Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hûn ê nikaribin pênûsa me bitewînin û Çapemeniya Azad bêdeng bikin’

DFG’ê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got “Çapemeniya Azad zêdetirî 30 sal in rastî her cureyên zextan hat lê tu carî serî netewand û pênûsa xwe li erdê nehişt. Kedkarên Çapemeniya Azad ku tekane hedef û parolaya wan ‘heqîqet’ e, dê îro jî serî netewîne.”

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û ev daxuyanî weşand:

“Mixabin weke rojnamegeran em hêj li korîdorên edliyeyê û li pêşiya edliyeyê bûn ku îro di danê sibehê de bi operasyoneke din hişyar bûn. Bi ser mala hevseroka komeleya me Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz de hate girtin û hevalên me hatin destgîrkirin. Hevseroka me Dîcle Muftuoglû di zexteke herî biçûk a li dijî rojnamevanan de her tim baz dabû pêşiya edliyeyê. Jixwe bi rojan e heta serê sibehê li pêşiya Edliyeya Amedê bû û piştevaniya hempîşeyên xwe dikir.

Di nava 10 mehan de di encama operasyonên li dijî rojnamevanên kurd de 30 hempîşeyên me hatin girtin. Bi dehan hempîşeyên me jî hatin destgîrkirin. Em baş dizanin ku ev operasyon di heman demê de li dijî azadiya xweîfadekirinê, mafê agahîgirtinê, azadiya çapemeniyê û ji bo bêdengkirina rojnamevanên kurd e. Ji bo krîtîktirîn hilbijartina dîroka welêt çendek roj mane û bêguman ev operasyon operasyona hilbijartinê ye!  Divê tavilê dawî li van operasyonên li dijî rojnamevanan bê anîn. Çapemeniya Azad zêdetirî 30 sal in rastî her cureyên zextan hat lê tu carî serî netewand û pênûsa xwe li erdê nehişt. Kedkarên Çapemeniya Azad ku tekane hedef û parolaya wan ‘heqîqet’ e, dê îro jî serî netewîne! Ev hewldanên ji bo têkbirina rojnamevanî û binpêkirina mafê agahîgirtinê vala ne. Hevseroka komeleya me û rojnamevan Sedat Yilmaz divê tavilê bên berdan. Hûn ê nikaribin pênûsa me bitewînin û Çapemeniya Azad bêdeng bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar