Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê hikûmeta Başûr li hêceta negere’

Parlamenterên Iraqê derbarê êrîşa li ser balafirxaneya Silêmaniyê de gotin: “Hikûmeta başûrê Kurdistanê hêcetên ne rewa nîşan dide. Bi tu awayî ev karên dewleta tirk nayên qebûlkirin. Ji bo ku di nava parlamentoyê de hevdengiyek dijî van êrîşan çêbibe û tedbîrên pêwîst werin girtin, em kar dikin.”

Di 7’ê Nîsanê de balafirên bê mirov û bi çek yên dewleta tirk a dagirker balafirxaneya Silêmaniyê bombekir. Hedefa dewleta tirk fermandarê Giştî yê HSD’ê bû, lê êrîş ne gihişt armanca xwe. Nerazîbûna hemberî êrîşên dewleta dagirker dewam dikin. Derbarê êrîşê de parlamenterên Iraqê axivîn.

Parlamenterê Iraqê yê ser bi fraksiyona Komeleya Dadgerî Soran Umer derbarê êrîşê de da zanîn ku Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê cihê êrîşa Tirkiyeyê lêkolîn kiriye. Soran got; “Wê ew lijne raporek amade bikin û radestî parlamentoya Iraqê bikin. Piştre parlamento wê biryar bide bêka li hemberî bombebarana Tirkiyeyê ya li ser balafirxaneya Silêmaniyê dikare çi bike.”

Parlamenterê Iraqê yê ser bi fraksiyona YNK’ê Biryar Reşîd jî li ser heman êrîşê nêrînên xwe anî ser ziman û wiha got; “Pirsgirêk peywendiya xwe bi hemû Iraqê ve heye, ne tenê ev pirsgirêka bajarê Silêmanî û başûrê Kurdistanê ye. Pêwîst bû hikûmeta Başûr li ser êrîşê xwedî daxuyaniyek tund ba. Lê liv û tevgera wan gelek siste û ji bo êrîşê hêcetên ne rewa nîşan didin. Weke Frkasiyona YNK’ê em karên cidî li ser vê êrîşê dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Biryar Reşîd dibêje; “Bi tu awayî ev karên dewleta tirk nayên qebûlkirin. Ji bo ku di nava parlamentoyê de hevdengiyek dijî van êrîşan çêbibe û tedbîrên pêwîst werin girtin, em kar dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar