balafirgeha Silêmaniyê kiribû. Dewleta tirk a ku dikare li her devereke başurê Kurdistanê êrîş bike, berê jî li Silêmaniyê gelek cihên weke cihên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê bombebaran kiribû.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed êrîşa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê û armancên van êrîşan nirxand.

Rûken Ehmed destnîşan kir ku, ne tesaduf e ku ev êrîş di dema hevdîtinên navbera Qamişlo û Silêmaniyê yên li ser Yekîtiya Niştimanî ya Kurd de pêk hat û got: “Ev demek e derbarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurd de hevdîtin û hewldan hene. Serdana Serokê YNK’ê Bafl Talebanî ya Rojava ji bo vê jî bû bingeh. Di navbera Silêmaniyê, Qamişlo û Amedê de çûn-hatin hene. Bi taybet herêma Silêmaniyê ji bo lêkolînên yekîtiya netewî ya kurd cihekî girîng e. Hedefgirtina Balafirgeha Silêmaniyê di rastiyê de tê wateya ku yekîtiya neteweyî ya gelê kurd hate hedef girtin. Xwestin xebatên yekîtiya netewî paşve bibin. Bê guman ne tesaduf e ku ev êrîş di heyameke wiha de hatiye kirin.”

PDK dixwaze van êrîşan rewa bike

Rûken Ehmed bal kişand ser armanca êrîşa 7’ê nîsanê ya li ser Balafirgeha Silêmaniyê, armancên dewleta faşîst a tirk û hevkarên wê wiha rêz kirin, “Armanca êrîşê yekîtiya neteweyî ya kurd bû, ku wê ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê bibe çavkaniya hêvî û îlhamê, hêvî û bendewariyên gelê me ji yekîtiya neteweyî xurt bike, têkbirina hawîrdora aştî û aramiyê bû. Dîsa armanca wan ew bû ku hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê bên lidarxistin û ev yek wê bandoreke mezin li kurdan bike û têkoşîna wan a li dijî DAIŞ’ê ku ji bo hemû cihanê bela ye, têk bibin. (Hat diyarkirin ku koma hatî hedef girtin, li dijî DAIŞ’ê şer dikirin.)”

Rûken Ehmed her wiha hişyarî da PDK’ê ku dixwaze vê êrîşa ku ji bo kurdan û hemû gelên herêmê metirsiyeke mezin çêdike rewa bike û got, “Em daxuyaniyên PDK’ê ji bo rewakirina vê êrîşa dewleta tirk rast nabînin. Em careke din we hişyar dikin. Gelê me yê başûrê Kurdistanê bi taybet gelê me yê Silêmaniyê hestiyar e. Dizanin ev êrîş tê çi wateyê û ji bo çi ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar