Wezareta Edaletê der barê nîqaşên li ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku 3 sal in tu agahî jê nayê girtin de, daxûyaniyek da û diyar kir ku komeke teknîkî çûye Îmraliyê û li ser avahiya ku ji ber bagerê xisar dîtiye, lêkolîn kirine.
Wezaretê destnîşan kir ku di 5-7 sibatê de ji ber bager û bahozê xisar gihiştibû avahiyên Fermandariya Ewlehiya Giravê ya Jendirmeyan a li Îmraliyê û ji bo lêkolîna vê xisarê komek hatiye peywirdarkirin. Di daxûyaniyê de hate diyarkirin ku Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr a Bûrsayê di 22’ê sibatê de daxwaz kiriye û di 1’ê adara 2023’yan de nivîsek bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan re hatiye şandin û ji bo lêkolîn û tadîlata xisara ku çêbûye, divê komeke teknîkî were peydakirin.
“Di vê çarçoveyê de Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, endazyarekî makîneyan ê di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê, endazyarên avahî û elektrîkê yên di Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê yên Wezareta Edaletê bi giştî 4 kes û ji bo koordînekirina komê Hakîmê Pêkanîna Berpirsyarê Buroya Emlakê ya Avahiyan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê yên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, di 21’ê adara 2023’yan de ji bo lêkolînê hatine peywirdakirin. Komê rapora derbarê xurtkirin û tadîlata pêşkeşî Midûriyeta Giştî kiriye. Lêkolîn bi tenê li avahiyên xizmetê yên Fermandariya Ewlekariya Giravê ya Jendirmeyan a Giravê hatiye kirin û li beşên ku girtî lê hene tu lêkolîn û kontrol nehatiye kirin.”
Li gor daxûyaniyê beşên ku Rêberê Gelê Kurd lê ye nehatiye lêkolînkirin û ev rewş bi mirov re gelek pirsnîşanan dide ava kirin.