Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Karasû: Divê Tifaqa Ked û Azadiyê dûrî nêzikatiyên teng be

Karasû diyar kir ku, tekanê hêza li hember desthilata faşîst bisekine û xwedî bername ye, Partiya Çepên Kesk e û got: “Tifaqa Millet ne xwedî hêz, bername û helwesteke wisa ye ku li hemberî vê desthilatdariya faşîst têbikoşe. Ji ber vê Partiya Çepên Kesk dikare tevî pêkhateyên xwe û hêzên tifaqê vê valahiyê dagire.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku Partiya Çepên Kesk ji HDP’ê berfirehtir dikeve hilbijartinên 14’ê Gulanê û mûxalefeta rasteqîn a li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê derxist holê û got, “Heke rola xwe rast bilîzin, firsendeke dîrokî derketiye holê. Valahiyek mezin heye. Tifaqa Millet heye, lê tifaqa Millet ne xwedî hêz, bername û helwesteke wisa de ye ku li hemberî vê desthilatdariya faşîst têbikoşe. Ji ber vê Partiya Çepên Kesk dikare tevî pêkhateyên xwe û hêzên tifaqê vê valahiyê dagire.”

Karasû diyar kir ku divê Partiya Çepên Kesk zêdetir xîtabî Tirkiyeyê bike û got, “Divê di xîtaba civaka Tirkiyeyê de hinekî wêrektir û hinekî din jî vekirî be. Ji ber ku Tirkiye wê bi civaka xwe re hilweşe. Ez ji bo hêzên demokratîk jî dibêjim; divê ew xîtabî derdorên berfireh bike. Kurd têdikoşin, em têdikoşin. Di vî warî de problem tune. Lê ji bo hilweşandina vê faşîzmê divê gelê kurd, hêzên demokrasiyê yên kurd bêtir xwe bigihînin gelên Tirkiyeyê.

‘Ez hevalên nemir heval Gulçiya, Dilxwaz û Pelşîn bi rêzdarî bi bîrtînim’

Ez heval Gulçiya, heval Dilxwaz û heval Pelşîn bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Heval Gulçiya û Dilxwaz hevalên kevn bûn me hev nas dikir.  Her du jî fermandarên HPG, YJA Starê bûn. Heval Gulçiya li Biryargeha HPG’ê bûn. Endama Fermandariya Biryargehê bû. Heval Dilxwaz jî li eyaletekê fermandar bû. Van hevalan di têkoşînê de kedeke pir girîng dan. Herdu jî zarokên Botanê ne. Li Botanê bi sedan fermandarên jin û mêr derketin holê. Di vê têkoşînê de kedeke mezin dane. Botan ku beriya niha bi sedan fermandar derxistiye, yek ji van qadan e ku welatparêzî lê herî xurt e. Botan qadeke wisa ye ku têkoşîna me ya gerîla bi awayekî xurt lê pêş ketiye. Taybetiyeke wisa ya Botanê heye.

Helbet ez van hevalan ji zû ve nas dikim. Hevala ku ez ji zû ve wê nas dikim, heval Gulçiya ye.  Ew di sala 1995’an de li herêma me bû. Ez wê demê li Metînayê bûm. Heval Gulçiya di sala 1995’an de bi biharê re derbasî herêma Berwar Sevdîn û Lêvînê, ango derbasî herêma Colemêrgê bû. Wê demê fermandara mangayê bû. Ez dibêjim qey ber bi payîzê bû; operasyonek çêbû. Dewleta tirk êrîş kir. Şer çêbû. Heval Gulçiya ji yekîneya xwe qut dibe. Carinan di şer de heval ji yekîneyên xwe qut dibûn. Heval Gulçiya jî ji yekîneya xwe qut bûbû. Operasyon didomiya, ew bi tenê mabû. Diçe qadeke çiyayî û daristanê, xwe vedişêre.

Ez dibêjim qey roja dawîn a operasyonê ye, leşkerek ji nişka ve tê cihê ku wê xwe veşartiye. Ew û Gulçiya rastî hev tên. Leşker dema heval Gulçiya dibîne dibêje  “Fermandarê min jinek li vir e, fermandarê min jinek li vir e” û diçe. Gulçiya dibîne ku di vê rewşê de tiştekî ku bike nemaye, bombeya xwe amade dike, fîşekê diajo devê çeka xwe û li bendê dimîne. Ger leşker werin wê heta dawiyê şer bike. Wê guleya xwe ya dawîn jî di xwe de biteqîne.  Li benda rewşeke wisa ye. Piştî wextekê dengê leşker qut dibe. Bi saetan kes nayê. Piştre li wir dimîne. Piştî rojekê, du rojan leşker ji operasyonê vedikişin. Heva Gulçiya ji qada Qeşûra ber bi Metînayê ve dimeşe. Ez wê demê li Metînayê bûm. Wan rewş rave kir, berê tekmîl dabûn. Digotin pevçûn derketiye, heval Gulçiya ji yekîneya xwe qut bûye, nikarin agahiyê jê bistînin. Dibe ku şehîd bûye. Piştî ku sînor derbas kir, hevalan agahî dan ku ber bi me ve tên. Min xwest were ba min. Dema hat qala rewşê kir. Bi qasî 15-20 rojan ji yekîneya xwe qut bûye, hefteyekê dimeşe, sînor derbas dike û tê. Bûyereke wisa pêk hat.

Wê demê fermandara mangayê ye. Di sala 1992’an de tevlî bûye, ev bûyer di sala 1995’an de pêk hatiye. Ji wê demê û vir ve, ez her tim pê eleqedar bûm. Wê demê bi zehmetî rizgar bûbû. Ez dibêjim qey leşker diçe agahiyê dide fermandarê xwe, piştre dema li derdorê kesî nabîne, wekî ku tiştek nedîtiye tevdigere. Bi îxtîmaleke mezin ji malbateke demokrat e yan jî kurd e. Dema nû dibîne, bang dike lê piştre dibîne ku kes li derdorê tune, wekî ku tiştek nedîtiye tevdigere. Yan na wê biçe bibêje, wê leşker werin û li wir şer çêbibe. Wê heval jî li wir şehîd bibe.

‘Xwe fedayê azadiya gelê kurd kiribûn’

Bi rastî jî hevalek me bû ku ji nav wan nirxên Botanê yê civakî rabûbû. Bi temamî xwe fedayê azadiya gelê kurd kiribû, dilsozê nirxên xwe bû. Li her derê erk meşand. Ji bo wê ne wezîfeyên hêsan, wezîfeyên zehmet bûn. Her tim wiha nêzî wezîfeyan bûye. Xwestiye wezîfeyên zehmet bigire. Li her derê maye. Li Botanê, li Amedê maye. Berpirsyariya Amed, Xerzan û Erziromê kiriye. Piştre li gelek qadan; li Rojava û Rojhilat fermandarî kir. Hevalek wiha ye. 30 salan ma di nava vê têkoşînê de. Beriya ku şehîd bibe, mehekê me hevdû dît. Beriya mehek, mehek û nîv bû. Me di meha adarê de hevdû dît. Ew jî ji xwe di dawiya nîsanê de şehîd bû; 2019’an. Bi rastî jî weke zarokek a Botanê, weke fermandarekê şehadeta wê zû bû. Li Garê di encama êrîşa hewayî de şehîd bû. Ez bi minetdarî bi bîr tînim.

Bi taybetî jî jinên kurd û keçên Botanê divê heval Gulçiya mînak bigirin. Li pey şopa wê bimeşin. Divê têkoşîna van hevalan li erdê nemîne. Teqez Kurdistana azad pêk bê. Hêviya wan wiha bû.

Heval Dilxwaz jî wiha. Zarokeke Botanê bû. Dîsa heval Pelşîn jî ji Mêrdînê, cihê ku welatparêzî lê zêde ye tevlî tevgerê bibû. Ez van hevalan bi minetdarî bi bîr tînim. Bîranînên wan teqez wê di têkoşîna me de bijîn. Em ku weke şopdarên wan û me soz daye wan, em ê vê têkoşînê heta dawiyê bidomînin. Teqez em ê Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk pêk bînin.

‘Tecrîdek dermirovî li ser Rêbertî ev 8 sal in didome’

Niha dîlgirtina Rêbertî di sala 25’emîn de ye. Di rastiyê de ev nêzî 25 sal in Rêbertî li wir di bin tecrîdek giran de ye. Dem bi dem, gava ku desthilatdariya AKP’ê ji bo desthilatdariya xwe xurt bike xwe sist dikir, hinek hevdîtin çêdibûn. Hevdîtinên siyasî jî dihatin kirin. Em jî diçûn Osloyê. Hevdîtin çêdibûn. Di vî demî de nêzîkatiyek nerm hebû. Hebû lê ji ber ku desthilatdariya AKP’ê ne xwedî hişmendiyek demokratîk bû, encamek ji van hevdîtinan derneket. Ya rast Erdogan ev hevdîtin ji bo xwe kir amûr.

Ev rastiyek e; li Tirkiyeyê bêyî demokratîkbûnek rast û bêyî mejiyek demokratîk pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Ji ber ku dewleta tirk li pirsgirêka kurd cuda dinêre. Dixwaze di qirkirinê de derbas bike. Ne pirsgirêkek siyasî ye. Kêm û zêdehiya daxwazan dibe. Dikare were nîqaşkirin û li cihekê were çareserkirin. Li vir pirsgirêkek heye ku nayê qebûlkirin. Nayê qebûlkirin. Yanî divê destpêkê rewşek a ku nayê qebûlkirin, bê derbaskirin. Hebûna wê divê were qebûlkirin. Li Tirkiyeyê rastiyek înkarker a bi vî rengî heye. Dem bi dem dibêjin, me înkar şikand. Tiştek wiha nîn e. Yanî ew gotin tenê ji bo xapandina civakê û cihanê hatine gotin. Yan jî niha sîstema qirker bi hemû leza xwe dixebite. Teknîka peywendiyan a girseyê pêş ketiye. Teknîka înformatîk pêş ketiye. Bişaftin bi rengekî zêde didome. Lewma jî ji bo veşartina rûyên xwe yên qirker, ji bo maskekirinê di qada bi sînor û çandî de hinekî xwe sist kirin. Ji derveyî vê tecrîda giran tê meşandin. Niha ji 2015’an û vir ve ev 8 sal in tecrîdek giran tê meşandin û ev du sal û nîv in jî ji xwe tu hevdîtin nayên kirin. Sedemê vê çiye? Çima hevdîtin nayê kirin? Çima tecrîda giran tê meşandin? Eger bersiva vê yekê bê dayîn, wê demê wê were fêmkirin.

‘CPT li dijî îşkenceyê nasekine bi îşkencevana re dibe hevkar’

Bi aşkere nayê xwestin ku gotinek Rêbertî jî derkeve derve. Li ser Rêbertî şerekî psîkolojîk tê kirin. Çawa ku ji derve qirkirin û şerek tê meşandin, zextek zêde li ser gel tê meşandin, li dijî Rêbertî jî tê meşandin. Jixwe zexta yekem ji wir dest pê dike. Ji ber ku Rêbertî ye ku ev gel bi zane kirî, rêxistin kirî û anî rewşa têkoşertiyê, ev zext li dijî wî tê meşandin. Ji ber vê yekê jî tecrîdek giran heye. Ev tecrîda giran tê vê wateyê: Rêbertî polîtîkayên AKP’ê red dike û li dijî wê helwest datîne. Her gotina wî, dê li dijî wê helwestek be. Lewma tecrîd tê kirin û hevdîtin nayê kirin. Helbet evana hemû bi binpêkirina Makeqanûna Tirkiyeyê tê kirin. Hiqûqa gerdûnî jî tê binpêkirin. Bi rastî jî tu bingehek ê hiqûqî nîn e. Ev kiryarek kêfî ya min kir û qewimî ye.

Aşkere ye ku CPT di nava kiryarên kêfî de ye. CPT saziyek a Ewropa ye. Ewropa hiyerarşiyek e ku bi temamî berjewendiyên ekonomîk û berjewendiyên madî esas digire. Li Ewropayê nirxên manewî nîn in. Pîvanên manewî yên Ewropayê nîn in. Pîvanên madî pêşî li pîvanên manewî girtine. Nayê gotin ku qet nîn e, lê berjewendiyên madî pêşî li nirxên manewî girtine. Ji vî alî ve jî diçin li Îmraliyê rapor dinivîsinin. Ji me re nabêjin! Ji gel re nabêjin. Qaşo ji Tirkiyeyê re dibêjin… Eger bi vekirî neyînitiyek hebe, pêkanînek… Wê biguherînin, vê biguherînin, tiştekê nabêjin. Ricayek. Gelo ma Tirkiye wê guhdar bike? Ji xwe guhdar nakin. Tirkiye ji xwe vê dibêje, ez ê bikim, Ewropa çi dibêje bila bêje. Ji vî alî ve CPT mîna ku tê dîtin rolekê nalîze. Yanî ev ne saziyek e ku weke xuya dibe ye.

Yanî ne saziyek e ku li dijî îşkenceyê têdikoşe, ne saziyek e ku îşkenceyê çavdêr dike. Eger wisa bûya, wê li dijî tecrîdek evqas giran biba xwedî helwestek. Tu helwesta wê nîn e. Bi vî awayî çi diqewime? Dema CPT helwest nîşan nade, rewa û normal dibe. Tirkiye jî pêkanîna tecrîdê didomîne.

‘Li dijî şantaja AKP û MHP’ê erka me ya têkoşîna li dijî tecrîdê heye’

Çend roj berê hevala Besê (Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat) jî di bernameyê de bi berfirehî nrixand. Ewqas zext li ser Rêbertiyê tê kirin, bi awayekî li ser civakê, li ser tevgerê zext û şantaj tê kirin. Bi awayekî aşkere polîtîkaya şantajê pêk tînin. Polîtîkaya zextê dikin. Ev jî asta dewleta tirk nîşan dide. Niha jî bi şantaj û gefan hewl didin tiştekî bikin û hewl didin encamekê bistînin. Lê helbet gelê me jî hişyar  û zana ye. Tevgera me jî dizane ev xetere çi ye. Di vî warî de jî em dizanin ku ji bo rakirina vê tecrîdê têkoşîn pêwîst e. Têkoşîna siyasî hewce ye, têkoşîna hiqûqî hewce ye, têkoşîna gel hewce ye. Bi vî awayî tecrîd dikare ji holê were rakirin.

Di vî warî de helbet her kes bi gotinên Wezîrê Edaletê dikenin. Jixwe kesekî balkêş e, ne wezîrê edaletê ye. Ji bo ku neheqiyên aşkere veşêre, ji bo ku kiryarên xwe yên xerab veşêre demagojiyê dike. Çi ye ev tiştên ne di destê wan de!… Dibe ku mehek be, du meh be, 6 meh be. Ji ber ‘tiştên ne di destê wan de’ tecrîdê dikin û ji ber vê hevdîtinê nakin. Parêzer ji sala 2011’an û vir ve nikarin hevdîtinê bikin. Çi eleqeya tiştên ne di destê wan de heye? Berê digotin keştî xerabe ye, ev tişt xerabe ye. Niha jî ‘ji ber tiştên ne di destê wan de’. Yanî tiştek tune. Ji ber vê ne mumkun e, mirov bi awayekî cîddî li ser van tiştan bisekine. Li wir tecrîdeke giran heye. Li wir helwesta Rêbertî heye. Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên hikûmeta AKP’ê xwedî helwest e. Tecrîdeke giran li ser wî tê ferzkirin. Erka me têkoşîna li dijî tecrîdê ye. Ne tenê şikandina tecrîdê, divê azadiya Rêber Apo jî mîsoger bibe.

‘Nêzikatiya li hember Serokatî nezikatiya li hember kurdan nîşan dide’  

Ez êrîşa di sala 1996’an de ya li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikim. Di sala 1996’an de dema ku ev êrîş pêk hat, li Zapê em di Civîna Meclîsa Leşkerî de bûn. Rêbertî bi telefonê bi me hevalan di civînê de diaxivî. Di dema axaftina telefonê de, Rêbertî telefon qut kir. Bi qasî 5,6 deqîqeyan telefon da sekinandin. Piştre axaftina bi me re domand. Bûyer wisa ye, ez dibêjim qey Rêbertî li dibistana kurdî ye lê li nêzî dibistana tirkî wesayît tê teqandin.

Dîwarên dibistana tirkî hildiweşe. Lê tiştek bi kesî nayê. Helbet Rêbertî ji dûr ve jî deng dibihîze. Û paşê hîn dibe ku cihê teqîn lê çêbûye dibistana tirkî ye. Heval Cûma (Cemîl Bayik) û hevalên din li wir hene. Li wir bombe diteqe. MÎT di çarçoveya îstîxbaratê de, vê sûîkastê dike. Rasterast haya hikûmetê jê tune.  Lê hin beşên dewletê vê yekê dikin. Ji Celal Bûcak bigire heta hinek kesan, komeke bi vî rengî tê organîzekirin û bombeyeke wiha li Şamê tê teqandin. Bombeyên wiha tên teqandin da ku hinek zextê li Şamê bikin. Di vê serdemê de Tirkiye li hemberî me têk çûye û ketiye nav hilweşandinekê. Salên 1990’î serdemeke wisa ye ku Tirkiye rastî her cure hilweşandinan hat û ji ber vê jî êdî nikare vê têkoşînê ragire. Ji ber ku li hemberî şer rastî her cure hilweşandinê hatine, dixwazin Rêbertî ji holê rakin û vî şerî biqedînin. Bi nêzikatiya ‘Em  Apo ji holê rakin wê bandora PKK’ê jî nemîne’ Rêbertî dikin hedef. Dema ku bi ser nakevin, berê xwe didin rêyên din. Ev rewş heta Komploya Navneteweyî domiya. Li hemberî vê komploya li dijî Rêbertî, heval Zîlan bersiva herî mezin li Dêrsimê da. Heval Zîlan bi sekneke fedaî bersiv da vê sûîqesta ku li dijî Rêbertî hatiye kirin. Bi awayekî aşkere hemû tevger û jinan peyam dan ku wê xwedî li Rêbertî derkevin. Ev girîng bû.

Ji vê aliyê ve ez dikarim bibêjim ku piştî vê sûîqest û êrîşa bombeyî ya ku li Şamê li dijî Rêbertî hate kirin, li dijî êrîşên li ser Tevgerê meyla bersivdayîna fedaî pêş ket. Zîlan dest pê kir. Piştî Zîlanê ev yek zêdetir pêş ket. Rêbertî her dem bibû hedef û di sala 1996’an êrîşî wî hate kirin. Ev di rastiyê de nêzîkatiya dewleta tirk a li kurdan, nêzîkatiya wê ya li pirsgirêka kurd nîşan dide. Di rastiyê de, bi zîhniyeta qetlîamker a li hemberî Rêbertî, piştî pêkanîna Komploya Navneteweyî divê weke êrîşeke li dijî têkoşîna me ya di encama têkçûn û bêhêvîtiyê wan de derketiye holê bê nirxandin.

‘Bandora Denîzan li ser Tevgera me gelek e’

Em dikevin sala 52’emîn a darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan. Ez wan bi minet û hurmet bi bîr tînim. Em kesên ku tevlî darvekirinê bûne, bi şîddet şermezar dikin. Ev şoreşger di dîroka gelên Tirkiyeyê de serdemeke girîng nîşan didin.  Helwest û têkoşîna ciwanên nifşê Denîz, Mahîr û Îbrahîman ên di salên 1968-71’an de di dîroka Tirkiyeyê de serdemeke nû da destpêkirin.

Heta wê rojê helbet li dijî dewletê têkoşînek heye. Têkoşîna hêzên sosyalîst heye, gelê kurd ji xwe di dîroka komarê de her dem têkoşiyaye. Lê di nav civaka Tirkiyeyê de cara pêşîn wisa yekser têkoşîn tê kirin, ev tişt dibe tiştekî civakî, di nav ciwanan de piştgiriyê dibîne û vî tiştî li Tirkiyeyê serdemek nû da destpêkirin. Divê ev tişt wisa were diyarkirin.

Helbet helwesta wan bandor li têkoşîna me jî kir. Têkoşîna Mahîr, Îbrahîm û Denîz bandorek mezin li têkoşîna azadiya gelê kurd kiriye. Ji ber ku Denîz, Huseyîn û Yusuf ên ku wê werin darvekirin, ji beşa ku Rêbertî lê bû hatin girtin. Rêbertî wê demê di girtîgehê de ye. Piştî ku Mahîr di sala 1972’an de li Kizildereyê hat qetilkirin, Rêbertî pêşengiya boykotê kir. Ji ber ku pêşengiya boykotê dike, wî dixin girtîgehê. Wê demê ji cihê ku Rêbertî lê ye, wan dibin cihê darvekirinê. Wê demê Rêbertî mehek e di girtîgeha Mamakê de ye. Wan bandor li Rêbertî kirine. Rêbertiyê piştî ku Denîz hatin darvekirin, soz dabû û gotibû ‘Divê em li ser bîranîna wan têkoşîneke wisa bidomînin ku divê têkoşîn careke din neyê sekinandin û divê têkoşîn bi ser bikeve.’  Bandoreke wisa heye, lê li aliyê din bandor li ciwanên kurd jî kiriye. Piştî salên 1970’î, dorhêla siyasî ya ji aliyê van ve hat afirandin, di pêşxistina têkoşîna li Kurdistanê de bandoreke mezin li ciwanan kir. Divê ev tu carî neyê înkarkirin. Belê, di dawiya salên 60’î û di destpêka salên 70’ê de her çiqas di dawiya salên 60’î û serê salên 70’î de rêxistinên weke DDKD yan jî DDKO hebû jî, van rêxistinan nedikarî bi awayekî radîkal bandorê li ciwanan bike. Bi rastî jî helwesta Denîz, Mahîr û Îbrahîman bandorê li ciwanan dike û wan dixe nav têkoşînê. Pêwîstiya Kurdistanê jî bi milîtanên wiha heye. Heke li Kurdistanê milîtaniyeke bi vî rengî hebe, têkoşîn dikare bi pêş bikeve. Lê belê dema ku Kurdistanê di wê demê de pêwîstî bi milîtaniyeke bi vî rengî hebû jî, ev meyla derketiye holê ne milîtanî ye. Lê ji bo azadiya gelê kurd helwesteke milîtan û fedakar pêwîst e. Ji bo vê jî helbet bala civaka kurd û ciwanên kurd li ser van tiştan e. Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Sempatiya min jî li hemberî wan hene.

‘Azadî û biratiya gelan esas digirtin’

Huseyîn Înan ji gundekî nêzî me ye. Bi bandora wî, sempatiya min jî çêbû. Dema ku ew hatin darvekirin, ez di pola dawîn a lîseyê de bûm. Ji ber vê yekê helwesta wan bi rastî girîng e. Ger îro demokratîkbûn were Tirkiyeyê, azadiya gelê kurd pêk were, wê bi vê helwestê be. Wan girîngî dan biratiya gelê kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ew wek vî welatî ne înkarker bûn. Ji ber vê yekê înkar tunebû. Di nav ciwanên salên 1968-71 de, di nav Denîz û Îbrahîman de, di nav wî nifşî de înkaraa kurdan tune ye. Berevajî vê, di çarçoveya şoreşa demokratîk a ku wê li Tirkiyeyê pêk were de azadiya gelê kurd jî dixwazin. Di vî warî de bi helwesta xwe di rojeva pirsgirêka azadiya gelê kurd a li Tirkiyeyê de cih girtin.

Di vî warî de pêwîst  bi minetdarî û rêzdarî werin bîranîn. Ger Tirkiyeyeke nû ava bibe, wê li ser bingeha bîranînên wan, li ser bingeha dilsoziya wan bê avakirin. Di rastiyê de niha hêzên demokrasî û azadiyê yên li Kurdistanê bi gelên Tirkiyeyê re ji bo pêkanîna hesreta Tirkiyeya demokratîk û azadiya kurdan, Kurdistana azad, bi hevpariyeke wiha têkoşîn û hewldanan dimeşînin.

‘Ez di 1’Gulana 1977’an de li Taksîmê bûm’

Di serî de roja yekîtî, hevgirtin û têkoşînê ya kedkarên Kurdistan, Tirkiye û ya hemû cihanê pîroz dikim. Ez hemû kedkarên ku di vê rojê de şehîd bûne bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Ji ber ku min Şehîdên Yekê Gulanê jî ji nêz ve dît. Di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê, ez li nîveka qadê bûm, li ber peyker bûm. Wê demê jî min gelek kes nas dikir. Ez ji bo 1’ê Gulanê çibûm Stenbolê. Wê demê ez di nav korteja Dev-Yolê beşdarî meşa 1’ê Gulanê bûm. Em di navenda êrîşê de bûn. Piraniya mirinan li nêzî me qewimîn. Helbet girse belav bû, em li qadê man, me û polîsan me şer kirin. Me gelek cenaze xistin wesayîtan. Dîsa me kesên ku em difikirîn birîndar bûne xistin nava taksiyan û şandin nexweşxaneyan. Ez tê de bûm. Di vî warî de helbet ew Şehîdên Yekê Gulanê ji bo me bîranîneke girîng e û dibe soza ku me daye wan.

1’ê Gulanê, bi salan li cihanê; Ji sala 1877’an vir ve tê pîrozkirin. Di vî warî de kedkarên 1’ê Gulanê di pêşxistina têkoşîn û hişmendiyê de xwedî cihekî girîng in. Ne tenê cejn e, roja têkoşînê ye. Ji wê salê, ji dawiya sedsala 19’an heta îro, di 1’ê Gulanê de gelek şehîd hatin dayîn. Îro bûye roja têkoşînê. Îro 1’ê Gulanê hîn watedartir e. Ew xwedî dîrokek dirêj e. Helbet 1’ê Gulanê jî cejna sosyalîzmê ye, roja têkoşîna li dijî kapîtalîzmê û û roja pêkanîna sosyalîzmê ye. Di vî warî de jî tê wateya nûkirina hişmendiya sosyalîst a di têkoşîna sosyalîst de û ji nû ve nirxandina van tecrubeyan. Divê 1’ê Gulanê bi vî rengî bê fêmkirin. Pêwîst e ne tenê rojek were pîrozkirin, di salên pêş de jî bi tecrube û ceribandinên têkoşînê re divê têkoşîneke hîn mezintir bê meşandin.

Di vê qonaxê de têkoşîna karkeran girîng e. Helbet karker li dijî dewletê ne, li dijî mêtingeriya kedê ne. Di vî warî de karker yek ji hêzên herî bingehîn ên şoreşa demokratîk û şoreşa li dijî modernîteya kapîtalîst in. Kedkar jî weke sed salên borî di warê rêxistinbûna kedkaran de, di warê têkoşîna wan, derbaskirina kapîtalîzmê û di warê avakirina civakeke demokratîk û cihaneke bêyî kedxwariyê de wê rola xwe bilîzin. Lê eger em ji bo sosyalîzmê têdikoşin, pêwîst e hemû hêzên sosyalîst ên li derveyî kapîtalîzmê têxin nava vê têkoşînê. Û di vê têkoşînê de îro têkoşîna jinan girîng e, têkoşîna ekolojiyê girîng e. Bê van têkoşînan, ne pêkan e ku têkoşîna kedkaran ber bi serkeftinê ve biçe. Ger têkoşîna kedkaran bi ser bikeve, ev têkoşîn li dijî mêtingeriya kapîtalîst û li dijî modernîteyê bi ser bikeve, pêwîst e têkoşîna jinan û têkoşîna ekolojîk bi hev re were pêşxistin. Ji ber ku îro têkoşîna ekolojîk bûye pirsgirêka hemû mirovahiyê. Bêyî baldariya li hemberî van pirsgirêkan têkoşîneke rast a ji bo karkeran û ji bo sosyalîzmê nayê meşandin. Ez ji bo vê dibêjim; di sosyalîzma reel de, têgeheke xizmeta pîşesaziyê hebû. Pir xelet bû. Û ew bi têgihîştina ku xwezayê wêran dike nêzîkê pîşesaziyê dibû. Niha divê ev tişt were derbaskirin û em wê deynin aliyekî. Ji bo azadiya jinan tenê mirov bêje bêyî azadiya jinan civak azad nabe jî têr nake. Pêwîst e êdî nêzîkatiyeke ku jinan têxe navenda azadiya civakî, di vî warî de têkoşîna kedkaran, têkoşîna jinan, têkoşîna hêzên ekolojîk û têkoşîna hemûyan bê meşandin.

Konfederalîzma demokratîk alternatîfa dewletê ye’

Li aliyê din jî, pêwîst e ez tekez bikim ku; êdî ne hewce ye ku mirov sosyalîzmê wekî xwedî dewlet bifikire. Dewlet amûra mêtingeriyê ye. Bi kedxwariyê re dewlet derket holê. Di cihaneke ku mêtingerî, kedxwarî û hêza kolektîvîzmê lê tunebe de cihê  wê dewletê nîne. Divê nebe. Di vî warî de konfederalîzma demokratîk ku alternatîfa dewletê ye, ango rêveberiya demokratîk a gel dikare li ser konfederalîzma demokratîk bê avakirin. Divê feraseteke dewletê tunebe. Belê, hikûmeteke demokratîk pêwîst e. Ew rêveberiya demokratîk dikare li ser bingehê konfederalîzma demokratîk pêk were. Di vî warî de bi taybetî dema ku 1’ê Gulanê bi bîr tînim, dixwazim balê bikişînim ser vê yekê.

Helbet di serî de ji bo Tirkiye û Kurdistanê di têkoşîna li dijî faşîzmê de ev 1’ê Gulanê divê bibe rojeke girîng û wê bibe rojeke girîng jî. Hêzên demokratîk û kedkarên li Kurdistanê û hêzên kedê yên Tirkiyeyê wê di 1’ê Gulanê de vê yekê zêdetir bi cih bînin û bi pêşxistina vê yekitiyê têkoşîna hilweşandina faşîzma li Tirkiyeyê mezin bikin. Tê texmînkirin ku ev 1’ê Gulanê wê bandorê li hilbijartinên 14’ê Gulanê jî bike. Bi awayekî ruhê 1’ê Gulanê wê di 14’ê Gulanê de jî di tunekirina faşîzmê de xwedî bandor be.

‘Sekna gelê Tirkiyê mirov dixe nava xofê’

Niha nêzîkatiya li hemberî erdhejê, asta nîqaşa erdhejê ya li Tirkiyeyê di rastiyê de Tirkiyeyê nîşan dide. Yanî li Tirkiyeyê wijdan nemaye? Gelo exlaq maye? Nêzî 200 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan bajar bi erdê re bûn yek. 15 milyon mirov bandor bûn. Wekî bûyerek ji rêzê qewimiye û derbas bûye, karesatek cuda çêbûye û derbas bûye; wiha nêz dibin. Dema mirov nêzîkatiya li hemberî vê erdhejê dibîne, mirov ji rastiya Tirkiyeyê dikeve xofê. Civakek wiha dibe, nêzîkatiyek wiha dibe. Bi rastî jî ev welatekî çawa ye? Mirov nikare bîne ziman, bîra me ranagire.

Rast e bi kesên mirî re nayê jiyîn, lê çima mirin? Divê ev bên lêkolînkirin. Kesên ji vê yekê berpirsyar divê hesab bidin. Divê hikûmetek, wezîr û berpirsyarên ku bûne sedema mirina 200 hezar mirovan, dernekevin nava civakê. Wê demê divê ev yek were lêpirsînkirin. Eger hîna Erdogan û hikûmeta wî di nava civakê de bikarin bigerin, baxivin û ev qas mirovan kom bike, divê ev yek were lêpirsînkirin. Tiştek wiha nabe. Yanî em ê wiha bêjin; wijdan nemaye, exlaq nemaye, pîvan nemaye. Ev qas hilweşîn çêdibe wekî ku tiştek normal qewimiye. Dev ji her tiştî berdin, ew mirovên ku di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan çi fikirîn? Çi jiyan kirin? Bi êş kişandinê jiyana xwe ji dest dan. Tu kes neçû ku wan rizgar bike. Bi sedhezaran mirov li wir jiyana xwe ji dest dan. Wan çi fikirî? Ma gelo ne girîng e ku wan çi fikirî? Belkû jî yên ku jiyana xwe ji dest dan, yên herî nirx bûn. Piştî ku piraniya wan jiyana xwe ji dest dan, me nirxê wan zanî. Ez ji bo hemû civakê dibêjim; ji bo Tirkiye û Kurdistanê hemûyê dibêjim. Bi taybetî jî ji bo malbatên ku ji nêz bandor bûne dibêjim. Gelo mirov bi vî rengî nêz dibe? Çawa dikare were di nava we de biaxive, bi rehetî bigere? Wiha nabe, bi rastî jî wijdana mirov ranake, exlaq ranake, pîvanên mirov ranakin. Mirov dibêje ev welatek çawa ye, Tirkiyeyek çawa ye?

‘Divê mûxalefet welê li desthilatê bike ku nikaribin derkevin nava civakê’

Niha hilbijartin çêbûn, bi hilbijartinê hat nixumandin. Tê fêmkirin ku Erdogan ji ber vê sedemê rojeva hilbijartinê qebûl kir. Belkî hat taloqkirin. Meyze kir wê gelek zorî bikêşe, hilbijartin anî pêş. Niha tu kes naaxive. Divê mûxalefet wî rezîl bike. Mûxelefet divê wisan li hikûmetê ya di vê erdhejê de, vê desthilatdariyê ji ber polîtîkayên wî yên ku bûyî sedema erdhejê, bike ku nekare derkev nava civakê. Te çi ji baca erdhejê kir? 4-5 rojan tu ne li cihê hatî hilweşîn bûyî. Ma tu hesabê wê nadî? Li holê nîn e; AFAD nîn e, Kizilay nîn e. Evane hemû ji bo çavboyaxkirinê ne. Li ser bi hezaran kavilan çûye ser 5-10 hezar heban. Piştre hemû bi vî rengî bi kepçeyan girtin û birin. Ev rewşekî cidî ye. Eger ev yek cidî neyê girtin, wêjevan, hunermend û siyasetmedar cidî neyê girtin, wê tiştek li holê nemîne.

Kiliçdaroglû tiştek got, divê bişopîne. Yan jî her kes divê bi wî rengî be. Bi rastî jî gotinek baş got. Ya rast êdî wê çiqas ya pêwîst bîne cih, çiqas bawer bike nizanim. Got ku, ez ji vir û şûn de mirovê beriya vê nîn im. Erê divê wiha be. Piştî qewimîna vê erdhejê li Tirkiyeyê kî/ê wê mîna berê be? Lê niha heye? Kiliçdaroglû li qadan gelek nayîne rojevê, yên din nayînin. Divê rezîl bikin. Wezîrê Karên Hundir, kesekî rezîl e, 3-4 roj in AFAD neçûye, diçe Esenlerê bêyî şerm bike ji endamên Partiya Çepên Kesk re ku muzîk lêdixin, dibêje ‘kepaze’. Yek jî nabêje tu çi dibêjî! Te çi kiriye? Tu bûyî sedema ev qas hilweşînê. Ji vî alî ve rojeva erdhejê, divê bibe rojev. Nabe ku ev qas were jibîrkirin. Bi sedhezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, malên wan hilweşiyan. Ji derveyî kesên jiyana xwe ji dest dane, yên din malên wan nîn e. Jiyana wan hemû serûbin bû.

‘Erdogan kesekî bêşerm û bêexlaqe’

Yê ku bûyî sedemê ev qas bûyerek mezin, divê hesab bide. AKP-MHP divê hesabê vê yekê bide. Eger evane neyên şandin, wê demê rizîbûn heye. Eger desthilatdariya AKP-MHP’ê hîna hebe, wê demê ji her alî ve rizîbûn heye. Wê demê divê ev yek bi rengekî cidî were lêpirsînkirin. Bi rastî niha jî wêjevan, hunermend û kesên xwedî wijdan divê lêpirsîn bikin ku çima nabe rojev? Çima wiha çêdibe? Çima hîna jî evane dikarin werin nava me de baxivin?

Li cem Erdogan şerm nîn e, diaxive. Erdogan mirovek çawa ye? Erdogan karê wî xapandin e. bêwijdaniya Emewî ye, entrîkatiya Bîzansê yek û pragmatîzma bûrjûwaziya rojava ya li ser esasê berjewendiyên madî ye. Ev têkelbûna van her çaran e. Pragmatîzma rojava heye. Entrîkatiya Bîzans heye. Bêwijdaniya Emewî heye. Xapandin heye. Evane girtine. Tiştekî sosret e, qirêjiya mirovahiyê ye. Yan jî bi rastî Erdogan nûneriya herî qirêj a siyasetê dike. Lewma ji ber ku wiha ye, bêyî ku şerm bike derdikeve nava mirovan. Ji xwe pîvanekî Erdogan nîn e, tiştekî ku jê bawer bike nîn e. Tenê tişta ku bawer dike, domandina desthilatdariya xwe ye. Bi vê wesîleyê ez kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Bi rastî jî ez difikirim ku pirsgirêkek cidî ye ku ev mijar di vê demê hilbijartinê de nayê rojevê, rewşek evqas giran di civaka Tirkiyeyê de. Her kes divê li ser vê yekê bifikire.

‘Divê Partiya Çepên Kesk çeperê herî berfireh avabike’   

Dema rewşa girtina HDP’ê çêbû, bi Partiya Çepên Kesk çûn hilbijartinê. Ya rast Tifaqa Ked û Azadiyê di bin Partiya Çepên Kesk de dikeve hilbijartinan. Girîng e. Ji xwe pêkhateyên HDP’ê hene. Bi Tifaqa Ked û Azadiyê re ev yek hîn zêdetir fireh bû. Ji vî alî ve Partiya Çepên Kesk bi rengek hîn cudatir ê hilbijartinên ku HDP berê ketiyê, di yelpazeyek hîn firehtir de dikeve vê hilbijartinê. Ji vî alî ve beşek civakê yê girîng îfade dike. Hem jî li dijî vê desthilatdariya faşîst, çareseriya rast îfade dike, muxalefeta rast datîne holê. Girîng e. Divê li dijî vê faşîzmê mûxalefetek bi vî rengî hebe. Ji xwe faşîzmek wiha ye ku her tiştî tûj dike. Ya ku civakê ew qas tûj dike kiryarên faşîzmê û têkoşîna li dijî vê yekê ye. Erê, faşîzmê her cure êrîş pêk anî, lê têkoşîna li dijî vê yekê jî faşîzma AKP-MHP’ê teşhîr kir. Ji vî alî ve têkoşînê ya teşhîrkirinê, zelalkirinê û derxistina holê ya rastiyan, heye. Ev yek derket holê. Partiya Çepên Kesk niha hewl dide nûneriya vê yekê bike. Ji vî alî ve girîng e. Eger rolên xwe baş bilîzin, derfetek dîrokî derketiye pêşberî wan. Valatiyek mezin heye. Erê, Tifaqa Milet heye lê Tifaqa Milet ne di wê hêzê de ye ku vê desthilatdariya faşîst pêşwazî bike û li dijî wê têbikoşe. Ji vî alî ve li gel pêkhateyên Partiya Çepên Kesk û li gel hêzên tifaqê ev valatiya mezin dikare pêşwazîkirin. Ji vî alî ve kelecanekê çêdike, lê divê rastiya Tirkiyeyê baş bibînin.

Ez vê yekê ji bo wê diyar dikim. Xweşbînî baş e, lê li hemberî rastiya faşîzmê heye. Ji bo têkbirina vê faşîzmê, li hemberî faşîzmê xurtbûn, bi serkeftî bûn divê hîn zêdetir bê xebitîn û hîn zêdetir cidî were girtin. Tenê bi gotina bi xweşbîniyê faşîzm teşhîr bû, rûyê wî derket holê serkeftin çênabe. Divê hîn zêdetir têbikoşin û hîn zêdetir bixebitin. Têkildarî vê yekê xweşbîniyek zêde heye. Ez nabêjin bila nexweşbînî hebe, lê divê mirov rastiyan bibîne. Divê hîn zêdetir xebat were kirin.

Ev hilbijartin jî gelek cuda ye. Eger di vê hilbijartinê de Partiya Çepên Kesk nûneriya kevneşopiya HDP’ê dike, divê hîn zêdetir bang li Tirkiyeyê bike. Hîn zêdetir bang li civaka Tirkiyeyê bike. Têkildarî vê yekê di gotinê de, di bangkirina civaka Tirkiyeyê de jî divê mirov hinek din bi cesaret be, hinek din vekirîtir be. Ez ji bo hêzên demokrasiyê jî dibêjim; divê ew hîn zêdetir xwe li derdor belav bikin. Yan ji xwe kurd têdikoşin, em têdikoşin. Têkildarî vê yekê pirsgirêkek nîn e. Lê gelê kurd, hêzên demokrasiyê yên kurd divê hîn zêdetir xwe bigihînin gelên Tirkiyeyê ji bo ku vê faşîzmê bihilweşînin. Cuda çawa wê were hilweşandin? Ji vî alî ve divê çeperê herî berfireh bê avakirin. Xwe bigihînin beşên civakê yên berfireh. Divê bang li beşên civakî yên berfireh bê kirin. Divê em rêbaza xwe teng nekin.

‘Banga derdora xwe tenê têr nake divê banga tevahî civakan bên kirin’

Hêmanek din jî; dema HDP’ê 2015’an bend derbas kir li Tirkiyeyê hemûyê xebitî. Ji ber ku derbaskirina benda hilbijartinê girîng bû. Ji bo derbaskirina bendê divê deng ji Gîresûn, Trabzon û Yozgatê bihata standin. Divê li her aliyê Tirkiyeyê deng bihata standin. Ji vî alî ve divê ne tenê bang li cihên ku parlamenter jê bên derxistin were kirin, divê bang li cihên ku wê parlamenter nederxînin jî bê kirin, divê xebat xurt be. Yan eger teng bibe, dengên ku ji wir bên girtin bikevin, wê demê wê dengên giştî bikevin. Ji ber ku herî kêm ew cihên ku parlamenter jê nehatin derxistin jî, derdora sedî 1,5 dengdayîn bilind dikir. Ji vî alî ve ji bo bilindkirina dengan û hîn zêdetir parlamenter bên derxistin, divê hinek din bang li Tirkiyeyê, civaka Tirkiyeyê were kirin, li cihên ku parlamenter jê nehatine derxistin jî xebat bên firehkirin. Li her derê tê gotin; em ê evqas ewqas bistînin, lê bi vê xebatê vi vê uslubê; bi bangkirina derdorên herî berfireh re dibe. Tenê bi bangkirina derdora xwe, nabe. Ji xwe ew deng didin. HDP’ê bi bangkirina beşên fireh, bend derbas kir. Yan wê bend nehatiba derbaskirin. Dema bend hat derbaskirin, hinek din fireh bû çi qewimî? 80 parlamenter derketin. 35-40 parlamenter hîn zêdetir derketin. Çima? Dema ji derveyî girseya xwe bang li derdorên fireh kir, serkeftin û pêşketinek evqas çêbû. Divê mirov baldarê van tiştan be.

‘Em ji Tifaqa Ked û Azadiyê re serkeftinê dixwazin’

Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqeke girîng e. Divê her kes vê yekê cidî bibîne. Ev ne tenê tifaqa hilbijartinê ye. Wê bi hilbijartinê bi dawî nebe. Piştî hilbijartinê wê têkoşîneke zêdetir were xwestin. Wê têkoşîn hewce be. Di vî warî de pêwîst e tifaqa Ked û Azadiyê baş biparêzin, pêş bixin û berfireh bikin. Têkoşîn bi hilbijartinan naqede. Di vî warî de her kesê ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digire, divê wate û nirxa vê tifaqê bizanibe. Û divê nekevin nav helwestên ku Tifaqa Ked û Azadiyê teng dike  Ev mijareke pir girîng e. Bi vî rengî nikare nêzîk bibe. Bi reaksîyon û hestyarî nikare nêzîk bibe. Di vî warî de divê her kes baş bibîne ka Tifaqa Ked û Azadiyê tê çi wateyê. Divê îro hem bi hev re bixebitin û hem jî divê Tifaqa Ked û Azadiyê piştî hilbijartinê têkoşîneke xurtir bimeşîne. Serdema pêş wê bibe serdema têkoşînê. Bi hilbijartinan hat, demokrasî bû, pirsgirêk çareser bûn; bendewariyên wisa şaş in.

Niha karê sereke yê her kesî çi ye? Karê yekem hilweşandina faşîzmê ye. Têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê ye. Têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê, beşên herî berfireh ên cihanê dide afirandin. Kî nêzîkatiyek teng nîşan bide, tê wê wateyê ku li dijî faşîzmê têkoşînê rast nade meşandin. Bi vî rengî divê were fahmkirin. Ji Tifaqa Azadiya Kedê re serkeftinê dixwazim.

Dewleta tirk dewleteke qirker e’   

Em jê re dibêjin faşîzm, bi rastî jî faşîzm e. Qeşmerê Suleyman Soylû çi digot? Digot; ‘Tu behsa kîjan azadiyê dikî? Binêre, tu ji sibê ve stranên gelêrî didî, tu stranê dibêjî.” Û hûn her roj mirovan digirin, bi deh hezaran kes di zindanan de ne.

Helbet ji ber ku têkoşîn e, êrîş li ser vê têkoşînê heye, şikandina vîna têkoşînê heye. Bi zelalî tê gotin: hûn ê dev ji têkoşîna azadiya gelê kurd berdin. Li pişt vê hûn ê dev ji kurdbûnê berdin, hûn ê tirkbûnê qebûl bikin, hûn ê bihelin. Ji ber vê yekê êrîş dikin. Di vî warî de divê her kes bizanibe ku; êrîşî kurdan tê kirin, êrîşa li ser hebûna gelê kurd tê kirin. Ji ber ku ev kes hemû ji bo azadiya gelê kurd, ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dixebitin. Ji ber vê tên girtin. Sedemeke din nîne. Dikare were gotin ku; Kurdên din jî hene. Kurdên din, kurdên ku têkiliya AKP’ê bi wan re heye, PDK’yî… Ji ber ku ev mêtingeriya qirker hêzên ku li dijî dewleta tirk şer dikin qels dike, li hemberî hêzên sereke yên şer bi kar tînin. Di vî warî de teqez êrîş li dijî têkoşîna azadiya gelê kurd û li dijî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Bi vî rengî divê were dîtin. Ev dewleteke wisa ye. Dewleta tirk dewleteke qirker e, êrîş dike. Paşê çi ket destê kurdan? Yan wê dev ji kurdayetiya xwe berdin, têkoşînê bidin sekinandin, bibêjin ez teslîm dibim, an jî berdêla wê bidin û bi ketina girtîgehê vê têkoşînê bidomînin.

Bi vê wesîleyê ez hemû berxwedanan bi rêzdarî silav dikim û her kesên hatin girtin silav dikim. Di nava têkoşînê de ne. Ji ber ku helwesta wan xurt e wan diavêjin zindanê. Lê bila zanibin ku ev ne tenê têkoşînek e, têkoşînek 50 salî ye. Têkoşîna ku ev 50 sal in bênavber didome. Êdî ne pêkan e ku vê civaka kurd ji nasname û daxwaza azadiyê dûr bixin. Ya ku ew fêm nakin ev e. Erê, dikarin kurdan winda bikin, dikarin wan biêşînin, dikarin wan bikujin. Lê bi darê zorê bêdengkirina vê têkoşînê ne pêkan e. Ev têkoşîn wê bidome. Di rastiyê de ev hikûmet ji bo ku bijî, van êrîşan dike. Di vî warî de hem êrîşên wan bê encam man û hem jî ber bi windabûnê ve çûn. Ji ber vê jî êrîşên bi vî rengî pêk tînin. Gelê me û rojnamevan wê têbikoşin. Hunermend û siyasetmedar jî wê têbikoşin. Ger nekin, wê dev ji nasnameya xwe, kurdbûna xwe berdin. Ji ber ku êdî tiştekî bi navê kurd tune, divê weke beşeke tekoşînê were dîtin. Rêya rawestandina vê yekê jî têkoşînek dijwar e. Li vir her roj bang li çapemeniyê tê kirin. Rojnamevanek hatiye girtin; 10 ji wan, 100 ji wan divê rahêlin kamerayan. Hunermendek hatiye girtin; divê hunermendên din jî xwedî lê derkevin. Em jî bi van fikran re ne.

‘Divê mijara ewlehiya hilbijartinê cidî bê girtin’

Ewlehiya hilbijartinê bi rastî jî mijarek girîng e. Dem bi dem tê gotin, ev mijara ewlehiya hilbijartinê tê mezinkirin, ji bo xerakirina derûniya civakê, ji bo astengkirina çûyîna ser sindoqan bi rojevek wiha tê avakirin. Tê gotin ku şerekî derûnî heye. Divê mirov wiha nebîne. Deshilatdariya AKP-MHP’ê ne faşîzmek ji rêzê ye. Roja din Hûlûsî Akar digot. Terorîstan hêviya xwe girêdayî hilbijartinê kirine. Ev yek tê vê wateyê; dixwazin teqez AKP di vê hilbijartinê de bi ser bikeve, MHP bi ser bikeve. Wekî ku di vê hilbijartinê de ger AKP bi ser ket, wê PKK bibe desthilatdar. Mantiq ev e. Ji vî alî ve kesên wiha difikirin, her cure êrîşan dikin. Suleyman Soylû got ‘derbe’. Got derbeya 14’ê Gulanê. Yekê got, eger Tifaqa Milet vê hilbijartinê qezenc bike, dagirker qezenc bikin. Çi û çi dibêjin. Helbet divê ev yek cidî bên girtin. Yên ku vê dibêjin naxwazin desthilatdariyê berdin. Serî li her cure lîstokê didin. Kiliçdaroglû jî digot; ez dizanim, wê serî li her cure êrîşan bidin.

Li Tirkiyeyê berê hilbijartin çêdibû; Demîrel diçû, Ecevît dihat, Erbakan dihat, aha Erdogan hat. Erdogan jî hat hilbijartinê. Niha naxwaze bi hilbijartinê biçe. Dema ew bi hilbijartinê tê baş e, lê dema diçe dibêje, Tirkiye wê hilweşe, tune bibe. Wiha lê dinêre.

Ev meyzandinek cuda ye. Gelo ma li cihanê dîktator bi hilbijartinê diçin? Naçin. Encex gel têk bibe. Niha evane jî hatine vê rewşê. Naxwaze bi hilbijartinê biçe. Yanî dîktator. Dîktatoriyek faşîst. Ma gelo hatiye dîtin ku dîktatoran hêsan bi hêsan desthilatdarî berdane? Encex gel rabûne ser piyan. Ji vî alî ve pirsgirêka ewlehiya hilbijartinê, pirsgirêkek cidî ye. Divê gel xwedî lê derkeve. Eger gel xwedî lê derkeve, wê lîstika wan xera bike. Di rastiyê de ew bi xwe dixwazin di hilbijartinê de derbeyê bikin. Wê dîsa desthilatdariyê bi dest bixe, bêje ez rewa me û hîn zêdetir êrîş bike. Gel divê xwedî lê derkeve. Xwedî li sindoqan derkeve. Mafek ê wiha yê gel hemûyê heye. Tê bîra min. Ez di ciwantiya xwe de gelek caran çûm. Dema sindoq hatin hejmartin, ez li wir bûm. Yanî berê gel jî li wir bû. Tu kesê xwe têkel nedikir. Tu kesê asteng nedikir. Berê wisa bû, niha muşahît hene. Helbet divê her kes biçe xwedî li sindoqan derkeve û her tişt amade bibe. Eger ev desthilatdarî tevî gel jî mayîna ser desthilatdariyê ferz bike, tevî bin jî bikeve bê rewşa ku bi fen û fûtan desthilatdariyê berde, divê gel helwesta xwe dane holê. Mirov divê ji vê yekê re jî amade be.

‘Tişta bi Kiliçdaroglû elewîtiya wî da gotin têkoşîna bi dehan salan a kurd e’

Ji xwe beriya hilbijartinê hat gotin ku Kiliçdaroglû ji ber ku elewî ye nabe ku were hilbiijartin, mirov wê dengê xwe nedinê. Li Tirkiyeyê bi sed sal in derbarê elewiyan pêşdarazandinek hatiye çêkirin. Kî dikare bêje ku ne pêşdarazandin e? Aha bi vê pêşdarazandinê hat gotin ku Kiliçdaroglû wê bi ser nekeve. Heta ku li dijî namzetiya wî jî derketin. Ji vî alî ve êdî Kiliçdaroglû neçar ma ku bêje. Ji ber ku Erdogan her roj elewîtiya wî bi bîr dixist. Bi aşkere nedigot, lê rojev çêdikir. Got, helbet wê seccadeyê binpê bike, qibleyê nizane, ji ber ku nimêjê nake wê ji ku bizane seccade çî ye. Ev yek ji qadan bi çend caran got. Ji vî alî ve li hemberî Kiliçdaroglû polîtîkayek wiha hebû. Kiliçdaroglû ev yek bi vekirî got û ev yek vala derxist. Lê ev yek bi aşkere jî gotin girîng e. Hatina wê ya vê noqteyê girîng e. Ewqas rehet wê elewiyek siyasetê bike û nasnameya xwe aşkere bike. Ne pêkan e. We berê li dibistanê nedikarî eakere bikin, we nedikarî bêjin ku elewî ne. We nedikarî li cihê xwe yê kar bêjin. Dema we digot, bi çavek cuda li we dinêrîn. Ji vî alî ve elewiyan hem li cihê ku lê dijîn xwe vedişartin, hem jî li cihê ku diçûnê, dibistanê û cihek cuda vedişartin. Heta sedemê koçberiya wan a ji bajarên biçûk ber bi Stenbolê û bajarên mezin ve jî, ku tu kesê nasnameya wan nedizanî. Erê rastiyek civakî ya wiha hebû. Erdogan piştre got ku pirsgirêkek wiha nîn e. Me elewîbûna tu kesê nekiriye pirsgirêk. Ev neşermkirin e! Lê dîsa ev yek got: Li gel me elewîtî, Şîîtî nîn e, misilmantî heye. Dîsa bi rêyekî elewîtî înkar kir. Got tu yê mîna min bî. Ez çawa îslamê fêm dikim, tu jî wê bi wî rengî bikî! Di rastiyê de xwest wiha bêje.

Erê, Kiliçdaroglû got lê ya ku Kiliçdaroglû anî vê noqteyê têkoşîna ku xwe dispêre bi dehan salan. Têkoşîna me têkildarî vê yekê diyarker bûye. Li Kurdistanê û Tirkiyeyê têkoşîna herî mezin PKK’ê daye ku elewî xwedî li nasnameya xwe derkevin. Dîsa ji bo ku êzîdî jî xwedî li nasnameya xwe derkevin. PKK’ê rê vekiriye. Berê êzidiyan li Mêrdîn û Êlihê nasnameya xwe veşartine. Nediçûn sûkê jî. Niha wiha ye? Niha li Kurdistanê hem elewî û hem jî êzidî di nava civaka kurd de bi rûmet dijîn, bi wekhevî dijîn. Ji vî alî ve me ev yek li Kurdistanê şikand. Pirsgirêkek wiha nîn e. Ev yek li Tirkiyeyê di asta girîng de şikest. PKK ji xwe li Kurdistanê ji tevgerên din cuda, civaka elewî jî girt nava xwe, ciwanên elewî jî girt nava xwe. Di tevgerên din de jî çendek hene, lê li gel me bi hezaran şehîd hene. Hîna jî bi hezaran hene ku di vê têkoşînê de cih digirin.

Li aliyê din têgihiştina neteweya demokratîk a Rêber Apo, pêş ket. Mejiyê civakên ku xwedî baweriyên cuda û etnîkên cuda, di nava neteweyekê de bi hev re bijîn, pêş ket. Teoriyek wiha derket holê. Vê yekê jî li Tirkiyeyê bandor li pêşketinê kir. Ji vî alî ve eger Kiliçdaroglû elewîtiya xwe bi aşkere bêje, helbet tevlêkariya tevgera azadiya kurd di vê yekê de zêde ye. Dîsa li Tirkiyeyê tevgera demokratîk a kurd e. Partiyên beriya HDP’ê ne, HDP ye. HDP’ê ev mijar raxist ber çavan. Bi aşkere xwedî li elewiyan derket. Ji xwe di nava HDP’ê de gelek elewî bûn parlamenter, bûn şaredar. Ji wî alî ve jî hatin dîtin. Bi vî rengî nêzîkatiya elewiyên Tirkiyeyê ya xwe veşartinê, şikest. Bû sedem ku elewîtî were dîtin.

Helbet bi gotina van, rêxistin û saziyên elewî jî ji dawiya salên 1980’an û vir ve xwe rêxistin kirin. Têkoşîna wan jî di vê yekê de bi bandor bû. Ji vî alî ve Kiliçdaroglû ev tişt got; erênî ye, girîng e. Bû helwestek girîng, lê divê bê zanîn ku bingehê cesaretkirina vê helwestê jî pêşketinek wê ya wiha girîng heye. Eger em vê nezanin, em ê bi edalet û bi wijdan nebin.

‘Banga min ji elewiyan ew e ku dengê xwe bidin Çepên Kesk’

Pêwîste hemû hewldan û têkoşîna elewiyan were dîtin û ev têkoşîn were pîrozkirin. Têkoşîna me ya ji bo têkoşîna nasnameya elewiyan jî çêbû, têkoşîna azadiya baweriyê bû, têkoşîna hêzên siyasî yên demokratîk ên Kurdistanê bû. Di vî warî de elewiyan îro bandoreke mezin li siyaseta Tirkiyê kir. Çepên Kesk niha vê mîrasê werdigire. Çepên Kesk an jî HDP ne partiyeke bi yek nasnameyê ye. Ne tenê partiya kurdan e, ne jî ne bi tenê partiya elewiyan, ne tenê partiya nasnameyekê ye. Partiya hemû elewiyan, partiya kurdan, partiya jinan, partiya hemû beşên civakî, bindestan, nasnameyên cûda yên etnîkî û olî ye.

Hebûna partiyeke wiha pir girîng e. Tenê zîhniyeteke wiha dikare elewiyan bi azadiya baweriyê azad bike. Di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de elewî dikarin bi awayekî azad nasname û baweriyên xwe bînin ziman. Bi vê wesîleyê ez bang li hemû elewiyan dikim ku di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar