Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Pêwîste aliyên siyasî kongreya netewî lidarbixin’

Welatiyên parêzgeha Hewlêrê di 100 saliya Peymana Lozanê de axivîn û gotin: “Hin serok û aliyên siyasî xayîn e, ji bo berjewendiyên xwe dest dane destê dijminên gelê kurd. Pêwîste hemû aliyên siyasî kongreya netewî lidarbixin û li pêş van xayînan bibin asteng.”

Peymana Lozanê di 24’ê tîrmeha 1923’yan de li bajarê Lozan yê Siwîsreyê pêkhat, di encamê de Kurdistan bi ser çar welatan de hat parçekirin û kurd ji mafên xwe hatin bêpar hiştin. 100 sal di ser peymana Lozanê ku Kurdistan têde hat, parçekirin re derbas dibe. Peymana Lozanê li Rojhilata Navîn bû sedema ji destdana hevre jiyana gelan û ji hev qutbûnek dîrokî. Bi vê re têgeha dewlet-netew derket û siyaseta qirkirin û înkara kurdan destpêkir. Welatiyên parêzgeha Hewlêrê di nêzîkbûna 100 saliya Peymana Lozanê de ji Rojnews’ê re axivîn.

Welatiyê parêzgeha Hewlêrê Mexdîd Babe Elî di derbarê mijarê de diyar kir ku dewleta tirk a dagirker dixwaze destkeftiyên gelê kurd tune bike ku dixwaze sînorên xwe li herêmê berfireh bike, lê partiyên kurd ên herêmê, ji ber berjewendiyên xwe yên hizbî, haya wan ji metirsiya li ser gelê kurd û başûrê Kurdistanê nîne.

Mexdîd Babe Elî di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di nava gelê kurd de xiyanetek wiha heye ku serok û aliyên siyasî ji bo berjewendiyên xwe dest dane destê dijminên gelê kurd. Her wiha wê daxwazên dewleta tirk û Erdogan pêkbînin. Ji bo wê divê gelê kurd ji planên dewleta tirk agahdar bin, ji ber ku başûrê Kurdistanê dikeve metirsiyê.”

Welatiyek din ê parêzgeha Hewlêrê Rêbwar Salih fikarên xwe yên beramberî nebûna yekitiya navbera patiyên siyasî de anîn ziman û wiha pê de çû: “Piştî 100 sal têkoşîna gelê kurd, aliyên siyasî nekarîne li dijî dagirkeran bibin yek, dijmin jî hertim planên tunekirina gelê kurd dikin. Heta ku aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê dest ji berjewendiyên hizbî bernedin, yekîtiya neteweya kurd pêk nayê. Ji bo bidestxistina mafên gelê kurd, pêwîste hemû aliyên siyasî kongreya netewî lidarbixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar