Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jîn serê xwe li hember hîcaba bi zorê a Îranê natewînin

Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jin êdî bê hîcab derdikevin nav qadên civakî. Tevî her cûre zextan jî jin serî natewînin û dibêjin ewê tu carî çong daneynin.  

Serhildana li Îran û rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêkirî di meha 8’an de berdewam dike. Hikûmeta ku dixwaze serhildana gel bitepisîne, ji darvekirinê bigre, îşkence, girtin û qetilkirin hemû rêyên zextê bi kartîne. Serhildana gel ku bi pêşengtiya jinan destpêkirî bandorek mezin da avakirin. Jinên ku li dijî qûrala hîcaba bi zorê ya Komara Îslamî ya Îranê derdikevin li her qada ku lêne çalakiyan li dardixin.

Niha piraniya jinan  bê hîcab diçin nava civakê

Xwendekara bi navê Mehsa Hasseinzadeh ya li Tahranê jiyan dike wiha got: “Piştî Jina Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin, li her derê Îran û rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dest bi çalakiyan kirin. Piştî xwepêşandanan êdî jinan hîcab nexist serê xwe, li rûxmê ku hemû cih bi hêzên taybet tije ye jin li kolan, metroyan, kafeyan bê hîcab  digerin. Dema hêzên taybet bixwazin jinekê derb bikin wê gavê meşa protestokirinê destpê dike. Niha piraniya jinan  bê hîcab diçin nava civakê.”

‘Hêzên dewletê di metroyê de êrîşî me kirin’

Gazala Ehmedî ku di kampanyek taybet de di xebite der barê tiştên ku hatî jiyan kirin de wiha got: “Tu jinên ku di kampanya me de di xebitin hîcaba bi zorê naxin serê xwe. Rojekê dema em vedigeriyan malê me di metroyan de dirûşme berz kir. Hêzên ewlehiyê di metroyê de bûn û hatin em derb kirin, herçendî ez ne li pêş jî bûm derbeyek li serê min ket.”

 ‘Rêveberiya avahiyê ruşvetê ji restoranta ez lê dixebitîm girtin’

Asal Mardakanî ku di restorantekê de di muhasebeyê de dixebite tiştên ku jiyan kirî wiha anî ziman: “Gelek jinên ku tên restorantê hîcabê naxin serê xwe. Niha rêveberiya avahiyê zextê li xwediyê restorantê dike. Rêveberiya avahiyê gefên ku ewê kamereyan qontrol bikin û ger jin bê hîcab bikevin restorantê wê restorentê bigrin dikin. Carekê hatin gotin ‘yan hûnê ruşvetê bidin yan jî em ê restorantê bigrin.’ Piştî ji xwediyê restorantê veşartî pare girtin çûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar