Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deha goristanên şehîdan hene; “Şehîd Xebat Dêrik li Dêrikê, Şehîd Dilşêr li Dugurê, Şehîd Delîl Saroxan li Qamişlo, Şehîd Îsmaîl li Amûdê, Şehîd Dijwar li Hesekê, Şehîd Rustem Cûdî li Dirbêsiyê, Şehîd Dicle li Kobanê, goristanên şehîdan li Til Temir, Reqa, Dêrazor, Şedadê, Tebqa û Şehba”.
Malbatên şehîdan gul danîn ser gorên zarokên xwe, piştre cejn li hev pîroz kirin, şekirên cejnê belav kirin, pexûr pêxistin û ayatên Quranê xwendin.
Hêviya şêniyan ew bû ku li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aramî serwer bibe.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana goristanan di sibehên cejnê de çandek e.