Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

‘Bi dengê te wê biguhere’

Koordînasyona Hilbijartina Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk hilbijêran kir û got: “Ji bo Erdoganê faşîst û xwînmij têk here divê hemû hilbijêrên kurd, elewî û kesên ji xwere dibêjin demokrat biçin ser sindoqan û xwe nehêlin roja dawî. Ji ber ku bi dengê te wê biguhere.”

Dengdayîna li derveyî welat a ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê ya serokkomarî û giştî di 27’ê nîsanê de dest pê kiribû. Li derveyî welat 4 hezar û 969 sindoq hatine danîn û dê 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr li welatên Ewropa dengên xwe bikar bînin. 9’ê gulanê dengdayîn diqede. Li deriyên gumrukê jî dê dengdayîn heta 14’ê Gulanê berdewam bike.

Li gorî daxûyaniya Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK); li 73 welat û 156 deveran li nûnergehên derveyî welat heta niha milyonek û 300 hezar hilbijêr dengê xwe bikar anîne.

Siyasetmedar Nûrsel Aydogan a ku di Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk de cih digire bi bîr xist ku heta niha ji milyonek zêdetir deng hatine bikaranîn û texmîn dike ku wê heta 9’ê gulanê milyonek û 800 hezar deng bên bikaranîn.

‘Wê gelê me yê Ewropa xwedî li vîna xwe derkeve’  

Aydogan anî ziman ku divê welatî li derveyî welat bikaranîna dengên xwe nehêlin roja dawî û got: “Me çaverê kir ku hilbijêrên kurd û elewî ji bo hilbijartinê hesasiyetê nîşan didin. Welatî êdî naxwazin Tayyîp Erdogan Tirkiyeyê bi rê ve bibe, lewma jî berê xwe didin ser sindoqan. Hilbijêrên Ewropayê naxwazin ku fikarek dîsa Erdogan bi ser bikeve bi wan re çêbibe. Ji ber vê yekê jî beşdariya hilbijartinê zêde xûya dike. Di hilbijartina 2018’an de di hilbijartinên li Ewropayê de ji sedî 65 Erdogan bi ser ketibû lê di vê hilbijartinê wê bi wê rêjeyê bi ser nekeve.”

Aydogan da zanîn ku tevî hemû operasyonên li dijî Partiya Çepên Kesk û kurdan tê kirin jî lê dengên Partiya Çepên Kesk zêde dibin.

‘Dengê xwe bide Çepên Kesk’

Aydogan bang li hilbijêran kir ku tevî her cûre êrîşên provokatîf jî biçin ser sindoqan û wiha got: “Ji bo rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê bê vekirin yek deng jî gelekî girîng e. Bi vê boneyê em bang li hemû hilbijêrên xwe dikin ku heta 9’ê gulanê dengê xwe bidin. Dengek pir bi wate ye. Em dibêjin dengek jî dikare biguherîne. Em dixwazin ji bo azadî û demokrasiyê hemû kes dengê xwe bide Çepên Kesk.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar