Namzetê Partiya Çepên Kesk û rojnamevan Hasan Cemal dabû zanîn ku ew dawî li serûvena xwe ya rojnamevaniyê ya 54 salan tîne û dest bi siyasetê dike.
Hasan Cemal di sala 1944’an de li Stenbolê hatiye dine û piştî di sala 1965’an de ji Fakûlteya Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê mezûn dibe, di sala 1969’an de serpêhatiya wî ya rojnamevaniyê dest pê kir.
Cemal ê ku ji sala 2013’an vir ve li T24’ê nivîsandin û rojnamevaniya xwe didomîne, ji bo Heyama 28’emîn a Meclisê di Partiya Çepên Kesk de bû namzetê parlamenteriyê yê Stenbolê.
Cemal dibêje ku bi salane ew li pey pirsgirêka kurd ka dê çawa bê çareserkirin. Cemal ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd îşaretî diyalog û muzakereyan dike.
‘Ji bo bikaribe roj di çareseriya pirsgirêka kurd de bilîze bûye namzet’
Cemal diyar kir ku wî dest ji raboriya xwe ya 54 salan bernedaye û di nava van 54 salan de tiştên wî dîtiye û hatine serê wî kaş kiriye nav siyasetê. Cemal anî ziman ku ji bo ew bikaribe di çareseriya pirsgirêka kurd de tiştekî bike gav avêtiye nava qada siyasetê û ji ber ku tevgera siyasî ya ku êş û azara gelê kurd dikişîne û wek partiya kurdan tê zanîn lewma jî HDP’ê tercîh kiriye.
‘Niha Erdogan û partiya xwe li ber çavê kurdan baweriya xwe winda kirine’
Cemal bal kişand ser pirsgirêka kurd ku sedsale nehatiye çareserkirin û wiha got: “Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha dewletek, dewleta unîter, netewebûn heye… Di vê pêvajoyê de nasnameya kurd û zimanê kurdî hatin înkarkirin û paşguhkirin. Vê yekê bingeha pirsgirêka kurd ava kir. Lê bi demê re vê xitimandinê li Tirkiyeyê rê li ber çiyayekî vekir. Êşa ku dest pê kir mirov, hikûmet û siyasetmedar dîsa li ser vê pirsgirêkê bifikire. Tiştê ku berê nedihat nivîsandin dest bi nivîsandinê kir. Demekê me nikarîbû peyva kurd bilêv bikira, me nedikarî pirsgirêka kurd bigota, ev hemû babetên qedexe bûn. Lê di encamê de dest bi serkeftinê kirin. Û di dawiyê de ya ku em jê re dibêjin çareseriya pirsgirêka kurd derket pêş. Erdogan ji destpêka salên 2000’î ve derket ser dikê. Axaftina Erdogan a sala 2005’an a li Amedê heye ku digo ‘em ê pirsgirêka kurd ji bin siya leşkeriyê û çekan derxin’. Digot, ‘Pirsgirêka kurd heye, xeletiyên dewletê jî hene’, ev gelekî girîng bû.
Ev yekemîn helwesta siyasî ya serokwezîrekî Tirkiyê ye ku nûnerê xwe yê siyasî dişîne Osloyê ji bo hevdîtinan, li gel Qendîlê û nûnerên PKK’ê. Hakan Fîdan Musteşarê MÎT’ê yê îro şandibû. Ev hemû geşedanên erênî bûn. Piştre pêvajoya siyasî dest pê kir. Paşê Erdogan heta dawiyê nebir, pehîna xwe li maseyê xist. Niha Erdogan û partiya xwe li ber çavê kurdan baweriya xwe winda kirine. Kurd êdî jê bawer nakin. Çimkî carek din pirsgirêka kurd xistin nava şer.
‘Erdogan berê jî ne ji dil bû’
Cemal li ser jidilbûna Erdogan rawestiya û got: “Wê demê jidil bû? Na, ew ne jidil bû, rojeva wî ya veşartî heye, ez nikarim bibêjim sextekarî dike. Konjonktûra siyasî ya wê demê hişt ku wisa bifikire. Lê ew ji bo wê ne amade bû. Nizanibû pirsgirêka kurd çi ye. Pirsigrêka kurd di dilê xwe de hîs nedikir, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tiştek nedizanî. Çareseriya pirsgirêka kurd tenê bi efû û daketina ji çiyê ve girê dabû. Ev bi tu awayî têr nake. Siyaseta înkarê piştî demekê dîsa bi Erdogan re dewam kir.
‘Fen û fûtên Erdogan naqede’
Cemal bal kişand ser fen û fûtên Erdogan û wiha axivî: “Wî ev pirsgirêk tenê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî kir amûr. Difikirî ku ew ê îdia bike ku vê pirsgirêkê çareser bike û dengan bigire. Lê gava dît ku dest bi windakirina dengan dike, dev jê berda. Wî her tişt bi hesabê dengdanê ve girêda. Va ez dibêjim û li aliyekî binivîsine; heta ji Erdogan xilasî çênebe wê rêya çareseriyê nayê vekirin. Ji bo ku di hilbijartinê de bi ser bikeve jî Erdogan bibêje ‘Em îro dîsa pêvajoya çareseriyê didin destpêkirin’ jî wê baweriya tu kesî pê neyê û êdî bi tu awayî nikare kesekî qanih bike.
Ez dixwazim vê jî bêjim; pirsgirêka kurd dikare bi rêya lihevkirinekê bê çareserkirin. Ev bi rêya muzakere û diyalogan mimkûn e. Wek din jî tu çareyek din nîne.
Heta ku çareseriya pirsgirêka kurd pêk neyê wê li Tirkiyeyê ne demokrasî pêk were û ne jî wê azadî, hiqûqî û edalet pêk were.