Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa tirk a dagirker ev agahî parve kir:
“Herêma Zapê; Di 21’ê nîsanê de di navbera saet 10.00 û 14.30’an de artêşa tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî kir. Hêzên me yên YJA Starê ji bo parastina xwe bersiv dan van êrîşan û di encama şerê ku derketiye de pergalek kamera ya mobesse hate rûxandin.
Herêma Metîna; Di 20’ê nîsanê saet 15:30 de artêşa dewleta tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî kir. Hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan û di encamê de şer derket.
Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk aniye; Di 20, 21 û 22’yê nîsanê de derdora gundê Şeladizê yê herêma Metîna û gundê Sêgirê yê Qada Berxwedanê ya Amêdiyê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Di 20 û 21’ê nîsanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê FM û Girê Cûdî 26 caran bi tank û çekên giran hatin bombekirin.”