Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dê winda bikin êdî dema çûyîna wan hatiye’

Ji damezrînerên Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê ya SES'ê Gulseren Onanç bal kişand ser daxwaza avabûna Wezareta Jin û Wekheviyê û got: “Em ne qala wezareteke ku bi siyasetmedarên Enqereyê re kar dike, ya ku bi tevgera jinan re dixebite dikin.”

Wekî li gelek welatên cihanê li Tirkiyeyê jî di asteke mezin de jin ji ber newekheviya zayendî nikarin bi awayekî wekhev ji mafên xwe yên wek perwerde, jiyana kar, tenduristî û tevlibûna siyasetê sûdê bigrin.

Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê ya SES’ê ku ji aliyê jinên bawer dikin têkoşîna wekheviyê bi hevgirtinê re bi bandor were pêkanîn, hatiye avakirin, ji bo nîzameke cihanê ya ku li Tirkiye û cihanê wekhevî û aştî lê serwer e, bi piştgirîdayîna hevgirtina rêxistinbûyî xebatên xwe didomîne. Yek ji damezrînerên Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê ya SES’ê Gulseren Onanç der barê wekhevî, projeyên komeleyê û kampanyaya ku bi dirûşma “Bi Hev re Wezareta Jin û Wekheviyê ava bikin” ku ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên di 14’ê Gulanê de bên pêkanîn dane destpêkirin de axivî.

Gulseren Onanç anî ziman ku hem li Tirkiyeyê hem jî li cihanê jin ji bo wekheviyê her dem di nava têkoşînê de ne. Gulseren Onanç, diyar kir ku ji bo di hilbijartinan de di guhertina îhtîmalî ya desthilatdarî û hikûmetê de jiholêrakirina xisarên hikûmeta AKP’ê, daxwaza avakirina Wezareta Jin û Wekheviyê bikin û got ku divê mekanîzmayên  misogerkirina wekheviyê bên avakirin. Gulseren Onanç, diyar kir ku jin di projeya ‘Ji bo Aştiyê Dengê Jinê’ de çawa bi zimanekî nû li pirsgirêka kurd dinêrin û bi taybetî şopa aştiya bi destên jinan hatiye avakirin bidomînin û wiha got: “Me dît ku aştî bi qasî ji siyasetê re neyê hiştin bi qîmet e û bi rastî ketiye rewşeke wisa ku xwedî derketin jê re hewce ye.”

We kengê û bi kîjan armancê biryar da hûn Komeleya Wekhevî û Hevgirtinê ya SES’ê ava bikin?

Me di tebaxa 2019’an de SES’ê ava kir. Me beriya vê bi çend hevalan re Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) ava kiribû. Li wir armanca me ew bû ku em bibin dengê tevgera jinên Tirkiyeyê. Her wiha me biryar da ku em geşedanên cihanê agahdar bikin û bibin xwedî platformek dîjîtal. Piştre me pêwîstî bi komeleyek dît.

Nêrînek nû li pirsgirêka kurd

Me komeleyê li ser nirxên wekhevî û hevgirtinê ava kir û projeyên xwe di vê çarçoveyê de bi pêş xist. Armanca me ew bû ku naveroka wekheviyê diparêze em bi pêş bixin, bultenên bi tirkî û îngilîzî çêkin, medyaya dîjîtal bi bandor bi kar bînin ango guhertinek fikirînê misoger bikin. Me xwest mijaran di rojevê de bihêlin û bi awayekî jî arşîveke tevgera jinên Tirkiyeyê jî ava bikin. Em vê yekê wekî yekem erka çalak misoger dikin.

Her wiha me li ser aştiyeke ku jin li Tirkiyeyê ava bikin çawa misoger bikin projeyên cur be cur pêk anî. Xala 1325’an a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya têkildarî tevlibûna aktîf a jinan a di pêvajoyên pevçûnan de nirxek e ku em dîsa diparêzin e. Hevkarek me ya Swêdî heye û ji bo avakirina aştiyê ji aliyê jinan ve em bi vê re projeyên bi vî cureyê çêdikin. Mînak ‘ji bo Aştiyê Dengê Jinan’ projeyek bû ku me par temam kir. Di vê çarçoveyê de me podkast û 5 vîdeoyên ku jin bi zimanekî nû li pirsgirêka kurd çawa dinêrin, çawa tê şîrovekirin û çawa dibe çareserî, çêkir. Her wiha bi armanca hevgirtinê bernameyên me yên mentoriyê hene. Em di bin navê ‘Di Jiyana Kar de Hevdîtinên Jinan ên Mentor’ hevdîtinan pêk tînin.”

Jin bi salan e di siyasetê de, jiyana kar, li kolanan, bi kurtasî di hemû qadên jiyanê de ji bo wekheviyê têdikoşin. Hûn nêzî 20 sal in di nava tevgera jinan de ne û 9 salên dawî jî di siyasetê de bi awayekî aktîf têkoşîna wekheviyê didomînin. Li Tirkiyeyê di warê wekheviyê de wêneyek çawa heye?

Mixabin, Tirkiye cihekî ku em pêşveçûnê pir hêdî dibînin e. Tirkiye jî wisa ye, em dikarin li her derê cihanê tiştekî hin leztir bibînin, ew jî pir mimkûn nabe, her dem têkoşînê dixwaze. Ji bo bidestxistina wekheviyê pêwîstî bi têkoşîneke pir rêxistinkirî ya jinan heye. Ji ber ku patriyarkalî pir xurt e. Patriyarkal bi kapîtalîzmê re gelek hevpar e. Ew bi taybetî di demên dawî de bi rêberên populîst dest danîne ser siyaseta rastgir re bi hev re ne. Ji ber vê yekê qadên me yên têkoşînê pir cihêreng bûn. Bloka li pêşiya me pir xurt bû. Li Tirkiyeyê tevgereke jinan ku dijwar e lê berxwedêr û bi îrade û her ku diçe bi tevgerên cihêreng dibin re dikevin nava hev, bi tevgera LGBTI+ re dikevin nava hev heye.

Hilbijartinên serokomarî û parlementoyê dê di 14’ê Gulanê de pêk werin. Beriya hilbijartinan we wek Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê ya SES’ê herî dawî civînek ku rêxistinên jinan û aktîvîst daxwazên xwe yên ji bo partiyên serokomarî û partiyên muxalefeta siyasî anîn ziman pêk anî. Di civînê de bi taybetî di 10 salên dawî de xepskirina mafên jinan a ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hat axaftin. Piştî hilbijartinê, di guhertina desthilatdariya îhtimal de jin dê di pêvajoya çareserkirina wêranî û valakirina sazîbûnê ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatine afirandin de, roleke çawa bilîzin?

Em wek civaka sivîl, ji vê hikûmeta nû daxwaza rakirina vê hilweşandinê dikin. Ji ber ku hilweşandin aliyê îqtîdarê û bi destê wê hat kirin. Li vir saziyên cuda hatin bikaranîn, têkoşîna me ya ji bo mafên me ji destê me hat girtin. Wek mînak Peymana Stenbolê. Ji bo vê gelek saziyên cuda hatin bikaranîn. Wek mînak, Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî helwestek siyasî ya ku têgeha malbatê derdixe pêş, rola jinan tenê di nava malbatê de dibîne, pêdiviyên wê yên takekesî ji nedîtî ve tê, hebûna wê ya takekesî ji nedîtî ve tê, daxwazên wê ji nedîtî ve tê û ji ber vê yekê jî hemû cureyên tundiya nava malê diqewimin ji nedîtî ve tê heye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku di siyaseta ku nû were avakirin de û di hikûmeta nû de divê mekanîzmayên ku feraseta siyasetê, vê wêraniyê ji holê rabikin û heta wekheviyê misoger bikin ava bikin.

Em daxwaz dikin ku hikûmeta nû ji bo pêkanîna wekheviyê xebatan bimeşîne

Li vir pêwîstî bi têgihîştinek siyasî ya proaktîf heye. Em jî ji mûxalefetê daxwaz dikin ku pergala nû ya serokatiyê û hikûmet ji aliyê vê ve bê avakirin, ji bo pêkanîna wekheviyê xebatê bimeşînin û li ser vê mijarê ji bo xebat bên meşandin Wezareta Jin û Wekheviyê bê avakirin. Em vê wezaretê weke mekanîzmayekê dibînin ku bi hemahengî ligel wezaretên din kar dike hemû ziyanên ku heta niha hatine kirin ji holê rakin. Em vê jî ji vê hêz û hikûmeta nû ya ku dê bê avakirin dixwazin.

Kampanyaya we ya der barê daxwaza we ya avakirina Wezareta Jin û Wekheviyê de hê didome? Hûm dikarin bibêjin çima Wezareta Jin û Wekheviyê û hûn wezareteke çawa dixwazin?

Belê kampanya me didome. Heta îro dewlet li Tirkiyeyê jî wek hemû peymanên navneteweyî yên wek CEDAW’ê, wek normên ku ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve hatine îmzekirin û wek hemû peymanên navneteweyî yên hatine îmzekirin, li Tirkiyeyê têkildarî pêkanîna wekheviyê  sozên dewletê daye hene. Lê ji bo pêkanîna wan pêwîstî bi mekanîzmayên dewletê heye. Em behsa wezareteke îcrayê ku ev mekanîzmayên ji aliyê wezaret, rêveberî, şopandina wan, pêşxistin û pêkanîna polîtîkayên jinan ve tên çêkirin dikin. Li vir norm û daxwazên Yekitiya Ewropayê jî dê girîng bin. Hevkariya Yekitiya Ewropayê ji bo me girîng e. Ji ber ku li vir bi destpêkirima pîvanên Kopenhagê, di nava 35 sernavan de  gelek sernavên wekheviya zayendî hene. Ger ev pêk neyên, ne pêkan e ku Tirkiye vê pêvajoyê biqedîne. Em bawer dikin ku bi hev re xebat girîng e.

Li gelek welatan jin ji ber şer û derdorên pevçûnan bê ewle dijîn. Yek ji projeyên ku we pêk anî jî “Ji bo Aştiyê Dengê Jinan” bû. We got me projeya xwe temam kir. Hûn dixwazin li ser vê projeyê çi bibêjin? Li Tirkiyeyê avakirina aştiyê dikare bibe rojev?

Peyva aştiyê demeke dirêj li welatê me hat krîmînalîzekirin û polîtîzekirin. Mixabin siyasemetmedar wê nirxê û xwedîderketinê winda kirin. Lê belê, me dît ku di dema vê projeyê de peyva aştiyê di civakê de bi şêweyên curbecur dijî, bi pêş dikeve û kok dide. Di rastiyê de me ew aştiya ku di vê civakê de bi taybetî ji aliyê jinan ve hate avakirin, domand û kok da, bi vê projeyê domand. Me dît ku aştî bi qasî ji siyasetê re neyê hiştin bi qîmet e û bi rastî di rewşeke wisa de ye ku divê xwedî lê were derketin.

Em vegerin ser rojeva hilbijartinê. Di hilbijartinên berê de şîroveyên ku di nava AKP’ê de parçebûnek girîng çêbû hatin kirin. AKP ji vir ket ser riya nûbûnê û careke din hat bû desthilatdar… Der barê pêvajoya niha ya hikûmeta AKP’ê de çi dikare bê gotin. Qada profîla AKP yan jî Erdogan ku windakirinê qebûl dike tê kirin. Ma li gorî we jî wiha ye?

Ez jê re dibêjim partiya Recep Tayyîp Erdogan. Ger Recep Tayyîp Erdogan hebe AKP heye, tune be AKP tune ye. Me ev tişt çend caran dît. Em niha jî bi heman awayî dibînin. Her ku ew dikişîne, ev partî jî ewqas diçe. Ev jî ji şêwaza rêveberiya Tayyîp Erdogan û ji reftarên bingehîn ên vê partiyê tê. Di nava wê partiyê de pêvajoya pabendbûna bi yek zilamî û teslîmbûn û îtaetkirina wê ji bo wan kesan heye. Lewma performansa vê partiyê bi performansa Tayyîp Erdogan ve girêdayî ye. Hemû kes vê  yekê dibînin.

Dê winda bikin êdî dema çûyîna wan hatiye

Bi taybetî di dema pêvojeyên dawî de pirsgirêkên tenduristiyê jî derketin holê, destên wî bi lingên wî re bûn yek.Yekane kesê ku dikarin şûna wî bigrin Bînalî Yildirimê ku ji sindoqan bi bêhna neftalînê derdikeve ye. Kesek din jî derneket. Lewre behsa partiyeke ku ji civaka Tirkiyeyê re tiştekî pêşkeşî bike nemaye û serokomarekî ku hewl dide vê li ser piyan bigre dikin. Tayyîp Erdogan kesayetek pir bi hêz e. Ez hê jî gelek kesên ku dibêjin tenê ew e dengê xwe bidin AK Partiyê dibînim. Lê edî ev hewldan jî têr nakin. Tirkiye welatekî pir dînamîk e, ciwan li cihaneke din ji dayik dibin. Yên ku îro 21 salî ne temenê xwe bi vê hikûmetê derbas kirin. Dayik û bavên kesên ku îro 30 salî ne dengê xwe nedan kesek din. Lê ew dibînin ku cihaneke din heye. Bi taybetî jî nifşê nû naxwaze qalibê nû ku ew dibêjin dikin. Ji ber vê yekê dê êdî winda bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar