Pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor li gundê Dugirê yê navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ji aliyê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê ve hat organîzekirin
Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, partiyên siyasî, saziyên sivîl û tevger û rêxistinên jinan, gelek kesayet tev li pîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de piştî rêzgirtinê, Koma Laleş a zarokan sirûdên olî pêşkêş kirin. Piştre bi navê Mala Êzidiyan hevserok Leyla Mehmo axivî.
Hevserokê Mala Êzidiyan Silêman Hemo jî axivî û bal kişand ser taybetiya Çarşema Sor ji bo civaka êzidî û got: “Her ol xwedî baweriyeke cuda ye. Lê ev rewş ji bo civaka êzidî cuda ye. Ew xwedî rastî û felsefeyekê ye. Êzdatî ji olên din zêdtir nêzî zanistê ye, tiştê ku wê cuda dike jî ev e.”
Hemo pesna rola Rêveberiya Xweser di misogerkirina mafên hemû pêkhateyan û civakan de, kir û got: “Ev 11 sal e, em di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hêzên xwe yên leşkerî de vê cejnê bi serbestî û di nava demokrasiyê de pîroz dikin.”
‘Beyannameya Rêveberiya Xweser mafê hemû olan misoger dike’
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso cejna Çarşema Sor li civaka êzidî, hemû kesên ji bo parastina ol, nirx û çanda dîrokî tê dikoşin, şervanên azadiyê, jinên têkoşer û li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.
Hiso behsa girîngiya vê cejnê ji bo civaka êzidî jî kir û got: “Gelek wateyên dîrokî yên mezin ên vê cejnê hene. Ev cejn veguheriye cejna aştî, xweza û mirovahiyê. Li kêleka wateyên olî, ev cejn xwedî gelek wateyên neteweyî ye jî.”
Hiso di nava axaftina xwe de bal kişand ser beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anîn ziman: “Ev beyanname rastiya çareseriya siyasî ya maqûl û rasteqîn îfade dike. Di heman demê de mafên kes, çand û olan misoger dike, ev çareya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyeyê û Rojhilata navîn e.”
Di dawiya pîrozbahiyê de, Meclisa Sivîl a Tebqayê, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê xelat kir. Piştre komên stran û şanoyê berhemên xwe pêşkêş kirin.