Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Keskan û Parlamenterê Parlamentoya Neteweyî Nîcolas Walder, têkildarî hilbijartina serokomariyê û hilbijartina giştî ya ku wê di 14ê Gulanê de bên kirin, di Televîzyona Medya Haberê de bersiv da pirsên Serkan Demîrel.
Walder derbarê hilbijartina di 14’ê Gulanê de diyar kir demokrasiya Tirkiyeyê di destê kesekî de ye û got “Ev tişt ji bo welat xetere ye. Li gorî analîza min heke 5 salên din jî hêz di destê Erdogan de be, wê ev tişt ji bo demokrasiya Tirkiyeyê bi xetereyeke mezin. Ev hilbijartin di warê mafên mirovan de jî girîng e. Erdogan zextê li gelên Tirkiyeyê û partiyên siyasî dike. Ji bo alîgirên wî li dora wî bin wî beşeke ji rêveberî û artêşê paqij kir. Ji ber vê divê di qada siyasî de pirrengî û azadî were zindîkirin.
‘Sekna gelê kurd wê çarenûsa Tirkiyê diyar bike’
Walder derbarê tiştên ku wê piştî hilbijartinê jî got “Heke mûxalefet bi ser bikeve, li gorî min divê doza kurdan nîqaş bike û beriya her tiştî ji bo ku mafên xweseriyê yên gelên Tirkiyeyê yên kêmar û berfirehkirina azadiyan, xebat were kirin. Ev tişt dibe ku piştî hilbijartinê were kirin. Dîsa daxuyaniya HDP û tevgera kurd a ku di van hilbijartinan de ji bo piştgirîkirina tifaqa muxalefetê namzetekî serokomariyê nîşan nedin, di peyama ku hatiye dayîn de jî gelekî girîng e. Ji bo guhertina rejîmê tekane hêvî helwesta tevgera kurd e.”
Walder bal kişand ser rola Partiya Çepên Kesk û got “Berê jî HDP (Partiya Çepên Kesk) ji sedî 10’an zêdetir deng stendibû û li Tirkiyeyê bû partiya sêyemîn. Ji ber vê jî di vê hilbijartinê de rola wê gelekî girîng e. Ji bo guherandina rejîmê divê em HDP’ê (Partiya Çepên Kesk) wekî şansekê bibînin. Ji ber vê jî dengê hilbijêrên kurd gelekî girîng e û wê her tiştî diyar bike.”
‘Divê her kes piştgiriyê bide Partiya Çepên Kesk’
Walder derbarê piştgiriya Partiya Çepên Kesk jî got “Beriya her tiştî ez kesk û çepgir im, lewra sedemên min ên siyasî hene ku ez piştgiriya vê partiyê bikim. Bi dîtina min pir girîng e ku di asta navneteweyî de piştgirî bidin vê partiyê. Ji ber ku ji aliyekê ve tu nikarî li dijî kêmneteweyekê yan jî li dijî kurdan rêyên tundiyê bi kar bînî. Ji ber vê yekê eger hûn jî wek min alîgirê aştî û demokrasiyê ne, bi baweriya min divê hûn piştgiriya mafê hemû partiyan û hemû gelan bikin.
Ez dikarim pergala ku îro li Tirkiyeyê heye ne wekî dîktatorî, wekî sîstemek otokrasî ku hemû hêz di destê yek kesî de ye bi nav bikim. Di sala 2017’an de sîstem hate guhertin û sîstema serokatiyê hate danîn. Bi vê guherîna sîstemê re Erdogan pergala pirpartîtî û cudahiyên siyasî bi sînor kir.
Tirkiyeya di destê mirovekî wiha de ne tenê ji bo tirkan û helbet kurdan, ji bo tevahiya Ewropa û cihanê, Rojhilata Navîn jî xetere ye. Em behsa Ewropayê dikin, lê di heman demê de îstiqrara Rojhilata Navîn girêdayî vê rejîma yekzilamî ye. Ev jî xetereyeke gelekî mezin e. Ez hêvî dikim ku Rêxistina Ewlekariya Ewropayê (AGÎT) bi sedan çavdêran bişîne. Hêvîdarim ev hilbijartin di rewşeke aştiyane, demokratîk û azad de derbas bibin. Li gorî min divê mirov pir hişyar be ji ber ku anket û xeterî nîşan dide ku wê di van hilbijartinan de meylên cuda hebin.