Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

El Selman: Divê tu Sûriyeyiyên li Tirkiye dengê xwe nedin akp’ê

Rûspiyê eşîra El Bo Hedîd Selah El Selman bal kişand ser hilbijartinên li Tirkiyeyê û got: “Em û gelê me yê li Tirkiye baş dizanin Erdogan çi sûc li herêmên me kirin û çawa herêmên me wêran kirin. Lew ra divê tu sûriyeyî dengê xwe nedin akp’ê.”  

AKP`ê di çend salên borî de nasnameya tirkî da derdora nîv milyon penaberên sûriyeyî. Da ku li gorî berjewendiyên xwe wan di hilbijartinan de bi kar bîne. Di gel ku hilbijartin nêzîk bûne, AKP`ê ji sûriyeyiyan xwest ku dengên xwe bidin wê.

Rûspiyê eşîra El Bo Hedîd û berdevkê Meclisa Eşîrên El Salihe Selah El Selman ji eşîrên ereb xwest ku dengên xwe nedin AKP`ê.

El Selman diyar kir ku divê hemû sûriyeyiyên li Tirkiye welatparêz bin û li pey siyasetên dewleta tirk neçin ku armanc dike axa Sûriyeyê dagir bike û wiha domand: “Em û gelê me yê li Tirkiye baş dizanin Erdogan çi sûc li herêmên me kirin û çawa herêmên me wêran kirin.”

El Selman ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê sûriyeyiyên li Tirkiye dengên xwe nedin desthilatdariya faşist ku ji bilî êşê tiştek ji me re neanî û aloziya Sûriyê kurtir kir. Her wiha êşê gelên Sûriyê zêde kir.”

El Selman destnîşan kir ku fikrên Erdogan mêtinger û wêranker in, nekarin ewlehî û aramiyê pêk bînin, armanca partiya wî ya yekane, planên Osmaniyan ji nû ve pêk bîne û derbe li her projeyeke demokratîk a herêmê bide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar