‘Qedexe’ û ‘herêmên ewlekariyê yên taybet’ ku dewleta tirk a dagirker bi salan e li bajarên kurdan bi rengekî kêfî û bi rêk û pêk dixe meriyetê, bi taybetî li Şirnex û Colemêrgê dewam dikin. Lê beriya hilbijartinan bi du hefteyan ev tişt kirin, dide xwiya kirin ku lîstokên qirêj tê meşandin.
Li Şirnex û navçeyên Cizîr, Silopiya, Elkê û Qilabanê 14 herêm ji 1’ê Gulanê heta 15’ê Gulanê ji bo 15 rojan weke ‘herêma ewlekariya taybet a demkî’ hate ragihandin.
Heman herêm ji 16’ê nîsanê û pê ve ji bo 15 rojan weke ‘herêma ewlekariya taybet’ hatibûn îlankirin.
8’ê nîsanê zozanên çar gundên navçeya Geverê ya Colemêrgê jî hatibûn qedexekirin.