Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

HPG’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got “Hevrêyên me Seran, Denîz, Battal, Andok û Harûn ji herêmên cihê yên Kurdistanê tevlî nav refên têkoşînê bûn û bûne mînakên herî pêş ên yekîtiya gelê me.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên di sala 2017’an de şehîd bûne ev daxuyanî da:

“Partiya me PKK ku li Kurdistanê li dijî hemû polîtîkayên tinekirina nasname û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, gav bi gav bi parastina nasnameya gelê xwe ve pêşketina hişmendiya neteweyî ya li Kurdistanê mîsoger kiriye û xeyalê yekîtiyê yê gelê me ava kiriye. Bêguman haveynê vê yekîtiya ku bi ked û berdêleke mezin hatiye afirandin, şehîdên me yên qehreman in. Ev hevrêyên leheng ên ku li seranserê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn û ji bo azadiya gelê me têkoşiyan û şehîd bûn, ji Botanê heta Serhedê, ji Dêrsimê heta Hewreman xeta berxwedan û azadiyê ava kirin. Hevrêyên me Seran, Denîz, Battal, Andok û Harûn ên di sala 2017’an de di dema berxwedanên destanî de bi fedekarî şehîd bûn, ji herêmên cuda yên Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bûn û di heman demê de bûn mînakên herî diyar ên yekîtiya gelê me.

Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re û di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Seran, Denîz, Battal, Andok û Harûn re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Seran Kurdistan Xoser

Nav û paşnav: Berfîn Bazancîr

Cihê jidayikbûnê: Çewlîk

Navê dê û bav: Gulser – Hîlmî

Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Denîz Ronî

Nav û paşnav: Sûnay Aydin

Cihê jidayikbûnê: Qers

Navê dê û bav: Aslihan – Kaplan

Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Battal Menal

Nav û paşnav: Sezaî Altekîn

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dê û bav: Makbûle – Cemîl

Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Andok Fedakar

Nav û paşnav: Latîf Kaymak

Cihê jidayikbûnê:Amed

Navê dê û bav: Remziye -Abdullah

Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Harûn Kiçî

Nav û paşnav: Zuheyr Uca

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Sorî – Omer

Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar