Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê gelê me baldar be û şaşiyên berê dubare neke’

Şêniyên Rojava bang li gelê kurd kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha gotin: "Îro derfeteke zêrîn li pêşiya gelê bakurê Kurdistanê heye. Dema ku hilbijartin nêzîk dibe her kes dibe hevalê kurdan, lê piştî karê wan diqede, her kes li ser qirkirina kurdan li hev dike."

Di 14’ê Gulana bê de hilbijartinên parlamento û yên serokkomariyê yên Tirkiyeyê li dar dikevin. Çavdêran destnîşan kir ku hilbijartin dê roleke girîng di dîroka Tirkiyeyê de bilîzin. Yek ji partiyên beşdar jî Partiya Çepên Kesk e ku li şûna HDP’ê dikeve hilbijartinan.

Her wiha dê encamên hilbijartinan nexasim ên serokkomariyê bandoreke mezin li siyaseta derve ya dewleta tirk a dagirker û destwerdanên wê yên li dewletên derdorê bike. Ji ber wê jî gelê Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li benda encamên hilbijartinan in.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê hilbijartinan nêrînên xwe parve kirin.

Welatiyê bi navê Xelîl Ehmed ê ji Kobanê got: “Berê gelek caran partiya AKP’ê gelê kurd ê li bakurê Kurdistanê xapandiye û piştî ku digihêje desthilatê li dijî wan komkujiyan pêk tîne.”

Ehmed wiha domand: “Divê gelê me baldar be û nas bike ku hilweşandina rejîma Erdogan dawiya tarîtî û zilmê ye. Cenazeyên ku heta niha ji ber erdhejê di bin kavilan de mane û paşguhkirina vê kareseteke mirovî ji aliyê hikûmetê ve, vê yekê piştrast dike. Hikûmeta niha tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebite û divê ew bê hilweşandin.”

Silêman Silêman jî bang li gelê kurd ê bakurê Kurdistanê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got: “Ji 2002’yan heta niha AKP’ê ji bo we çi kiriye? Îro derfeteke zêrîn li pêşiya gelê bakurê Kurdistanê heye. Dema ku hilbijartin nêzîk dibe her kes dibe hevalê kurdan, lê piştî karê wan diqede, her kes li ser qirkirina kurdan li hev dike. Divê gelê me baldar be û şaşiyên berê dubare neke.”

Welatiyê bi navê Ebdulrezaq Mihemed ê ji Qamişloyê jî destnîşan kir ku dengdayîna ji bo Partiya Çepên Kesk, misogeriya serkeftina gelên demokrasîxwaz e û got: “Ez wek welatiyekî kurd ji rojavayê Kurdistanê bang li gelê bakûrê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê dikim ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

Ebduselam Mehmûd ê ji heman bajarî jî piştrast kir ku pêşeroja gelê bakûrê Kurdistanê û yê Tirkiyeyê bi van hilbijartinan ve girêdayî ye, lewma jî divê Partiya Çepên Kesk bi ser bikeve.

Di hilbijartinên Tirkiyeyê de 4 namzet hene; Erdogan ku nêzî 20 salan e desthilatdar e, serokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu ku bi rêya ‘Millet Ittifaki’ nûnertiya opozîsyonê dike, serokê Partiya Memleket ku ji CHP`ê veqitiyaye Muharrem Înce û namzetê neteweperest Sînan Ogan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar