Di her hilbijartinê de heman pirs tê kirin û hin kes dibêjin ma em ê dengê xwe bidin kê ? Ez jî dibêjim dengê xwe nedin tu kesî. Dengê xwe bidin xwe. Eger hûn bi fikir û armancekê biçin ser sindoqan wê demê hûnê dengê xwe bidin xwe. Lê hinek kes û derdor hilbijartinê wekî hilbijartina çend parlementeran dibînin. Lê mesele ne hilbijartina parlementer, serokomar û şaredaran e. Bi hilbijartina wan re serdemek jî tê guhertin. AKP’ê di nava 21 salan de hilbijartin veguherandiye pêkanînek sembolîk. Lê êdî dawiya vê pergalê tê.
Êdî serdemeke nû dest pê kiriye. Çawa ku Erdogan û yên wekî wî difikirin bûne yek, alîgirên demokrasî û azadiyê jî bûne yek. Çi kesê ku ji pergala faşîzan aciz be li kêleka hev disekinin. Ev tiştekî baş û erênî ye. Divê ev yek tenê bi hilbijartinê sînor nemîne. Hevkariya wan a stratejîk dikare demdirêj û daîmî be. Ev yek wê bandorê li ser civakê jî bike. Ji ber ku faşîzma AKP-MHP’ê civak parçe kiriye. Dijminatiyeke mezin li nava civakê belav kiriye. Kes nikare fikrê xwe bi rehetî bîne ziman. Faşîzm ji xelkê re dibêje an tu yê wekî min bifikire an jî tu yê bimire. Li dijî vê yekê jî sosyalîst, şoreşger, demokrat û welatparêz li eniyekê hatine cem hev. Ev jî eniya demokrasî û azadiyê ye. Bi saya vî fikrî faşîzmê derb xwar û qels bû. Niha jî dema têkbirina faşîzmê ye.
Yên diçin ser sindoqan bila xwe binêrin û rewşa xwe bifikirin. Beriya 21 salan rewşa ku têde bûn çawa bû û niha çawa ye. Bila bi çavê xwe li wê ferqê binêrin. Bêguman beriya AKP’ê jî terora dewletê û faşîzma wê hebû. Ev faşîzm bi AKP’ê nehat. Lê bi AKP’ê re faşîzm li her derê belav bû. Faşîzm kirin bingeha siyaseta xwe. Li her derê polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê xistin meriyetê. Wekî ku AKP ji bo vî tiştî hatibe avakirin şandin meydanê. Di 21 salên desthilatdariya AKP’ê de bûyerên herî hovane qewimîn. Tiştek nema ku bi serê civakê de neanîn. Ji komkujiyan heta tecawuzan, ji qirkirinê heta dagirkeriyê her cûre xerabî kirin. Piştî ewqas tiştan niha jî ji xelkê re dibêjin dengê xwe bidin me. Ma wê civak çawa dengê xwe bide wan neyaran. Ji serî heta dawî dijminatiyê li ziman, çand û hebûna te dikin. Ji bo qirkirina te seferber bûne û her rojê kuştinê dikin. Di rewşeke wiha de wê civak çawa dengê xwe bide wan. Êdî her kesî fen û fûtê vê desthilatdariyê fêm kiriye.
Hilbijartina 14’ê gulanê di heman demê de wê di rewşeke awarte de derbas bibe. Dibe ku heta hilbijartinê gelek bûyer jî çêbibin. Erdogan ji bo ku desthilatdariya 21 salan bernede wê her tiştî bike. Yanî wê her xerabûnê bike. Divê her kes jî li gorî wê hişyar be. Eger ew dixwazin bi zorê bimînin, mafê gel jî heye bi zorê wan bişînin. Erdogan û rayedarên wî ji bo tirsandina civakê bi şev û roj teoriyên komplo pêş dixin. Bi awayekî eşkere dibêjin eger em nebin desthilatdar em ê xwînê birijînin. Ev pêvajo di sala 2015’an de pêk anîn. Di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de têk çûn û ji ber vê têkçûna xwe Tirkiye veguherandin gola xwînê. Di nava çend mehan de li Pirsûs, Amed, Dîlok û Enqerê komkujî kirin. Bi destê çeteyên xwe êrişên hovane pêk anîn. Bi vî rengî careke din xwe anîn ser desthilatdariyê. Lê vê carê gel dikare pêşî lê bigre. Hişyarbûna gel û zanebûna gel di asteke din de ye. Îro bi dehan partiyan tifaq çêkirine û li dijî Erdogan derdikevin. Eger dijberên Erdogan bibin yek dikarin wî bixînin. Eger hun dixwazin ji pêvajoya reş û tarî rizgar bibin wê demê pêdiviya we bi dengê we heye. Dengê xwe bidin xwe û ji zilma Erdogan xelas bibin. Di nava hefteyekê de û roja hilbijartinê jî di navê de rojên herî xeter û stratejîk in. Destnîşankirina paşerojeke azad û jiyaneke nû jî di destê we de ye.