Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi talîmata serokê dînî yê Îranê îtlaat xwendekarên jinên ciwan jehrî dike

Îtlaat, bi talîmata berpirsên dewletê û serokê dînî yê Îranê jinên ciwan ên xwendekar jehrî dike. Ev erîşên weke bersiva serhildanên Jin, Jiyan, Azadî bi awayek sistematik pêş dikeve.

Rojevek û mijareke sereke ya ku niha li rojhilatê Kurdistan û Îranê derdikevê pêş, jahrîkirina xwendekarên jinên ciwan ên li dibistanan e. Hem ji aliyê ragihandina muxalifê Îranê û hem jî ji aliyê ragihandina rejime dagirker a Îranê ve û ragihandinê navnetewî de jî li gor ferasetên xwe rojevek pêş dikevê. Bi taybet dane û bîlançoyên ku ji aliyên cuda ve li ser vê mijarê ku têne belavkirin dema ku tê temaşekirin pir rewşeke tirsnake, bi fikar e ku heke neyê pûçkirin wê encamên pir neyînî jî bi xwe re bînê.

Taliban li hember xwendekarên jin gaza Arganofosfat bi kar anîn

Li gor daneyên dezgehê ragihandinê girêdayî rejima Îranê IRNA belav dike; ji bo destpêkê bi qasî sed êrîşên jehrîkirinê pêş ketiye. Li gor vê li 4 dibistanên xwerta tenê rûbirû vê êrîşê hatine. Ji nav van 900 xwendekar jî bi jahrî ketine. Ji bo ku IRNA yekser girêdayî rejimê ye mirov dikarê bêjê ku ev dane û encamên di vê derbarê de ku belav dikê jî bê alî nîne û aşkere aligiriyê dikê. Li gor radyo ya bi navê Zeman jî tê diyarkirin ku berî niha bi vî rengî erîş ne tenê li Îranê, li Efxanîstanê jî, ji aliyê rejima Talîbanê ve bi vî awayî sîstematik xwendekarên jinên ciwan hatine jehrîkirin. Taybet ji bo ku pêşiya xwendina jinên ciwan bigrin. Heta tê destnîşankirin ku ji aliyê Talîbanê ve li hember xwendekarê jinên ciwan gaza bi navê Arganofosfat hatiye bikaranîn.

Li gor daneyên parlemena îranê heta niha 5000 kes bandor bûne

Encam û bîlançoyên herî balkêş jî ji aliyê hinek rayedarên fermî yê rejima Îranê ve jî tên dayîn. Bîlançoyên herî şênber jî ji aliyê parlamenê Îranê yê bi navê Muhemed Hesenê Asferî ku qaşo endamê komîteya hiquqê ya Parlamena Îranê ye. Li gor daneyên ku ev kes dide li hemberî 5000 xwendekarê jinên ciwan êrîş hatiye kirin. Herî kem jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev êrîşên kîmyevî ku hê jî bi berbelav e didomin û her roja ku diçe bilançoya heyî jî her girantir dibê. Ev jî ast û berfirehiya vê êrîşê zêdetir zelal dike.

Derewê wan rastiya van bûyeran derdixe holê

Li hember ev wêneyê ku weke encamekî erjeng derdikevê holê rejîm, we hem bi plansaziyeke ku di navêndê yê xwe yî şerê taybet-psîkolojîk amadekirî wê bixwazê tola şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ku di bin pêşengiya jinan de pêşketî rake, hem jî bi fêlbaziyên zirav bixwaze xwe ji nav derxê û civakê şaş araste bike. Di heman demê de vê rewşê bi sedem û hincetên pêkenokî, komik ku însanên xeşîm heta zarok jî bawer nakin îzah dike. Bi taybet sedemên van jahrdayînên jinên ciwan ên xwendekar ku di dezgehê ragihandinê yê weke IRNA de derdikevin him rastiyê kamufle dike û evqasî komîk in tawanbar û sûcdaran deşîfre dike.

Rejîma Îranê şerê taybet dide meşandin

Rejim dibêjê ku ev jahrîkirin pir tê mezinkirin û qaşo %90 ê van jahriyan ji strêsê ketine nexweşxaneyê. Dîsa bi taybet IRNA îddia dikê ku ji bo ku xwendekar ji ezmûnan birevin bi xwe xaza xerab belav kirine û xwe bi jahrî xistine. Heta di hinek îzahên rêjimê yê pir ecêb de dibêje ku xwendekara bi teqemeniyên zarokan gaz çêkirine û xwendekara xwe bi zanebûn bi jahrî kirine. Ev îzahên rejîmê ku di ragihandina wê de derbas dibin jî didine xuyakirin ku kirdar û berpirsyarê van hemû êrîşên jahrkirina xwendekarên jinên ciwan û berpirsyarê yekemîn rejima dagirker a Îranê ye.

Pêwist e ev rewşa xapînok me şaş neke

Ev erîşên ku weke bersiva serhildanên Jin, Jiyan, Azadî bi awayek sistematik pêş dikeve û li navenda şerên taybet yê Îranê ku di bin serweriya Îtlaat, her wiha sazî û dezgehên îstixbarata wê ve girêdayî de tên plankirin. Li gor hinek çavkaniyên li nav rejima Îranê ku ji bo ewlekariya wan navê wan nikare were aşkerekirin, ‘ev êrîş pir bi plan, weke siyaseta dewletê û bi talîmatên di asta herî jor de tê pêşxistin.’ Carna di nav hinek kesên ne girêdayî rejimê, serbixwe jî nêrînên ku eceba ev êrîş ji aliyê hêzên derve ve hatiye pêşxistin derdikevin ku ev nêrîn pir zirav û bi zanebûn ji aliyê rejima Îranê ve dibin rojev. Ev fikir û şirovêyên bi vî rengî pêşxistin bêyî ku bizanê ketina xizmeta rejima dagirker e û ji rastiya kûrahiya şerê taybet ya rejima Îranê ya xwedî dîrokek kûr e tiştek fahm nekirine. Heke rastiya şerê taybet-psîkolojîk a rejima Îranê û erîşa wê ya herî dawî ya erjeng ku her kesî şok dike, heke neyên zelalkirin dibe ku ev êrîşa rejîma Îranê heta cihekî encamê bistîne.

Dema em armancê vê êrîşê yê sereke jî ji bo ku careke din jin, ciwan û civak cesaret neke ku rabe ser xwe dinirxînin ku wisa ya. Wê demê ne tenê di astek teng de di asteke civakî ya pir berfirehî de neyê deşîfrekirin û teşhîrkirin, wê xeteriya ku li ser refleksê civakî yê berxwedêr, serhilder û azadîxwazî nêyînî bandor bike pir zêdetir be. Heta ewa ku derveyî dibistanên jinên ciwanan di nav re li hember çend dibistanên xwertan jî êrîş peş xistine pir bi zanebûn ji bo kamuflekirinê, xapandina civakê ye. Pêwist e ev rewşa xapînok jî me şaş neke.

Rejima dagirker a Îranê dîsa ji bo ku tiştê ku kiribe deşifre nebe bi hewldanên di asta jor de lêgerînên kamuflekirina vî sûcê xwe didomînê. Vê rojevê jî li ser rojnameyên girêdayî xwe yê weke Merdumsalarî û ajansên weke ÎSNA dike. Di van dezgehên ragihandinê de weke ku berdevkê FRACA (Beşeke Fermandariya hêza Rejimê) yê bi navê Serdar Seyîd Muntezirulmehdî qaşo dibêje; 4000 endamên wa yî ewlekarî yê çi veşartî çi jî aşkere rojane dibistana kontrol dikin û kontrolê operasyonê dikin. Ev daxuyanîyê di vê astê de jî didine diyarkirin ku rejim hewldanên bê encam û vala dide meşandin. Êdî rastiya rejima faşîst û dagirker ji aliye hemû gelê rojhilatê Kurdistan û gelên Îranê ve pir baş tê zanîn. Ne mimkun e ku civakê hesan bixapînê û her tişt aşkere li ber çavan e. Ji bo ku tu hêz derveyî rejima dagirker a Îranê nîne ku di nava Îranê de bi hemaheng û di vê berfirehiyê de karibê vê êrîşê kimyevî li ser xwendekarên jinên ciwan bide meşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar