Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku ew li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatiye destgîrkirin.
Eren Keskîn hefteya bihûrî roja şemiyê li gel Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû berdan.
Îro jî polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 12 kes destgîr kir.