4`ê nîsanê li paytexta Rûsya Moskovê, civîneke çaralî li ser asta cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê li dar ket. Beşdaran li ser berdewamkirina şêwirên der barê Sûriyeyê de li hev kir.
Di 9`ê nîsanê de nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê ji bo Sûriyeyê Alexander Yefimov ragihand ku civîna çaralî ya wezîrên karên derve yên her çar dewletan heta gulana bê hate derengxistin. Lê agahî hene ku nakokî li ser dosyayên civînê hene.
Şam, li ser Tirkiyeyê şert daye ku ji Sûriyeyê vekişe û dabînan bide wê. Lê li gorî rojnameya Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe dispêre gelek çavkaniyên rûsyayî, got tu qîmeta wê daxuyaniyê tune ye û daxuyaniyên rayedarên Şamê, tenê ji bo xapandina civaka navxweyî ya Sûriyeyê ye.
Di çend salên dawîn de, gelek hevdîtin di navbera wan de pêk hat. Ji dema lidarxistina Astanayê ve, taybetmendiya bazirganî û lihevkirin serwer bû. Wan axa Sûriyeyê li hev parve kir. Tirkiye piraniya herêman radestî hikumeta Şamê û Rûsyayê kir. Li beramber wê, Tirkiye herêmên din dagir kirin û xelkê wê koçber kirin.
Gelek kelem û nakokî hene
Siyasetmedarê sûriyeyî û serokê Partiya Sûriye Ewelen Selman Şibîb mijar wiha nirxand: “Diyar e ku normalîzekirina ku Rûsya bi tevlêbûna Îranê dixwaze bi ser keve, dosyayeke bi dozên girêk û aloz dagirtî ye, guman li ser hene û nebawerî heye. Ji ber şertên ku her aliyekê danîne, destpêkê baş bi rêneket. Li rex wê, erdhej û encamên wê, dema teng a li pêşiya Erdogan maye beriya ku hilbijartin li Tirkiyeyê li dar kevin, hene.”
Şibîb wiha domand: “Helwesta Sûriyeyê diyar bû ku wisa bê berdêl, kaxizek radestî Erdogan nekir. Ev helwest serokê Sûriyeyê dema serdana Rûsyayê kir, rasterast nîşan da. Êdî ev helwesta ragihandî, nehişt ku hikûmeta Şamê dev ji banê daxwazên xwe berde. Mîna ku cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyeyê beriya çend rojan di civîna çaralî de ragihandiye. Derengxistina civîna wezîrên derve, heta destpêka meha bê, îsbat kir ku rêya normalîzekirinê dijwar e û tijî kelem in. Gelek zehmet e ku beriya hilbijartinên Tirkiyeyê guhertinên cidî pêk werin. Dîplomasiya Sûriyeyê li ser vî alî kar dike ji ber ku bi cidîbûna Tirkiyeyê nebawer e ku dê ji bo xatirê normalîzekirinê tawîzan bide.”
Tirkiye li pêy dagirkeriya herêmên din e jî
Têkildarî cidîbûna Tirkiyeyê Şibîb got: “Bi duristbûna niyetên Tirkiyeyê nayê bawerkirin ku dev ji tima û planên xwe yên mêtingeriyê li Sûriyeyê berde. Nexasim ku timayên Tirkiye di Sûriyeyê de diyar in û nayên veşartin. Kiryarên wê li ser erdê mîna guhertina demografiyê, tirkkirina herêmên dagirkirî, gefên domdar ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê, derengxistina Erdogan, xwedane aliyekê ji pêkanîna lihevkirinên wê bi Rûsyayê re têkildarî dosyayê Sûriyeyê, li ber çavan in.”
Şibîb wiha pê de çû: “Ev hemû îsbat dike ku Tirkiye, ne durist e. Ji ber serdemên navxweyî yên girêdayî hilbijartinên bê, van mijaran bi kar tîne. Ji ber wê, Sûriye dudilî ye ruxmî ku Rûsya û Îran fişarê lê dikin.
Nezîkatiyên welatên ereban tenê ji ber berjewendiyê wan e
Hemwextî normalîzekirina bi Tirkiyeyê re, gelek dewletên ereban dest bi normalîzekirinê bi hikûmeta Şamê re kir. Îmarat dewleta pêşîn bû dûre dewletên ereban ji bilî Qeter û Mexribê tev li vê xetê bûn.
Li ser asta wezîrên karên derve, serdan di navbera Şam û Misirê de çêbûn, di çend rojên dawîn de jî wezîrê karên derve yê erebistana Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan bi wezîrê hikûmeta Şamê Feysel El Miqdad re li Jedayê civiya. Piştî civînê daxuyaniyeke hevbaş dan û destnîşan kirin ku danûstandinên ku hatine kirin, der barê dîtina çareseriyekê ji bo Sûriye ku li derdora erebî vegere, peydakirina çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê ku yekitiya wê diparêze. Dûre Bin Ferhan serdana Şamê kir û bi El Esed re civiya.
Di berdewama nirxandinên xwe de Şibîb got: “Piştî erdhejê, normalîzekirina erebî zêde bû û bi serdana wezîrê karên derve yê erebistana Siûdî bo Sûriyeyê tacîdar bû. Demeke berê di heman rojê de, bi armanca nîqaşkirina vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî, lidarxistina civînekê bi tevlêbûna wezîrên karên derve yên Meclisa Hevkariyê, Misir, Urdun û Iraqê hate ragihand. Bêguman ev geşedan, ne di encama lêvegereke wijdanî yan jî çoşbûna hestên neteweyî yan jî mirovî de ye, lê belê bi rêzegeşedanên herêmî û navneteweyî, rola Îran û Tirkiye di Sûriyeyê de ve girêdayî ye.”
Şibîb ev li gotinên xwe zêde kir: “Asta xetere ya rewşa aborî û mirovî li Sûriyeyê ku piştî erdhejê girantir bû, li rex wê bandora van faktoran li ser dewleta Sûriyeyê, encamên wê li ser ewlehiya neteweyî ya erebî, em hêvî dikin ku normalîzekirin êşa sûriyeyiyan kêm bike. Rewşa mirovî baş bike. Jê girîngtir, wek ku hatî ragihandin plansaziyeke erebî hebe ku çareseriyeke siyasî bi şêwazekê ku yekitî û serdestiya Sûriyeyê û ewlehiya wê biparêze û hêviyên gelê Sûriyeyê di azadiyê, demokrasiyê û edaletê de pêk bîne, peyda bike.”
Tirkiye li pêy osmaniya nû ye
Têkildarî vê mijarê, Şibîb got: “Ji ber têkiliyên nakok ên di navbera Tirkiye û gelek dewletên ereban de bi taybet Îmarat, erebistana Siûdî û Misir, bandor li ser her du xetên normalîzekirinê dike. Ev dewletên ereb, li hember rola Tirkiye di herêmê û Sûriyeyê de dinêrin, tima û planên Tirkiye di Sûriye û herêmê de ku bi projeyên osmaniya nû ve girêdayî ne û Erdogan bi awayekî aşkere behsê dike û hevirkiya li ser serokatiya cihana îslamî, bi guman in.”
Li gorî Şibîb, cihê Tirkiye wek aliyeke Astanayê dûrehiyeke din dide vê hevrikiyê û wiha anî ziman: “Normalîzekirin çi bi Tirkiye yan jî bi dewletên erebî re, xwedî sedemên hêzê û qelsiyê ye. Tirkiye xwe dispêre helwestên Rûsya û Îranê, her du rasterast li erdê hene. Xwedî bandoreke bi hêz e. Dibe ku cidî be. Normalîzekirina erebî xwedî pîvaneke aborî ye, hema bêje piraniya gelê Sûriyeyê pê re ye. Lê rola Amerîkayê, saktorê herî girîng di hevkêşeya Sûriyeyê de ye.”
Tirkiye û gelek welatên ereban di aloziya Suriyeyê de gelek xerab lîst
Şibîb diyar kir ku her çiqas ev nêzîkbûn û normalîzekirin girîng û pêwîst bin, lê helbet rê li pêşiya normalîzekirina navxweyî nagire ku ya herî girîng e û pêwîst e pêk were. Ne gengaz e ku desthilat qebûl bike bi Tirkiye û gelek dewletên ereban re dest bi normalîzekirinê nexasim ku desthilat ew alî bi awayekî aşkere tawan bar kir ku komployek li dijî Sûriyeyê li dar xist û roleke mezin di rijandina xwîna sûriyeyiyan de lîst. Li aiyekî din bi hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê re danûstandinê neke ku şerê terorê kirin, axa welêt parast û bi çareseriya siyasî ya aştiyane bawer dike û hewl dide çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê pêk bîne ku yekitiya Sûriyeyê û serdestiya wê diparêze.”
Şibîb got: “Ev helwesta me ye ku em her tim bibîr dixin. Bi rêya wê, em destnîşan dikin ku diyaloga di navbera desthilata Sûriye û hêzên siyasî û civakî yên nîştimanî yên Sûriyeyê bi taybet HSD, Rêveberiya Xweser û hêzên ku jê ava dibe de, gelek girîng e. Serkeftina vê diyalogê, esaseke xurt a geşepêdana Sûriyeyê ye.”
Ji xwe Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18`ê nîsanê de, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û dîtina çareseriyeke aştiyane û demokratîk ku aloziya bi milyonan sûriyeyiyan bi dawî dike, beyannameyek ragihand.