Siyasetmedara jin Azîme Arsû ya ku bi salan e ji bo gelê kurd têdikoşe, di 2’ê Gulanê de li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê PDK ya xayîn ve hat girtin.
Hate hînbûn ku siyasetmedara jin Azîme Arsû ya ji Şirnexê ku nexweşiya wê giran e, dema dixwest ji bo dermankirinê biçe derveyî welat ji aliyê hêzên PDK a bi dijminê gelê kurd re sondxwariye ku qira gelê kurd bîne, li balafirgeha Hewlêrê hat girtin.
Heta niha xizmên siyasetmedara kurd Azîme Arsû tu agahî jê nestandine. PDK ya xayîn çi bi serê Arsû aniye nayê zanîn.
Heger tiştek bi serê siyasetmedara kurd bê wê PDK ya xwefiroş teqez hesabê wê bide gelê kurd.