Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Çewlîg: Li Zapê qediyan dora qedandina li Enqerê ye

Endama Fermandariya Biryargeha YJA Starê Zozan Çewlîg bal kişand ser faşîzma tirk ya bê perwa di destê akp-mhp’ê de û got: “Ji aliyê leşkerî ve li Zapê qediyan, bi saya gelê me jî wê ji aliyê siyasî ve li Enqereyê biqedin. Ev yek wê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê veke û dîktatorê xwînmij wê di hilbijartinê de biqede.”

Endama Fermandariya Biryargeha YJA Starê Zozan Çewlîg têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê û biryara bêçalakîtiyê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bersiv da pirsên rojnamevan Têkoşîn Axîn.

Beriya niha bi demekê civîna Konseya Fermandariyê ya YJA Starê hate lidarxistin. Di vê civînê de biryarên girîng hatin wergirtin. Hem têkildarî van biryaran, hem jî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd roleke çawa dibe para gerîla û fermandarên YJA Starê?

Meha Gulanê ji bo tevgera me meheke girîng e. Gelek şehîdên me yên hêja di vê mehê de hatin dayin, wan bi rêzdarî bi bîr tînim, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim.

Em bên ser pirsa we; di civîna xwe de me rewşa sê salên dawî ya ku Rêber Apo tê de ye nirxand û biryarên girîng wergirt. Rêber Apo 25 sal in di nava şert û mercên giran de di berxwedaneke mezin de ye. Sîstema Îmraliyê ku di şexsê Rêber Apo de tê meşandin, bi esasî li dijî civakê bi temamî ye. Me di civîna xwe de jî nirxand; rojeva me ya sereke rewşa Rêber Apo ye. Bi taybetî salên dawî tecrîdeke gelekî giran û kûr heye. Me bi berfirehî nirxand bê çima tecrîd hîn bêhtir tê şidandin. Nuqteya duyemîn jî em li ser wê yekê sekinîni ku weke hêzên parastinê bi taybetî jî YJA Starê erk û wezîfeyên xwe yên ji bo Rêbertî çiqasî bi cih tînin. Biryara herî girîng jî bi vî rengî bû: Divê siyaseta qirkirinê ya li ser Rêber Apo bê fêhmkirin û li gorî pêwîstiyên vê ferasetê, em vê siyasetê tune bikin.

Rêber Apo ji bo me navend e; kiryarên li hemberî wî kiryarên li dijî me, gelê kurd û tevahiya mirovahiyê ye. Divê bi vî rengî bê fêhmkirin û li ser bingeha xeta ‘Jin, Jiyan, Azadî’, fikrê azadiyê û pîvanên Îdeolojiya Rizgariya Jinan di asta herî bilind de têkoşîn bê meşandin.

Rêber Apo ji bo me jiyana azad e, em rewşa Rêber Apo bi baldarî dişopînin. Weke fedaiyên Rêber Apo careke din destnîşan dikin ku rewşa Rêber Apo ji bo me hinceta şer e.

Di 6’ê Sibatê de hem li bakurê Kurdistanê hem jî li Tirikyeyê erdhejeke mezin pêk hat. KCK’ê ji bo pêçandina birînên gel biryara bêçalakîtiyê da. Lê belê tevî vê biryarê jî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser qadên berxwedanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û bakurê Kurdistanê dewam kirin. Hûn van êrîşan çawa dinirxînin? Li hemberî êrîşan pozîsyona gerîla çawa ye?

Biryara KCK’ê girîng bû û hêzên me jî bi baldarî û berpirsyariyeke mezin li gorî vê yekê tevgeriya. Gelê me jî şopand, her kesî dît ku em tevgereke mirovî ye. Encama erdhejê û êşên ku gelê me kişand bûn sedem ku em biryareke bi vî rengî bidin. Biryareke exlaqî bû. Lê belê dewleta tirk a dagirker li gorî vê biryarê tevnegeriya, berevajî ji bo êrîş bike weke firsendekê bi kar anî. Di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonên li ser qadên berxwedanê berfireh kir û li bakurê Kurdistanê jî operasyonên leşkerî dewam kir. Ev mijar divê di rojeva gerîla de be, rê nede operasyonên dagirkeriyê û têk bibin. Divê gelê me jî baldar be û di hilbijartinê de bersiva pêwîst bide dagirkeriya faşîst.

Gerîla 8 sal in li hemberî êrîşên dagirkeriyê di nava berxwedaneke mezin de ye. Bi taybetî YJA Star bi roleke mezin rabû. Hem şervanên YJA Starê hem jî fermandarên wê mohra xwe li şerê 8 salan xistin. Yek ji van fermandaran jî Gulçiya Gabar bû. Her wiha Hejar Zozan jî di vê berxwedanê de xwedî mîsyon bû. Hûn têkoşîna van herdu fermandaran çawa dinirxînin?

Salvegera şehadeta hevala Gulçiya ye. Hevrê Pelşîn jî pê re şehîd bû. Fermandara Eyaleta Serhedê Hejar Zozan jî tevlî karwanê nemiran bû. Van hevalan bi rêzdarî bi bîr tînim, di şexsê van hevalan de sersaxiyê ji malbatên welatparêz hemûyan re dixwazim. Di şexsê jin a Kurd a şerker de tecrûbeyeke mezin a azadiyê kom bû. Me ji Sarayan destpê kir, niha jî gihîştin Gulçiya û Hejaran. Ev tecrûbeyeke mezin îro li tevahiya cihanê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê qîrîn.

Fermandar Gulçiya di fermandariya jinê de mîrateyeke mezin li pey xwe hişt. Ji Behdînanê heta bi Amedê, ji Erzîromê heta Kobanê di rojên herî krîtîk de fermandarî kir. Ew bi xwe jî ji herêma Mêrdînê ye. Kesayeteke welê bû ku bi pîvanên kûr ên welatparêziyê mezin bû. Bi kesayetiya xwe ya ku her tim ji zor û zehmetiyê re amade bû, her demê fermandarê kir, di artêşbûna jinan de bû mînak.

Hejar Zozan fermandara eyaleta Serhedê bû, tevî hevalê Bager şehîd bû. Heval Hejar ji Erdexanê bû. Di dema xwendina zanîngehê de bi zilma li gelê kurd tê kirin hesiya û rastiya Rêber Apo li vir nas kir. Da pey lêgerînên xwe yên azadiyê û berê xwe da çiyê. Weke endameke Hêzên Taybet li ser xeta şehîdan û Rêbertî têkoşîneke mezin meşand. Hevala Hejar tevlîbûneke bi zanebûn kir û tevlî karên Şehîd Delal bû. Di nava Hêzên Taybet de ji aliyê pêşvebirina karên teknîkî ve bi roleke mezin rabû. Di heman demê de operasyona dagirkeriyê ya dijmin a li ser Heftanînê li çeperan pêşwazî kir. Li gel Esmer, Zelal û Bageran şerekî mezin meşand.

Li Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de hilbijartin tê kirin. Hûn vê çawa dinirxînin?

Faşîzma Erdogan 20 sal in êşên gelekî giran bi gelê kurd da kişandin. Ji destpêkê ve siyaseta wan li ser qirkirinê û tunekirina gelê kurd bû. Polîtîkayên xwe bi zexteke mezin meşandin. Hêzeke ku hebûna xwe dispêre tunebûna gelê kurd. Di dema hilbijartinê de jî polîtîkayeke bi vî rengî dimeşînin. Erdogan mejiyeke, rejîmeke. Bi taybetî li dijî hêzên azadîxwaz, jin û ciwanan metirsiyeke mezine. Jin û ciwan divê vê rastiyê bibînin û di hilbijartinê de li ber rabin. Ev hilbijartin gelekî girÎng e. Tirkiye wê biryarê li ser faşîzmê yan jî demokrasiyê bide. Divê her kes li gorî vê girîngiyê tevbigere û dengê xwe bide. Encamên vê hilbijartinê wê ji aliyê jinan, ciwanan û civaka me ve bê diyarkirin. Em di wê baweriyê de ne ku bi jinan, ciwanan, elewiyan, kedkaran, hêzên demokratîk ev hilbijartin wê bi serketina Partiya Çepên Kesk biqede. Ji ber tirsa ji vê yekê xebatkarên çapemeniyê, siyasetmedaran dixin zindanê. Dibe ku van operasyonên siyasî veguherînin operasyonên komployê yên provkatîf. Di vê mijarê de divê gelê me baldar be.

Ji aliyê leşkerî ve li Zapê qediyan, bi saya gelê me jî wê ji aliyê siyasî ve li Enqereyê biqedin. Ev yek wê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê veke û dîktatorê xwînmij wê di hilbijartinê de biqede. Baweriya me ji vê yekê heye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar