Rojnamevan Abdurrahman Gok, Mehmetşah Orûç Bêrîtan Canozer, Remzî Akkaya di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25’ê Nîsanê de da destpêkirin, bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.
Ji edîtorên Ajansa Mezopotamya (MA) Abdurrahman Gok îmze avêtiye bin gelek nûçe, wêne û dîmenên ku mohra xwe li rojevê dane û bûne rojev. Gok li Şengalê di êrîşa DAIŞ’ê de ya 3’ê Tebaxa 2014’an, di êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de, di erdhejên navenda wê Bazarcixa Mereşê de bû û bi wêneyên qetilkirina Kemal Kûrkût, pêşî li berovajîkirina heqîqetê girt. Gok bû dengê qêrîn û hawara jin û zarokên êzidî yên Şengalê, bû dengê berxwedana Kobanê û Apê Nemir, li Bazarcixê bû dengê feryada mexdûrên erdhejê. Gok wêneyên kêliya ku Kemal Kûrkût di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin ji raya giştî ya cihanê re ragihand û pêşî li derew û berovajîkirinê girt.
Berî her kesî çû Şengalê
Dema ku behsa “Nûçegihantiya şer” tê kirin, di çapameniya kurd de ewilî Abdurrahman Gok tê bîra mirovan. Ew yek ji wan rojnamevanan e ku ewilî beziyaye herêmên şer, pevçûn û erdhejê. Gok ku gihîşt hawara zarok û jinên êzidî yên ketin ser rêya koçberiyê û bi girtina wêneyên wan di bîra her kesî de cih girt.
Rojnamevanê yek em e ku derbasî bajarê Kobanê bû
Dema ku di îlona 2014’an de êrîşên DAIŞ’ê li dijî Kobanê dest pê kirin, rojnamevan Gok yek ji wan rojnamevanên ewil e ku çû ser xeta sînorê Kobanê û Pirsûsê. Gok kêlî bi kêlî geşedanên li ser sînor şopand û ji raya giştî re ragihand. Piştî ku şerê li Kobanê dijwar bû, Gok berê xwe da navenda Kobanê û ew rojnamevanên ewil e ku derbasî Kobanê bû. Gok berxwedan û wêrankirina hemû kolan û cadeyên Kobanê bi wêne, dîmen û nûçeyên xwe ji raya giştî ya cihanê re ragihand. Wî li eniya pêş a şer xwe gihand “Apê Nemir” û li gel wî hevpeyvîn kir. Berxwedana dîrokî ya Kobanê bi ragihandina Abdurrahman Gok li cihanê belav bû.
‘Weşandina wêneyên Kemal Kûrkût deynek heqîqetê bû’
Dîrok 21’ê Adara 2017’an bû. Newroza Amedê bû. Polîsan di ketina qada Newrozê de êrîşî xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût kir û ew kuştin. Midûriyeta Polîsan a Amedê ewilî bûyerê wek “xwekuj” ragihand. Îktidarê û medya xwe bûyerê wek “xwekuj” serwîs kirin. Lê paşê rastî derket holê. Rojnamevan Abdurrahman Gok bi wêneyên kêliya qetilkirina Kûrkût daxûyanî û nûçeyên îktidarê derewand. Bi 8 wêneyan rastiya bûyerê raberî cihanê kir. Gok di hevpeyvînek kêliya bûyerê de wiha got: “Gelek nasan got wêne belav neke, tu yê tiştekî bînî serê xwe. Gotin bi navê xwe nede. Lê li wir ji bilî min kesekî ku wêne girtibû nebû. Dema bihata weşandin, dê aşkere bûbûya ku min wêne girtiye. Çimkî her roj polîsan bi ser mala hevpîşeyên min de digirt, wan dikirin binçavan û digirtin. Min got dibe ev werin serê min jî. Hemû tişt hat bîra min. Lê weşandina van wêneyan deynek heqîqetê bû û di stûyê min de bû. Ya em ê vê pîşeyê nekin an jî mesele çi be em ê wê binivisînin. Heke me vê pîşeyê bijartibe, ravekirina rastiyan derde me be û heke wîjdanê me hebe, divê min parve bikira. Ez ê nikaribim qêrîna wî ji bîra bikim…”
Ne kujerên Kemal Kûrkût lê Gok bû hedefa darazê
Ne kujerên Kemal Kûrkût lê Gok bû hedefa polîs û darazê. Piştî bûyerê wek ku “tola xwe hilînin” muamele li dijî Gok hat kirin. Gok di 9’ê cotmeha 2018’an de bi 90 kesî re hat binçavkirin. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê û praopaganda rêxistinê” doz li Gok hat vekirin. Di hezîrana 2022’yan de Gok ji îdiaya “endamtiyê” beraetkirin lê ji “propagandayê” salek û 6 meh û 22 roj ceza lê hat birîn. Hinceta ceza birînê nûçe û wêneyên ku Gok derbarê Kobanê de çêkiriye û belav kiriye hatin nîşandan.
Bû şopînerê serhildanên jina kurd Jîna Emînî
Abdurrahman Gok piştî ku jina kurd Jîna Emînî li Îranê di 16’ê îlonê de ji aliyê rejîmê ve hat kuştin, berê xwe da bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Hemû xwepêşandan û tiştên li Rojhilat û Îranê di çarçoveya dirûşmeya “Jin jiyan azadî” diqewimîn bi çavê xwe dît, nivîsand û axivî. Gok çû Xoyê, Ûrmiyeyê, Mahabadê, Pîranşarê, Bokanê, Miyanduabê, bajarê Jîna Emînî Seqiz û Tahranê û çavdêriyên xwe yên li vir wek rêze nivîs di Ajansa Mezopotamya de nivîsand.
Gok bû deng û hawara mexdûrên erdhejê
Gok di 6’ê Sibatê de dema ku erdheja navenda wê Mereş bû çêbû, ew li Amedê bû. Piştî erdhejê demildest berê xwe da navçeya Bazarcixa Mereşê. Ji Amedê derket rê û ewilî çû Semsûrê û ji wir jî derbasî Bazarcixê bû. Gok hem bi nûçeyên ku çêkirin û hem jî vîdeoyên parve kirin bû dengê qêrîn û hawara bi hezaran mexdûrên erdhejê. Bi saya nûçeyên wî bi hezaran mirov alîkariyê şandin herêmên erdhejê. Gok mehek zêdetir gund bi gund geriya navçe bi navçe geriya û gilî, gazin, hawar, hêrsa mirovan kir nûçe. Gok dema ji bo şopandina nûçeyê diçû gundek erdhej lê çêbûbû di wesayîta ku diajot de qeza kir û tevî vê yekê jî dest ji nûçeyan berneda û geşedanan şopand. Gok piştî erdhejê nûçeyên zarokên winda jî çêkir.
Ew bû sebeba ku Senedê ji Sûriyeyê ku birîndar bûbû û lingek wî jêkiribûn bigihîje linge ortopedik.
‘Ev ajans (DÎHA) ajansa ku mîrateya xwe ji Apê Mûsa dewr girtî ye’
Rojnamevan Abdurrahman Gok dema li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin dixebitî jî nûçeyên girîng çêkirin. Di 20’ê Kanûna 2011’an de polîsan bi operasyona di bin navê “Çapemeniya KCK” de bi ser hemû sazî û dezgehên ragihandina kurdî de girt û bi dehan xebatkarên medya kurdî kirin binçavan û alavên wan desteser kirin. Kêliya wê operasyonê berteka ku Abdurrahman Gok nîşan dabû hê jî di bîra mirovan de ye û ji bîra kesî neçûye. Gok wiha bertek nîşanî operasyonê dabû: “Ev ajans (DÎHA) ajansa ku mîrateya ji Apê Mûsa dewr girtî ye. Ev ajans ajansa ku mîrateya ji Mazlûm Erencî girtî ye. Vê ajansê tu wextê çong danenî. Dibe ku we hevalên me kiribe binçavan, lê belê em ê di şûna wan de jî bixebitin.”
Ji wê heyamê heta niha zextên li ser çapemeniyê neguherî. Îro zextên li ser Çapemeniya Azad a Kurd zêdetir bûne. Tevî ewqas zext û operasyonên tirsandinê jî rojnamevanan gavek jî paşve neavêt. Rojnamevan Gok ê ku bi awayek bêhiqûqî hat girtin di korîdora edliyeya Amedê de van gotinên wî olan dabûn: “Qet xeman nexwin wê faşîzm têk biçe. Wê ev pergala faşîst bicehime biçe. Bimire faşîzm, bijî Çapemeniya Azad.”