Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘HDP nûnertiya gelê kurd û pêkhateyên din dike’

Parêzer û mamostayên parêzgeha Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo HDP’ê anîn ziman û gotin: “Serkeftina HDP’ê, tê wateya serkeftina me. PDK jî careke din ya dişibiya xwe kir.”

Biryare di 14’ê Gulanê de hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê yên Tirkiyeyê heman demê de werin kirin. Aliyên beşdarî hilbijartinan bibin, wê bi tifaqên cuda cuda beşdar bibin. HDP wê bi navê Partiya Çepên Kes li gel hinek partiyên din bi Tifaqa Ked û Azadiyê beşdarî hilbijartinê bibe. Li gorî anketên li Tirkiyeyê, Erdogan û AKP wê şkestî bixwin. Her wiha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ragihand ku armanca wan ewe ku ji 600 parlamenteran, 100 namzetan di parlamentoya Tirkiyeyê de bi destbixin.

Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) taybet Mesud Barzanî bi xwe, wek di hilbijartinê berê de ji bo partiyên netewperest û dagirkerên Tirkiyeyê AKP-MHP’ê bang li serokeşîrên Bakurê Kurdistanê kir ku pişgiriya madî lê bikin û wek hilbijartinên din ên borî, piştgiriya van her du partiyan bikin. Parêzer û mamostayên parêzgeha Hewlêrê derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivîn û piştgiriya xwe ji bo HDP’ê anîn ziman.

Mamosta Ebdulrehman Mihemed di destpêka axaftina xwe de piştgiriya xwe ji bo HDP’ê anî ziman û wiha got: “Serkeftina HDP’ê tê wateya serkeftina me. Di hilbijartina vê carê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de Erdogan û AKP dê têk biçe, ji ber ku desthilatiya xwe bi awayekî gelek xirab li dijî gelê kurd û tirk bikartîne. Her wiha Tirkiyeyê di nava gelek krîzan de hêlaye. HDP, li Tirkiyeyê hêzek mezin û bi bandore. Ji bo durxistina Erdogan ji desthilatê, di hilbijartinan de xwedî rolek giring e.”

Mamosta Ebdulrehman di dewama axaftina xwe de balkişand li ser yekitiya her çar beşên Kurdistanê û wiha domand: “Divê hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û her çar beşên Kurdistanê, ji bo serkeftinê piştgiriya HDP’ê bikin ku erkek neteweyî ye.”

Her wiha Parêzer Necmedîn Heme Seîd di derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû: “HDP, li Tirkiyeyê nûnertiya gelê kurd û pêkhateyên din dike. Bingehek hatiye avakirin ku bikarin li dijî desthilatiya Tirkiyeyê serkeftinek mezin bi destbixin. Ji ber ku desthilata niha ya Tirkiyeyê bi şêweyek xirab nêzî mafên gelê urd û pêkhateyên din bûye. Tê texmînkirin ku di hilbijartina vê carê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de guhertinek mezin di pêvajoya siyasî ya li Bakurê Kurdistanê de çêbibe ku HDP’ê wê serkeftinek mezin bi dest bixe. Ji ber ku baweriya welatiyan bi hizba desthilat nemaye.”

Parêzer Necmedîn Heme Seîd herî dawî bang kir ku hemû alî pişgiriya HDP’ê bikin da ku di hilbijartina Tirkiyeyê de serkeftinek mezin bi dest bixe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar