Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KOMAW’ê Cejna Remezanê li Kurdistaniyan pîroz kir

KOMAW'ê cejna malbatên şehîdan û gelê kurd ê welatparêz pîroz kir û got: “Em hêvîdar in ku di salên pêş de em gelê kurd em ê cejnên xwe bi azadî di nav civaka xwe de pîroz bikin.”

Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hemû gel di dîroka xwe de rojên girîng hene, çi olî û çi netewî. Bêguman em gelê kurd jî cejnên me yên neteweyî û olî hene. Yek ji wan jî Cejna Remezanê ye. Cejna Remezanê bi taybetî li malbatên şehîdan û hemû gelê me yê welatparêz pîroz be.

Ger gelê me yê li dîasporayê dijîn vê cejnê li gelê xwe li welatê xwe pîroz bikirina wê gelekî baş bûya. Lê mixabin di van şert û mercan de pêk nayê. Vê yekê birînek kûr li ser gelê me hişt. Em dizanin ku gelê me di nava têkoşîneke mezin de ye ku di pêşerojê de Cejna Remezanê û rojên bi vî rengî li gelê xwe yê azad li xaka xwe ya azad pîroz bike.

Em li dijî pergala dewletparêz a faşîst şer dikin. Ev dewleta faşîst a ku qaîde û qanûnan nas nake, sîstemeke barbar e ku di rojên cejnê de jî komkujiyan dike. Gelê kurd vê dewleta bêexlaq baş nas dike û li gorî wê tevdigere. Lê ya ku me aciz dike, têkiliyên bazirganî û leşkerî yên dewletên ku xwe wek demokrat nîşan didin bi vê dewleta hovane ya bê hiqûq re datîne ye. Ev dewletên ku di nava têkiliyan de ne, divê bi wijdanî xwe li ber çavan re derbas bikin, nexwe wê bibin hevparê gunehên dewleta tirk a faşîst û li pêşberî dîrokê bibin sûcdar.

Cejn temsîla aştî û hevkariyê dikin. Em hêvîdar in ku di salên pêş de em gelê kurd em ê cejnên xwe bi azadî di nav civaka xwe de pîroz bikin. Rêya vî tiştî jî têkoşîna rast e. Di pêvajoya ku em tê de ne wê hilbijartin hebe. Ev hilbijartin ji bo me xebateke stratejîk e. Hêviya me ji hemû gelê me û malbatên şehîdan ev e; Werin em biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin demokrasiyê.

Bi vê wesîleyê em Cejna Remezanê li malbatên xwe yên şehîd û gelê xwe yê fedakar yê welatparêz pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar