Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji sedî 60’ê nifûsê birçî û sedî 37,6’ê wê jî xizaniyê dijî lê waadê hilbijartinê yê akp-mhp şer e   

Tirkiye di encama polîtîkayên faşîzma akp-mhp’ê ya çandiniyê de, krîza xurekan her ku diçe zêdetir dibe û civak êdî nikare jiyana xwe bidomîne.

Li cihanê di demên dawî de, bihayên xurekê tên dikeve. Li Tirkiyeyê jî zêdebûna bihayên ku ev 31 meh in li Tirkiyeyê dewam dikin, didomin.

Di encama krîza aboriyê, zêdebûna bihayan û bêedaletiya lêçûnan de, welat weke demekê ku xizaniya xwe ya herî mezin dijî, derbasî dîrokê bû.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê, krîza aboriyê ya ku gel dijî, ji nedîtî ve tê û bi operasyonên zêde rojeva rast a gel diguherîne. Di lêkolînên ku hatin kirin de, ji sedî 60’ê nifûsê birçîtî û sedî 37’ê wê jî li ber xizaniyê dijî. Bi zêdebûna krîza aboriyê, mirov nikarin heqê fatûreyên xwe bidin û nikarin berhemên xurekê yên rojane bistînin. Bi zêdebûna krîza aboriyê re, desthilatdariya AKP-MHP’ê jî di hilbijartinan de hîn zêdetir waada şer dide. Tirkiye ku bi hilberandina çandiniyê têra xwe dike, bi hatina AKP’ê ya li ser desthilatdariyê qada wê ya 28 milyon hektarî, ketiye 23 milyon hektarê.

Tirkiye di rêjeya enflasyona xurekan de li cihanê di dawî de rêza 5’an de ye

Li Tirkiyeyê zêdebûna bihayan krîza aborî û xizaniyê her ku diçe zêdetir dike. Di encama polîtîkayên AKP’ê de, bêkarî gihiştiye asta xwe ya herî jor û bi deh hezaran esnafan kargehên xwe girtin. Li gorî rapora meha sibatê ya “Ewlehiya Xurekê” ya Bankaya Cihanê, Tirkiye di enflasyona xurekê de li cihanê di rêza 5’emîn de cihê xwe girt. Tirkiye li Ewropayê welatê ku herî zêde, enflasyona xurekê lê heye ye.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mezaxkeran, ji sedî 60’ê nifûsa Tirkiyeyê li ber birçîtiyê û sedî 37,6’ê wê jî li ber xizaniyê dijî.

Bi taybetî di hilberandina şîr û berhemên şîr de, nêzî sedî 35 kêm bûye.

Di xebata ku ji aliyê Şaxa Odeya Amedê ya Endezyarên Zîraatê de, beriya sala 2021’an bi giştî genim û berhemên çandiniyê yên şînkahiyan, bûye 61,7 milyon ton. Lê hat tespîtkirin di sala 2021’an de di temamiya van berheman de sedî 14, 3 kêmbûn çêbûye. Di çarçoveya van daneyan de;

*Hilberandina genim ji sedî 13, 9 kêm bû û nêzî 17,7 milyon ton ket.

*Hilberandina ceh ji sedî 30,7’ê kêm bû û nêzî 5,8 milyon ton ket.

*Hilberandina çavdarê ji sedî 32,4 kêm bû û 200 hezar ton ket.

*Hilberandina yûlaf jî sedî 12,2 kêm bû û 276 hezar ton ket.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar