Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

TEV-DEM: Em 1’ê Gulanê bikin egera li dijî tecrîd û dagirkeriyê

TEV-DEM’ê 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cihanê, li kedkarê mezin Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “ Em mîrasa 1ʹê Gulanê bikin wesîleya xurtkirina têkoşîna parastina nirxên me yên exlaqî. Her wiha bikin wesîleya piştevaniya hemû berxwedêrên li dijî tecrîd û dagirkeriyê."

 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cihanê daxûyaniyek da.

Di daxûyaniyê de wiha hate gotin: “Em salvegera 137ʹan a 1ʹê Gulanê li kedkarê mezin Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Rêber Abdullah Ocalan ruh û mîrateya nirxê rasteqîn ê tevahî kedkarên herêmê û cihanê geş kir. Em vê boneyê li tevahî kedkar û karkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî berxwedêr û têkoşerên li dijî zilmê pîroz dikin.ʹʹ

TEV-DEMʹê diyar kir ku li cihanê beşa karkeran herî zêde bi êş, zilm, înkarkirin û çewsandinê re rû bi rû maye û wiha hat domandin: ʹʹÇîna karkeran ku tiyê îradeya azad e li hemberî pergalên kapîtalîst xwe birêxistin kir, hêza xwe yên fikrî û xweser komî ser hev kir da ku wekhevî û edaleta civakî pêk bîne. Di wê çarçoveyê de xwepêşandan li hember kapîtalîstan lidar xistin, banga maf, edaletê û başkirina rewşa jiyanî kir û di oxira vê yekê de berdêlên mezin dan. Herî dawîn hewldanên wan bi ser ketin û mafên wan li ser asta navneteweyî û herêmî bi rêya peyman û qanûnan hatin mîsogerkirin ku piraniya dewletên cihanê li ser îmze kir. ʹʹ

TEV-DEMʹê da zanîn ku tevî wê jî lê ev beş nikare mîras û nirxên xwe di 1’ê Gulanê de bêyî astengî pîroz bike û got: “Mixabin li piraniya welatên ku peymana 1ʹê Gulanê îmze kirine çîna karker û kedkaran rastî astengî û heqaretê tên ku dighêje asta pevçûnan jî. Dîmenên bi vê awayekî her sal dûbare dibin. Pergala kapîtalîst a ku li ser serê mirovahiyê bûye bela, di nav şert û mercên dijwar re derbas dibe, bêçare maye û nikare çareseriyeke demokratîk û aştiyane bibîne. Pergala kapîtalîst bûye mîna ewrekî reş ku ronahî tê de tuneye. Ev yek jî bandoreke mezin li rewşa giştî ya cihanî dike.”

TEV-DEMʹê di dewama daxûyaniyê de bal kişand ser siyasetên dewleta tirk a dagirkerên li dijî karker û kedkaran û got: “Dewleta tirk a dagirker siyasetên herî qirêj li dijî îradeya karker û kedkaran dimeşînin, gelek karker girtine, bêkarî û nezanî li ser tevahî civaka tirk ferz dike. Her wiha şerê taybet, siyasetên înkarkirin û qirkirinê li dijî gelên herêmê dimeşîne.ʹʹ

TEV-DEMʹê îşaret bi rola kedkaran di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kir û got: “Di şoreşa vîna gelên berxwedêr ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piraniya herêmê de, karkeran tevî beşên din roleke sereke û girîng dilîzin û têkoşîn temam dikin. Kedkaran ruheke çalak da rêveberiyê û têkoşînê. Bi tevlîbûna çalak a jinên kedkar û têkoşer, destanên lehengiyê hatin nivîsandin. Êdî jin mîras û nirxên 1’ê Gulanê bi ruhê şoreşa civakê bi rêve bir da ku civakeke demokratîk û azad ava bibe.ʹʹ

TEV-DEMʹê di dawiya daxuyaniyê de got: “Em piştgiriya vî beşî dikin. Em di wê baweriyê de ne ku berxwedan û têkoşîn mîsogeriya têkbirina terorê û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî ji dewleta tirk a dagirker in. Em mîrateya 1ʹê Gulanê bikin wesîleya xurtkirina têkoşîna parastina nirxên me yên exlaqî. Her wiha bikin wesîleya piştevaniya hemû berxwedêrên li dijî tecrîd û dagirkeriyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar