Ji hilbijartina 14’ê gulanê re çend hefte man. Di nava van çend hefteyan de pêvajoya propogandayê wê dewam bike. Li aliyekî buroyên hilbijartinê tên vekirin, li aliyê din jî namzet di nava gel de ne. Namzetên serokomariyê jî wê çend rojên din dakevin qadan û ji gel re biaxivîn. Mîtîngên ji bo hilbijartinê jî wê dest pê bikin. Li gorî rewşa heyî şensê Erdogan tuneye ku careke din serbikeve. Jixwe di hilbijartinên din de jî bi ser nediket, lê bi zorê xwe ji sindoqan derdixist. Dibe ku vê carê jî wisa be. Lewma heta vê kêliyê Erdogan gelekî rehet tevdigere. Wekî ku tu gumanên wî tunebe bi ser nekeve. Ew û derdora wî gelekî rehet in. Ev bêdengiya wan jî mirovan dixe nava fikaran.
Di atmosfera heyî de milyonan kes bi hêvî ne ku wê Erdogan biçe. Ji bo vê yekê jî rehet diaxivin û li ser pêvajoya piştî Erdogan nîqaşan dikin. Her kes hesabê xwe li gorî çûyîna Erdogan dike. Lê bifikirin ku neçe hunê çi bikin ? Divê hilbijêr hesabê vê yekê jî bikin. Erdogan û ekîba wî ji bo hilbijartinê helbet plan danîne. Ji bo vê yekê jî divê planên muxalefetê jî hebin. Yanî xwedî amadekarî bin. Bila ti kes ewqasî nekeve nav xeyalên dûr û dirêj. Divê hesabê her tiştî were kirin. Hilbijartina îsal wekî qadeke têkoşînê jî dikare were nirxandin. Yên dijberî Erdogan û faşîzma wî disekinin dikarin di eniyekê de bigihin hev. Vê hilbijartinê li gorî wê bi kar bînin. Ev yek ji bo wan firsendek dîrokî ye. Hilbijartina îsal ne tenê çûyîna ser sindoqan e. Ji ber ku cara pêşiye li Tirkiyê gelek alî hatine cem hev û tifaq çêkirine. Ev yek girîng e. Piştî hilbijartinê ev yek dewam bike, wê demê Erdogan bi ser bikeve jî nikare rehet tevbigere.
Niha li bakurê Kurdistan û Tirkiyê coşa hilbijartinê heye. Her kes bi hêviye ku wê Erdogan biçe û rojên azad werin. Hêviya mirovan hebe xweş e. Ev yek nîşan dide ku civaka li Kurdistan û Tirkiyê di rewşa faşîzmê de jî xwedî hêvî ye. Di pêvajoya desthilatdariya AKP-MHP’ê de tiştek nema ku bi serê gel nehat. Her beşa civakê derba xwe ji vê faşîzmê xwar. Berê tenê li dijî Kurdan faşîzm hebû, lê vê carê her kesî derba xwe jê xwar. Nerazîbûnek mezin li dijî desthilatdariyê heye. Her kes gihaye wê fikrê ku divê ev desthilatdarî biçe. Ji bo çûyîna vê desthilatdariyê tifaqa gelan girîng bû û ev yek jî niha pêk hatiye. Niha jî dora roja hilbijartinê ye. Di 14’ê gulanê de wê azadî û faşîzm têkeve pêşbaziyê. Yên dengê xwe bidin AKP-MHP’ê wê kuştina xwe erê bikin. Yên dengê xwe didin partiya çep a kesk jî azadiyê hildibijêrin.
Li aliyê din di pêvajoya hilbijartinê de hin derdor hê jî nîqaşa li ser namzetan dikin. Erê raste dibe ku HDP di destnîşankirina namzetan de kêmasî kiribin. Ez jî vê yekê rexne dikim. Hin kesên ne li gorî pîvanan bûne namzet. Lê em nikarin ji bo çend namzetan paşeroja milyonan nîqaş bikin. Ji bo me ya girîng têkbirina faşîzmê ye. Her kes dikare rexneyên xwe li HDP’ê bike û mafê gel heye. Lê divê di çarçoveya rexneyan de be. Eger çarçoveya gotinên wan heqaret bin wê demê mesele diguhere. Ji ber ku hin kes hene bi zanebûn vê yekê dikin û xizmeta şerê taybet dikin. Ji vê kêliyê û şûnde nîqaşkirina namzetan jî wê xizmeta faşîzmê bike.
Hilbijartina vê carê qedera milyonan diyar dike. Ya herî girîng jî eger serketinek pêk were ew jî dawîkirina dîktatoriya Erdogan e. Divê mirov di vê çarçoveyê de li hilbijartinê binêre. Mesele ji namzetan an jî ji stratejiyê girîngtir e. Mesele têkbirina dîktatoriyê ye. Divê em mezin bifikirin û mezin binêrin. Dema ku em biçûk temaşe bikin, wê demê emê nikaribin dawî li faşîzmê bînin. Meseleyên biçûk dihêlin ku em meseleyên mezin jî nebînin. Ji bo vê yekê jî dibêjim roja 14′ gulanê mora xwe li kesk bidin û çep vegerin. Bila ew jî partiya çep a kesk be.