Bi gorî beyana wezîrê Erdoganê xwînavî di qirkirina siyasî ya dûmahî de 128 siyasetmedar, rojnamevan, hiqûqnas û çalakvanên sîvîl hatine binçavkirin. Dema min ev nivîs amade dikir, lêpirsîna hin ji wan binçavkiriyan destpêkiribû. Dibe ku dema weşandina nivîs de hin ji wan werin berdan. Belku ew ê hinek din jî li girtiyan zêde bikin. Lê mesele ne ev e. Di esasa xwe de mesele, tam di heyama hilbijartinê de têgihîştina sedemên êrişeke bi vî rengî ye.
Em di serî de bêjin, sedema vê êrişê ji hilbijartinê dûr nîne. Erdoganê ku dît têk diçe û sedema herî mezin a têkçûna wî jî Partiya Keskên Çep e, berê xwe da piştgirên vê partiye. Usa difikire ku ew ê bi vî awayî zirar bide xebatên Partiya Keskên Çep û destê xwe xurt bike.
Çima sedem têkçûna wî ye, em vê jî vekin.
Partiya Keskên Çep ji bo hilbijartinê du helwestên stratejîk eşkere kir. Yek, ji bo serokkomariyê namzed dernexist û têkçûna Erdogan ango windakirina Erdogan wekî hedefa esasî nîşan da. Du jî, ji bo parlamenê hilbijartina herî kêm 100 parlamenteran da pêşiya xwe.
Hedefa yekemîn ango xebata ji bo windakirina Erdogan, bandoreke mezin kir. Her weha em dizanin ku ev hedefa Partiya Keskên Çep windakirina Erdogan jî teqez dike. Ji xwe yê Erdogan ditirsîne jî zêdetir ev hedef e.
Ev êriş tişteke din jî eşkere dike. Careke din jî diyar bû ku hebûna sîstema Erdogan ji alî emnahiya hilbijartinê jî xeter e. Ji ber vê yekê jî divê ev êrîş wekî êrîşeke ji rêzê neye dîtin. Ev êrîş ji bilî kesên sistema takekesî ya dîktatoryal diparêzin, ji bo hemû aliyan xeter e û divê hemû aliyan elaqadar bike. Heke ev yek ciddî neye girtin, ew ê herkes di bin xerabiya sîstema takekesî ya dîktatoryal de bimînin.
Her weha ev jî eşkere ye. Partiya Keskên Çep, bi awayeke tengtir jî bi taybet tevgera kurd, dikare li hember van êrîşan berxwe bide. Ev nêzî 40 sal e li bakûrê Kurdistanê şereke mezin heye. Di sala 2015’an de Erdogan maseya çareseriyê hilweşand û careke din rê li ber şer vekir. Heta niha bi hezaran kurd hatin qetilkirin. Bi dehhezaran rêvebir, berpirsiyar, endam û alîgirên qada sîvîl an hatin zîndanîkirin, an jî mecbûr man ji welat derketin. Lê di encam de em lê dinêrin bi destpêkirina şerê dûmahî ne siyaseta qada sîvîl, ne jî berxwedana çiyayên Kurdistanê ranewestiya. Kurd û dostên kurda li her derê berxwe dan. Ev berxwedan bû sedem ku îro Partiya Keskên Çep rojevê diyar dike, tûşî êrişan tê.
Madem rewş ev qas aşkere ye, em careke din bêjin. Di van êrişên dawî de hedef bi tena serê xwe ne Partiya Keskên Çep e. Hedef rasterast helwesta yekemîn a Partiya Keskên Çep e. Ango pêşîlêgirtina windakirina Erdogan e. Vê tişta jî dixwaze bi girtina siyasetmedar, rojnamevan, huquqnas û aktîvîstan ve pêkbîne.
Rewş ku ev be wê gavê berpirsiyarî li milê herkesî ye. Bi taybet jî li milê Kemal Kiliçdaroglu ye. Raqîbê herî xurt a Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu ye. Lê heta niha di der heq girtina siyasetmedar, rojnamevan, hiqûqnas û aktîvîstan ji Kemal Kiliçdaroglu yek deng nehat bîhistin. Ev bêberpirsiyarî, tenê destê Erdogan xurt dike. Kurd û dostên kurda di zîndanîkirina hevserok, wekîl, rêvebir û endamên HDP’ê de rola Kemal Kiliçdaroglu bîr nekirine. Tevgera kurd û dostên kurda ku li Partiya Keskên Çep de bi hev re tevdigerin, li hember vê rastiyê dîsa jî ji bo têkbirina Erdogan şansek didin Kemal Kiliçdaroglu. Heke ew vê şansê bi kar neyne, ango ji bo çareserkirina pirsgirêkan li dijî kiryarên nehiqûqî raneweste ew ê ne hedefa yekemîn a Partiya Keskên Çep pêk were, ne jî Kemal Kiliçdaroglu bi ser keve.
Divê hemû kes bizanibe ku ji niha pêve tu êrîşên li dijî tevgera kurd, tena serê xwe kurda eleqadar nake. Kilîd di destê kurda de ye. Ji bo kurd bikaribin rola xwe bilîzîn divê tenê nemînin. Ya herî rast jî yên di bin zextê de ne, yên tên girtin û zîndanîkirin jî hemû xebatkar û aktîvîstên qada sîvîl in. Krîmînalîzekirina van kesan, dijhiqûqî ye, dijmirovî ye. Divê her kesek bertek nîşan bide. Qet şik nîne yên bertek nîşan nedin ew ê tenê bikevin bin xizmeta Erdogan.
Têbinî: Hêvî dikim ku heta ev nivîs were weşandin, ew ê bertekek ji Kemal kiliçdaroglu derkeve.