Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Di 14’ê Gulanê de em ê tirsê baş bi wan bidin jiyankirin’

Namzetên jin yên Partiya Çepên Kesk a Wanê, diyar kirin ku ev êrîşên qirkirina siyasî ya desthilatdariya AKP-MHP'ê wê xelas neke û gotin: “Gelê kurd wê di 14'ê Gulanê de bersiva pêwîst bide AKP'ê. Em ê tirsê baş bi wan bidin jiyankirin.”

Bertekên li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî rojnamevan, siyasetmedar, hunermend, parêzer û sendîkayên kurd bi taybetî li Amed, Enqere û Stenbolê dewam dikin. Di operasyonên qirkirina siyasî yên beriya hilbijartinê yên desthilatdariya AKP’ê de bi sedan kes di serî de rojnamevan û siyasetmedar hatin destgîrkirin û bi dehan kes hatin girtin.

Namzetên jin ên Parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Havîn Kiye diyar kirin ku ev operasyon êrîşên qirkirina siyasî ne û gotin “Gelê kurd wê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide AKP’ê.”

Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bertek nîşanî girtina rêveberên partiyê, rojnamevan, hunermend, parêzer û nûnerên saziyên sivîl da. Sayyîgît got ku ev operasyon li dijî demokrasî, hiqûq û mafên mirovan e û wiha got; “Em dizanin ku ev operasyon operasyonên siyasî ne û neqanûnî ne. Armanca wan ew e ku beriya hilbijartinê kurdan bitirsînin û ewlehiya hilbijartinê li herêmê ji holê rakin. Em ji tecrubeyên berê jî dizanin ku beriya niha jî gelek operasyonên bi vî rengî hatibûn kirin, lê gelê kurd wê tu carî dev ji têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê bernede. Li dijî girtin, destgîrkirin û siyaseta tirsandinê, em xebatên xwe yên hilbijartinê bêyî navber didomînin. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî van pêkanînên dijdemokratîk têbikoşin û di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bidin. Divê kes ji vê guman neke.”

 ‘Ev zext wê tu carî me bêhêvî nekin’

Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Havîn Kiye, diyar kir ku di her pêvajoya hilbijartinê de bi zext, destgîrkirin û girtinan re rû bi rû dimînin. Kiye anî ziman ku, wan van girtinan weke qirkirina siyasî bi nav kir û wiha dewam kir: “Ji ber ku hilbijartin jixwe xwedî pêkhateyeke siyasî ye û dema em li kesên ku beriya vê hilbijartinê hatin destgîrkirin, dinêrin, em dibînin ku parêzer, rojnamevan, hunermend û kesên li ser navê civakê xebat dimeşînin êrîş heye. Di vê hilbijartinê de çima tiştekî bi vî rengî kirin? Bêguman dixwaze careke din gel çavtirsandî bike û bêje hûn çi dikin bikin, hûn çiqasî mafên xwe biparêzin, hûn çiqasî hewl bidin karên min ên qirêj nîşan bidin jî, desthilatdarî hîna di destê min de ye. Me gelek caran van operasyonan dît, gelek caran em hatin destgîrkirin lê dîsa em bi ser ketin. Rastî bi ser ket, çapemeniya azad bi ser ket. Hunermendên me bi ser ketin. Ev zext wê tu carî me bêhêvî nekin. Em ê hemû girtiyên xwe rizgar bikin. Ji 14’ê Gulanê re pir hindik maye. Desthilatdarî ji ber ku dizane wê têk biçe û tirsiya dest bi operasyoneke wiha kir. Di dilê wan de tirseke mezin heye. Di 14’ê Gulanê de em ê vê tirsê baş bi wan bidin tamkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar