Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Li nav refên gelê xwe de cih bigrin’

Partiya Çepên Kesk li navçeya Fatîh a Stenbolê ku tarîqatên li pişt AKP-MHP'ê lê xurt bûn, niha rastî eleqeyek mezin a gel tê. 

Partiya Çepên Kesk li navçeya Fatîh a Stenbolê bi tempoyeke bilind karên hilbijartinê dimeşîne. Eleqeya gel a ji bo buroyên hilbijartinê jî zêde ye.

Berdevkê Buroya Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk Tûrgût Basûnlû li ser karên xwe yên hilbijartinê agahî da û diyar kir ku navçeya Fatîhê ji ber ku navçeyeke mezin e, weke partî wan kirine sê herêmên hilbijartinê û li van herêman jî komên xebatê ava kirine.

Basûnlû anî ziman, kesên ku li Fatîhê di hilbijartinên beriya niha de deng dan partiyên din, serdana wan dikin, diyar dikin ku ew ê piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk û got, “Ji her partiyê tevlîbûn heye.” Basûnlû got, “Dema ku li qehwexaneyan û malan digerin, mirov dibêjin, ‘Me berê piştgirî didan filan partiyê, lê êdî hûn hene. Pêwîstiya welêt bi wekhevî, biratiyê heye, em vê yekê jî di nava Partiya Çepên Kesk de dibînin. Lewma di vê demê de em piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk.”

Basûnlû ragihand ku li Fatîhê kesên ji cemaetên ku AKP lê xurt e, serdana wan dikin, dibêjin ku wê piştgiriyê bidin hem Kiliçdaroglû hem jî Partiya Çepên Kesk û got, “Weke Partiya Çepên Kesk em ê bi xurtî tevlî meclîsê bibin. Em ji gel, gel jî ji me bawer dike.”

‘Kesên bi kêrî gelê xwe neyê bi kêrî kesekî din nayê’

Salîh Tîmûrtaş ê ku demeke dirêj e li Fatîhê ye û di nava karên HDP’ê de ye, anî ziman ku Partiya Çepên Kesk wê dengekî bilind bi dest bixe û got, “Li nava refên gelê xwe cih bigirin, ji ber ku kesên bi kêrî gelê xwe neyê bi kêrî kesekî din nayê. Em ricayê ji gelê xwe dikin ku xwedî li dengê xwe derkeve.”

‘Deng bidin Partiya Çepên Kesk’

Mehmet Işik ê ji Amedê ku 55 sal in li Fatîhê dimîne anî ziman ku ew bi serdana malan karên hilbijartinê dikin û got, “Em bang li wan kurdan dikin ku heta niha ji ber sedemên cuda deng didan partiyên cuda, deng bidin Partiya Çepên Kesk.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar