Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) ragihand ku li bakurê Sûriyeyê yek ji serçeteyên DAIŞ’ê Abdûlhadî Mahmûd El-Haci Alî kuştine.
CENTCOM’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek nîvîskî da û got: “Îro di saetên siharê de, hêzên girêdayî navenda DYA’yê rêveberê DAIŞ’ê û plangerê operasyonan Abdûlhadî Mahmûd El-Haci Alî ku li Rojhilata Navîn û Ewropayê ji êrîşên terorê berpirs e, kuştine.”
Hat ragihandin ku operasyon ji aliyê hêzên DYA’yê vê bi helîkopterê hatiye kirin û hat diyarkirin ku ev êrîş “Piştî nirxandina îstixbarata ku têkildarî komployên DAIŞ’ê yên revandina rayedarên welatên biyanî” hatiye kirin.