Ji hilbijartina 14’ê Gulanê 2 hefte mane. Her kes plansaziyên xwe yên dawî dikin û ji bo serkeftinê her tiştî dikin. Wexta mirov li muxalefetê û desthilatê dinêre dibîne ku herdu alî jî hewl didin siyaseta xwe li gorî dengên kurdan ji nû ve sererast dikin. Ev jî girîngiya siyaseta demokratîk nîşan dide. Bêguman bi carekê wisa kurd nebûn navenda siyasetê. Têkoşîna gelê kurd ev 50 sal in bi berxwedana bêhempa ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan teşe girtiye. Kurd ev 50 sal in bi kedeke mezin û dayîna berdêlên giranbuha hatiye vê astê. Wisa bi rehetî nehatiye vê astê.
Ji bo mirov girîngiya vê mijarê baştir fêm bike, divê mirov li jiyana Rêber Apo û PKK’ê binêre. Rêber APO di serdema ku kurd li ber sekratê bûn dest bi vê têkoşînê kir. Her tişt bi keda xwe û bi zanebûna xwe afirand û hêza nemir wekî PKK’ê afirand. Rêber Apo bi hişmandiya ‘Jiyana çewt rast nayê jiyîn’ li hemberî ev pergala rizyayî serî rakir. Bala xwe bidênê jiyana Rêber Apo û ya PKK’ê berovajî ev pergala rizyayî ya kapîtalist e. Rêber Apo her çiqasî 23 sal in di îşkencexaneya Îmraliyê de di nava tecrîda girankirî de tê tecrîdkirin jî bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk li hemberî ev pergala rizyayî li ber xwe dide. Rêber Apo bi rêxistinkirina civakê derba herî giran li vê kapîtalîzmê xistiye û dixe. Her çiqasî civak xwe bi rêxistin bike û biyarên xwe bi xwe bide wê ewqasî ev pergala rizyayî biçûk bibe û têk biçe. Têkçûna pergala rizyayî bi berxwedana bêhempa ya Rêber Apo û PKK’ê ji her demê bêhtir nêz bûye.
Ji bo ev têkçûn leztir bibe derfeteke dîrokî li pêşiya gelê kurd û gelên azadîxwaz e. Ev derfet jî hibijartina 14’ê Gulanê ye. Divê tu kes wekî hilbijartinên din nêzî vê hilbijartinê nebe. Jixwe hemû alî bi awayekî vekirî dibêjin ku ev hilbijartin hilbijartina guherîna pergalê ye. Bi gotineke din roja 14’ê Gulanê wê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê sedsala xwe hilbijêrin. Wê dengê xwe ji bo diyarkirina çarenûsa sadsalên pêşiya xwe bi kar bîne. Ji ber vê yekê ev hilbijartin ne hilbijartineke ji rêzê ye. Wê ya ji şefê faşîst Erdogan û faşîzma AKP-MHP’ê re bêjin bes e, yan jî wê bi rê bidin vê faşîzmê û deriyê faşîzma herî dijwar heta dawiyê vekin. Her çiqasî gel û kolan li hemberî vê ne jî divê neyê jibîrkirin ku ‘di Osmaniyan de dek û dolab naqedin’. Ji bo qezenc bikin wê her tiştî bikin. Heta dikarin bi milyonan kesî ji bidin kuştin. Tifaqa wan bi Partiya Hur Davayê li ser vî esasî ye. Lê tişta ku wan dide sekinandin û fikarandin hêza PKK’ê ye. Hebûna PKK’ê tirseke mezin xistiye dilê wan û ji vê tirsê newêrin bi awayekî vekirî gefa komkujiyê li gel bixwin. Ne wisa bûya wê ji zûde gefên komkujiyê li gel bixwarana. Ew jî baş zanin ku kîjan bi PKK’ê şer dike têk diçin, aqûbeta El Qaîde, El Nusra, DAIŞ û hwd li holê ne.
Divê gelê kurd ê gelên li hemberî vê faşîzmê nerazîne bi xwe bawer bin û zanibin ku hêza li pişt wan e ji yê faşîstan xurtir e. Ji bo vê jî tu kes dengê xwe nedin şefê faşîst Erdogan ê tifaqa faşîst a Cûmhûr. Her kes ji bo parlamentoyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û ji bo serokomariyê jî bidin Kiliçdaroglu. Bi taybetî jî gelê kurd divê faşîzma Erdogan tu carî ji bîr neke. Dema biçin ser sindoqan divê Dayika Taybet a ku cenazeyê wê bi rojan li kolanê hat hiştin. Divê kuştina zarokên kurd ji bîr nekin. Ji bo hesap ji şefî faşîst Erdogan were pirsîn hewceye herkes dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Divê gelê kurd û gelên azadîxwaz ji kîjan partiyê yan jî ji kîjan bîr û baweriyê be ferq nake her tiştî deyne aliyekî û ji bo serkeftina Partiya Çepên Kesk bixebite û dengê xwe bide wê. Serkeftina Partiya Çepên Kesk serkeftina gel e. Partiya Çepên Kesk çiqasî zêde li parlamentoyê were temsîlkirin ewqasî wê hêza me ya guherînê xurt be. Ji bo vê jî ji serkeftinê pêvtir tu rêyeke din li pêşiya me tuneye.
Roja 15’ê gulanê em ê cejna serkeftinê û Cejna Zimanê Kurdî bi hev re pîroz bikin.