Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke der barê êrîşên dewleta tirk de ev agahî da: ” 15’ê nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin. 15, 16 û 17’ê nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Girê Cûdî, Girê FM’ê, her wiha Geliyê Lolanê yê Xakurkê û qadên Çemço û Sîdayê 17 caran bi helîkopterên êrîşê, 53 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.”