Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Deng Ji bo Çepên Kesk’

Jinên ku li Amedê hemû kesê vexwendin ku di 14’ê Gulanê û gotin: "Divê kurd li zarokê di dergûşê de binerin û li paşeroja wê bifikirin û dengê xwe bidin partiya me. Em ji bo bedewî û hêviyê li vir in û em ê li vir bin. Ji bo me hemûyan serkeftin.”  

JINHAGENCY

Hilbijartinên serokomariyê û parlamenteriyê nêz dibin, partiyên siyasî lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî xeteriya girtiyê ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk dikeve hilbijartinê. Partiya Çepên Kesk a ku civînên xwe yên gel bê navber berdewam dike, li her derê bi eleqe û coşeke mezin tê pêşwazîkirin. Danasîna namzetan û vekirina buroyan ku veguherî mîtîngan, deriyê pîrozbahiyên 14’ê Gulanê vedike, berxwedana gel a ji 7 heta 70’an jî balkêş e. Jinên ku em bi wan re der barê rojeva hilbijartinê de axivîn, bi gotina “Serkeftin ya me ye / Serkeftin ya me ye” bang li hemû kesê kirin ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Bi hezaran welatî tevlî civîna gel û vekirina buroyê ya ku ji aliyê Partiya Çepên Kesk ve li Farqînê hat lidarxistin bûn. Piştî ku bi sedan kes heyeta ku bi konvoya ji sedan wesayîtan pêk dihat hatin navenda navçeyê pêşwazî kirin, heyeta ku li navenda sûkê bi gel re li hev civita, heta buroya hilbijartinê meşiyan. Jin û ciwanên di nava girseyê de cih digrin gelek caran dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

‘Em ê bi hêvî û hêza xwe wan ji wir deynîn’

Jinên ku em der barê hilbijartinê de mikrofon dirêj kir, diyar kir ku ew ê ji bo pêşerojeke baştir û dê destkeftî tune nebin, dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Layiha Arşîment a got, “Em ê bi hêvî û hêza xwe wan ji wir deynîn” û wiha axivî: “Dengê me ji bo Partiya Çepên Kesk e. Em ê azadî û aştiyê bînin. Em ê bi vê hêza xwe deriyên girtîgehê bişkînin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Divê Kurd li zarokê di dergûşê de binerin û li paşeroja wê bifikirin û dengê xwe bidin partiya me. Em ji bo bedewî û hêviyê li vir in û em ê li vir bin. Ji bo me hemûyan serkeftin.”

‘Deng ji bo Partiya Çepên Kesk e ku dê herî baş me biparêze’

Besiya Îlez da zanîn ku jin ji bo parastina çand û zimanê kurdî dê dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Ya ku civakê diafirîne jin e, hemû civak di destê jinan de ye. Lewma divê jin bi disîplîn û cidî tevbigerin. Ev ji divê destpêke di xala çand û ziman de ji zarokan dest pê bike. Dema em li îro dinêrin bi zarokan re kurdî nayê axaftin. Pergal bi zanebûn vê yekê dike. Dixwazin ji kurdayetiyê û zimanê me tiştekî di hundirê me de nehêlin. Di vê xalê de divê em têbikoşîn û li ber xwe bidin. Divê herî zêde jî jin li ber xwe bidin. Divê em dengê xwe bidin partiya ku ji bo zimanê me, ji bo maf û hiqûqa jinan herî baş me diparêze. Ev jî Partiya Çepên Kesk e. Divê jinên me rêya Leyla Qasim bimeşin û wê ji xwe re mînak bigrin.”

‘Di 14’ê Gulanê de em ê ala serkeftinê bigirin destê xwe’

Xezal Kaydu anî ziman ku dixwazin hikûmet biçe û wiha got: “Dengê min bêguman ji Partiya Çepên Kesk re ye. Bi taybetî di vê em jin ji bo guhertina vê nîzamê çi ji destê me tê bikin û ji bo vê jî dixebitin. Em dixwazin demil dest hikûmet here. Em jin bi hêz in û li vir in. Em ê ji bo hin zêdetir berxwedan û azad bibin dev jê bernedin. Serkeftin ji bo me nêzîk e. Di 14’ê Gulanê de em ê ala serkeftinê bigirin destê xwe.”

‘Dengê me ji bo me ye’

Sakîne Alî diyar kir ku Partiya Çepên Kesk îradeya wan nîşan dide û wiha got: “Dengê me ji bo me ye. Bila em derdikevin û ew dikevin. Hemû tişt ji bo ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Em bi hêz in, di vê serdemê de em hîn xurtir in, em ê bi parlamenter û gelê xwe re ji vê pêvajoyê encamên herî baş bigrin. Înşalah em ê bi ser bikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar