5’emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi beşdariya 450 delege û mêvanan bi awayeke serkeftî hat lidarxistin. Ji Ewropa, başûrê Kurdistanê , Deşta Nînowayê û Şengalê civaka êzidî, dostên civaka êzidî, gelê ereb, nûnerên pêkhateyên Şengalê bi hemû reng û dengê xwe ve li kongrê kom bûn. Bihara Şengalê bi vê kongrê re geştir û rengîntir bû. Hemû beşdarên kongrê, dostên civaka êzidî, jin û ciwanên Şengalê bi biryardariya serkeftina û avakirina Şengala xweser û azad tevgeriyan.
‘’Bi Xemla Nîsanê Şengalê Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin.’’
Dirûşmeya kongreyê , hedef û armancên esasî yên kongrê destnîşan dikir. ’Bi Xemla Nîsanê Şengalê Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin.’’ di hefteya Cejna Serê Nîsanê de, di destpêka sala nû de ev kongire pêk hat . Weke tê zanîn, li gor bîr û baweriya Ezdatiyê, dinya di destpêka meha Nîsanê de hatiye afirandin, erd xweş bûye û gîha geş bûye. 5’emîn kongreya meclisê jî di destpêka sala nû de fikir, dil, hêvî û biryardariya civakê geş û teze kiriye. Em dikarin bejin 5’emîn Kongre ji bo civaka Êzidî û gele Şengalê bûye destpêkeke nû di meşa azadî û xweseriya Şengalê de.
Bi kongreyê peyamên zelal dan
Lidarxsitna vê Kongirê di vê demê de gelek peyamên zelal dide. Di nehe de liser rêveriya xweser a Şengalê her wiha ji bo Şengalê vegerînin wek beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an gelek hewildan hene, her wiha ji bo Êzidî û gelê Şengalê ên ku ji nava kêliyên tinebûnê li ser peradîgmeya Rêber Abdulla Ocalan hev girtine û xwe birêve dibin dest ji doza xwe berdin, pilan û gerf hene.
PDK’ê li benda ketina rêvberiya xweser bû
Ev demek bû li Şengalê him ji aliyê İraqê him jî ji alyê rêvberiya xweser ve liser erdê bêdengî hebû, aliyên dijberî civaka Êzidî jî li benda ketina rêvberiya xweser a Şengalê bûn û taybet PDK’ê wisa difikirî ku rêvberiya xweser liber ketinê ye. Ji bo merheleya piştî rêvberiya xweser , ji aliyê Dewleta Tirk , dewleta Alman her wiha PDK’ê ve ji bo gelê Şengalê îqna bikin ew ne hewceyê rêvberiya xweserin amadekarî dihatin kirin . Liser vî esasî PDK bi piştgiriya dewleta tirk a dagirker şev û roj li dijî Şengalê kar dike. Bi taybet di demen dawî de hewl didin Peymana 9’ê Cotmehê careke din bixin meriyetê. Ji bo van hedefên xwe yên qirêj, dixwazin Meclîsa Ruhanî û Saziya Mîrîtî jî bikar bînin. Bi destê hin kes û aliyan hewl didin li dijî meclîsa gel, meclîsek ku di berjewendiya dijminên civaka Êzidî de ye ava bikin.
Kongreyê xeyalên dijmin di geruya wan de hiştin
Ew li ser planên xwe berdewamin. Rêvberiya Xweser bi gavên mezin ber bi xweseriyê ve dimeşe, him di aliyê parastin û him jî di aliyê rêvebirina civakî de. Di nava meha Nîsanê de yekemîn Konfirensa Asayîşa Êzdîxanê ku Îraq û PDK’ê wek astengiya herî mezin a liber pêkanîna Peyîmana 9’ê Cotmehê pênase dike û 5. Kongireya Meclisê bersiva hemû pilanên veşartî ên liser Şengalê da. Di esas de xeyalên dijmin ê ji bo Şengalê di gerûya wan de hiştin.
Gelê Şengalê derbeyên mezin li dijmin dan
Eger em rewşa Şengalê a salekê bi kurtî bînin ziman lideraxstina 5. Kongira Meclisa Xweser a Şengalê her wiha Operesyona Yekîneyên Tayibet ên YBŞ’ê li dijî endamên MÎT û Parastinê dabû despkirin ku di encamê de gelek kesên îxanetkar hatimn girtin, Dû derbeyên mezin bûn li pilanên wan ê tesfiyekirine rêvberiya xwer dan.
Di kongirê e Peyamên girîng
Emê balê bikşînin ser dû peyamên esasî ku hêviyeka emzin ji bo pêşe roja Şengalê didin xuyakirin. Kongira Netewî a Kordistanê (KNK) di peyama xwe ji bo kongira 5. a meclisa xweser de got ‘ ‘ ’Şengal rûmeta Kurdistanê ye. Em dibêjin berxwedana Şengalê berxwedana me ye. Em hêza xwe ji berxwedana jinên Êzidî digirin. Me xwe ji Fermana Reş xilas kir lê îro em rastî Fermana Spî tên. Lazim e em vê bibînin û li hemberî vê jî têkoşînê bikin.
‘Civaka Êzidî ber bi azadiyê dimeşe’
Her wiha Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî da diyakirin : ‘’Ji bo gelê me karibe biryara xwe, bi zimanê xwe, bi baweriya xwe xwe birêve bibe bedelekî mezin hate dayîn, berxwedaneke bêhempa hate meşandin. Di encama vê berxwedan û tekoşînê de, îro gelê me yê Ezîdî bi bîr û bawerî, bi bîryarî, bi hêz û bi zanebûn ber bi azadiyê ve dimeşe. Em bawer in ku gelê me yê Êzîdî wê bi vê hêvî û baweriyê cihê xwe di heqîqeta dîrokê de bigire.’’
Di van peyaman de ji her kesekî re hate diyakirin ku wê tu kes nikaribe destê Êzidiyan ji meşa wan a ber bi Azadiyê ve qut bike û bedel çi dibe bila bibe ewê Êzidî bigehin mafê xwe ê jiyana Azad.