Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hevserokê ESP’ê Tûmûklû jî di navde 7 kes hatin girtin

Dewleta tirk a qirker di operasyona qirkirina siyasî ya li Stenbol û Eskîşehîrê hat lidarxistin de Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tûmûklû, namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk Muslum Koyûn û edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz jî di nav de 7 kes şandin zîndanê.

Di çarçoveya du operasyonên qirkirina siyasî yên cuda yên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya dewleta qontra a Stenbol û Eskîşehîrê ve hatin kirin de, di 30’ê nîsanê de polîsên dûvikê akp-mhp’ê bi ser malên gelek kesan de girt.  Polîsên maşe bi ser malên namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk de girtin. Di vê çarçoveyê de girtin ser mala namzeta Stenbolê Bûrcû Akyildiz, yê Eskîşehîrê Muslum Koyûn, namzeta Îzmîrê Meryem Yildirim , Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, nûçegihana ETHA’yê Nadiye Gurbuz û malên endamên Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF). Di van serdegirtinan de 23 kes hatin destgîrkirin.

Kesên hatibûn destgîrkirin doh sewqî Edliyeya Stenbol û Eskîşehîrê hatin kirin. Ji ber daxûyaniyên çapemeniyê, xebatên siyasî û ji ber ku bertek nîşanî qetlîama li ser gerîlayên HPG’ê yên ku bi çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê hatibûn bikaranîn dane li Stenbolê gelek kes hatibûn destgîrkirin. Dozgeriyê akp’ê xwest 13 kes werin girtin û ew sewqî qaşo Hakîmtiya Ceza ya Sulhê kiribû.

Hakîmtiyê çoyê destê faşîzmê biryar da ku Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tûmûklû, edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz, Kalender Polat, Sînem Çelebî, Adnan Ozcan, Selvînaz Goçmez bên girtin.

Li Eskîşehîrê jî heman sûcdarî li kesên hatine destgîrkirin hate barkirin. Di vê çarçoveyê de namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Eskîşehîrê Muslum Koyûn hate girtin.

Kesên din jî bi kontrola edlî û bi şertê girtîbûna li malê serbest hatin berdan.

Der barê namzetê Parlamenterê Partiya Çep a Kesk a Eskîşehîrê Mûslûm Koyûn de ku ji dozgeriyê sewqî dadgehê hat kirin de biryara girtinê hat dayîn.

Navên din jî bi şertê kontrola edlî û hepsa malê hatin berdan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar