Otobusa fîrma Ozlem Batman ku ji navçeya Alanya ya Antalyayê ber bi Êlihê ve bi rê ketibû, hate rawestandin û êrîş lê hate kirin.
Li gorî agahiyan, li cihekî bêhndanê, komekê otobus sekinan û êrîş bir ser. Di encamê de ajokarê otobusê, mûavîn û rêwiyek birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku êrîşkar jî bi wesayitan ji cihê bûyerê reviyan.
Di dîmenan de ku rêwiyan bi telefonê kişandin, tê dîtin ku ajokar û mûavîn birîndar bûne. Piştî tedawiya destpêkê ya li nexweşxaneyê, otobus ber bi Êlihê ve bi rê ket.
Tê texmîn kirin ku kesên êrîşkar faşîstin û bi destê dewleta tirk a dagirker ve ev êrîş bi plan hatiye kirin.