Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Rêxistinbûyîna jinan tê wateya rêxistiniya tevahiya civakê’

Endama Meclîsa PAJK'ê Ronahî Serhed diyar kir ku PAJK bi kadro û milîtanên xwe di sedsala 21'ê de pêşengiyê ji avakirina jiyana azad re dike û got: "Gelê me ji zûdeyî ev qebûl kiriye. Kes vê nîqaş nake; gelo jin kare vê bike, nikare bike. Her kesî hêz û pêşengiya jinan dîtiye û qebûl kiriye."

Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhed tevlî bernameya ‘Xwebûn’ a Jin TV bû û bersiv da pirsên Arjîn Baysal.

Ronahî Serhed diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkan hemûyan pirsgirêka jinan e û got, “Tunekirina jiyanê bi êrîşa li dijî jinan dibe. Îdeolojiyên ku jinan ji bo xwe nakin navend, bi ser nakevin. Her çend jinan ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewl dabin jî nekarîne çareseriyeke mayinde peyda bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan pêwîstî bi îdeolojiyeke xweser a jinan hebû. Lewma îdeolojiya jinan hate afirandin. Lê belê îdeolojiya rizgariya jinan ne tenê rizgariya zayendekê ye. Divê bi wî rengî neyê fêhmkirin.

‘Bi Îdeolojiya Rizgariya Jinan re jin bû xwedî hişmendiya zayendî’

Îdeolojiya Rizgariya Jinan cara destpêkê di sala 1998’an de kete rojeva me. Di encama ked û hewldanên mezin ên Rêber Apo di 8’ê Adara 1998’an de hate ragihandin. Vê yekê guhertinên mezin bi xwe re anî. Jin ji ber ku di bin pirsgirêkên civakî de dieciqî û zayenda destpêkê ya bindest bû, pêwîstî bi îdeolojiyeke bi vî rengî hebû. Heta ku pirsgirêka jinan nehatibûya çareserkirin mirov nekarî qala civakeke azad û demokratîk bikira. Yan jî tenê wê di asta propagandayê de bima. Îdeolojiya Rizgariya Jinan rêya peydakirina çareseriya vê yekê destnîşan kir. Kîjan rêxistin an jî îdeolojî bi rastî jî qala maf û hiqûqê dike, beriya her tiştî divê ji pirsgirêka jinan re çareseriyeke rasteqîn peyda bike.”

Ronahî Serhed diyar kir ku bi Îdeolojiya Rizgariya Jinan re jin bû xwedî hişmendiya zayendî û anî ziman, jin bi rastiya xwe zane, bi dîroka xwe zane û li gorî vê yekê nêzîkatiyê nîşan dide.

‘Destwerdana li jinan li jiyanê û rastiyê tê kirin’

Ronahî Serhed diyar kir ku di dîroka mirovahiyê de gelek rewşên ne rewa weke rewa hatin dîtin û got, “Ev rewş pênc hezar sal in dewam dike. Destwerdan li jinan, jiyanê û rastiyê tê kirin. Îdeolojiya Rizgariya Jinan jî destwerdaneke şoreşgerî ya li vê destwerdanê ye. Destwerdana li bîrdozî û zimanê şaş e ku bi hezaran sal in ava bûne û hewldana sererastkirinê ye. Lewma ev pêngav beriya her tiştî destwerdana li sîstema bi serweriya mêr e, destwerdana li feraseta civaka zayendîperest e, li dijî feraseta modernîteya kapîtalîst pêngaveke nû ye. Bi kurtasî li dijî mejiyê mêr ê kapîtalîst, serwer, li dijî çand, polîtîka û ilmê mejiyê mêr ê serwer, pêngaveke.

Di vê serdemê de timî tê gotin; dema îdeolojiyan qediya ye. Halbûkî li vê cihanê tiştekî bêyî îdeolojiyê nîne. Her sîstem li ser îdeolojiya xwe ava dibe, bi pêş dikeve. Ji dema hilweşîna reel sosyalîzmê û vir ve hewl tê dayin ku îdeolojî marjînal, neyînî û dijberê civakê bê nîşandan. Lê belê sîstema kapîtalîst dema ku vê dike, ew bi xwe jî bi rêk û pêk êrîşeke îdeolojîk dike.”

‘Îdeolojiya Rizgariya Jinan hêza çareseriya pirsgirêkan e’

Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhed anî ziman ku ew vê îdeolojiyê weke Îdeolojiya Rizgariya Jinan pênase dikin jî di rastiyê de îdeolojiya rizgariya civakî ye û wiha dewam kir: “Ji ber ku jin tê wateya civakê. Ji xwe pirsgirêka destpêkê û ya bingehîn, şaşitî, hîle derewa destpêkê talankirin û bindestkirina jinan e. Lewma azadî jî divê li vê qadê pêk were. Kûrbûna di pirsgirêka jinan de, kûrbûna di çareseriya pirsgirêkên civakî de ye. Lewma Îdeolojiya Rizgariya Jinan jî hêza çareseriya van pirsgirêkan e. Bi taybetî gelekî girîng e ku di sedsala 21’ê de ev yek bê meşandin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd em ne tenê ji civaka kurd, her wiha ji têkoşînên civakî hemûyan re pêşengiyê dikin. Pêşengiya me bi îdeolojiya me tê qebûlkirin. Îdeolojî û tevgera ku vê yekê nebîne nikare mayinde bibe. Em jî bi vê îdeolojiyê pirsgirêkên civakî bi nêrîna jinan dinirxînin û hewl didin civakeke demokratîk, exlaqî, ekolojîk û azadîparêziya jinan biafirînin.”

Ronahî Serhed qala pîvanên bingehîn ên Îdeolojiya Rizgariya Jinan kir: “Ev pîvan ji bo Îdeolojiya Rizgariya Jinan girîng in. Pîvana destpêkê jî welatparêzî ye. Li gel vê yekê pîvana fikrê azad, îradeya azad, pîvana rêxistinî û parvekirina jiyaneke xwe dispêre azadiyê, pîvana têkoşîna bi hev re ya rêxistinbûyî û pîvana têkiliya bi bedewî, estetîk a jiyanê, bi giştî pênc pîvanên me yên bingehîn hene.”

‘Rêxistinbûyîna jinan tê wateya rêxistiniya tevahiya civakê’

Ronahî Serhed destnîşan kir ku li cihanê eger mirov rêxistinî nebe nikare pelekî jî bihejîne û got, “Bi taybetî ji bo jinan derbasdar e. Ji bo hemû hêzên li cihanê derbasdar e. Hingî tu nikare xwe bike hêza rêxistinbûnê. Mêr xwe bi rengê dewletê, bi rengê artêşên leşkerî bi rêxistin kiriye. Bi vî rengî xwe ji aliyê madî û manewî ve bi rêxistin kiriye. Jin jî divê xwe li hemberî vê sazîbûnê birêxistin kirin ku karibin têkoşîna xwe bi ser bixînin. Rêxistiniya bê kirin jî divê li gorî vê rastiyê berfireh û cidî be. Çeka herî mezin a jinan a li hemberî sîstema serweriya mêr ew e ku xwedî Îdeolojiya Rizgariya Jinan e. Armanca bingehîn a rêxistiniya jinan, bêrêxistinhiştina jinan e. Jin her roj ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest didin. Rêxistinbûyîna jinan tê wateya rêxistiniya tevahiya civakê.”

Ronahî Serhed destnîşan kir ku PAJK bi kadro û milîtanên xwe di sedsala 21’ê de pêşengiyê ji avakirina jiyana azad re dike û got, “Gelê me ji zûdeyî ev qebûl kiriye. Kes vê nîqaş nake; gelo jin kare vê bike, nikare bike. Her kesî hêz û pêşengiya jinan dîtiye û qebûl kiriye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar