Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sîma Arî: ‘Divê em ji van neheqiyan re bêjin êdî bes e’

Namzeta Partiya Çepên Kesk a Enqereyê Sîma Arî diyar kir ku divê em dawî li vê pergala serdest bînin û wiha got: “Jin bi salane tên pelçiqandin. Em ê ji rejîma yekzilamîre re bêjin na.” 

Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re 20 roj ma û Partiya Çepên Kesk li her derê xebatên xwe dimeşîne. Piştî danezana hilbijartinê namzetên xwe dan nasîn û namzet daketin qadan. Namzet bi gel re tên gel hev û pirsa ‘çima riya sêyemîn û Partiya Çepên Kesk’ ji welatiyan re dibersivînin.

Nûneriya ciwanan a di Partiya Çepên Kesk de

Partiya Çepên Kesk a ku di lîsteyên xwe de zêde cih da jinan, wek partiyeke ku girîngiyê dide nûneriya ciwanan balê dikşîne. Yek ji namzeta jin û ciwan  Sîma Arî ya ji herêma duyemîn a Enqereyê hatiye nîşandanê ye. Sîma Arî bi eslê xwe ji Wanê ye beşa Bernameya Kompîturê ya Zanîngeha Ispartayê qedandiye û 23 salî ye. Sîmayê diyar kir ku wê bi Partiya Çepên Kesk pêşdarazên li hember jin û ciwanan bişkînin.

‘Dê û bavê min piştgiriyek mezin dan min’

Arî bi lêv kir ku wek kurdekê ji roja hatine dinyê têkoşîn jî hatiye dayîn û wiha domand: “Ji bo em dengê xwe baştir bidin hîskirin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de hatin gel hev. Wek kurdekê her tim di nav her tiştekî de bûm. Piştî mirov mezin dibin mirov fêm dikin ku divê vê bibin siyasetê. Divê mirov dengê xwe baştir bidin hîskirin. Ji ber vê di Partiya Çepên Kesk de me. Dê û bavê min her tim di HDP’ê de bûn. Dê û bavê min piştgiriyek mezin dan min.”

‘Em ê xwe bi her kesî bidin qebûlkirin’

Arî destnîşan kir ku wê xwe bi gel bidin qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema xebatan de gel eleqeyek mezin nîşan dide. Ez di wê baweriyê de me ku em ê xwe bi her kesî bidin qebûlkirin. Ez bawer dikim ku wê me fêm bikin. Em di riyek zehmet de ne lê em ê bi ser kevin. Em di alî enerjiyê de gelek baş in. Ez bawer dikim ku em ê bi Partiya Çepên Kesk re bi ser kevin.”

‘Divê jin li cem Partiya Çepên Kesk cih bigirin’

Arî axaftina xwe wiha domand: “Piştî namzetiyê, min xwe li vir qet biyanî hîs nekir. Partiyê her tim piştgirî dida jin û ciwanan. Çima divê ciwan di Partiya Çepên Kesk bigirin? Di vir de newekhevî tune ye. Ez xwe wek jinekê wek ciwanekê aydê vir hîs dikim. Ez her kesî vedixwînim partiyê. Bila bên me nas bikin. Hedefa me ev e ku perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn. Em bi vê bawer dikin û vê diparêzin.”

Arî da zanîn hilbijartinên 14’ê Gulanê gelek girîng in û wiha dawî lê anî: “Divê jin li cem Partiya Çepên Kesk cih bigirin. Divê em dawî li vê pergala serdest bînin. Em ê pêşdarazan bişkînin. Em azad bin û her kesî azad bikin. Jin bi salane tên pelçiqandin. Divê em ji van neheqiyan re bêjin êdî bes e. Di Partiya Çepên Kesk de jin xwedî rêjeya ji sedî 45’an e. Em ê ji rejîma yekzilamîre re bêjin na.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar