Bi biryara Erdoganê kûjer di Rojnameya Fermî de hate weşandin cezayên Mehmet Emîn Alpsoy ê ku di çarçoveya Doza Hîzbûllahê de cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn û Korgeneralê berê Çetîn Saner ê di çarçoveya Doza 28’ê Sibatê de cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn, hatin rakirin. Mehmet Emîn Alpsoy ê Erdogan cezayê wî rakir, piştî ku li Enqereyê 3 kes bi Êşkenceyê kuştibûn, cenazeyên wan li jêrzemîna mala xwe veşartibûn û weke “qaşo berpirsyarê baskê leşkerî” yê Hîzbûllahê (a ku di nava gel de wek “hîzbûlşeytan” tê nasîn) cezayê muebbetê yê girankirî lê hatibû birîn.
Bi biryarê her wiha cezayên Nîhat Îlîman ê ji ber sûcê kuştina bizanebûn dihat ragirtin û Sedat Çelîk ê ji ber bazirganiya tiryakê di girtîgehê de tê ragirtin ji ber seqetbûna wan hatin rakirin.