Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pênciwênî: Wê Erdogan û rejîma wî winda bike û bê dadgehkirin

Pênciwênî: “Piştî hilbijartina ku Erdogan wê binbikeve, wê bê dadgehkirin û bixin Girtîgeha Îmralî yê. Ji bo vê divê tevahî gelê kurd û azadîxwaz dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Bi serkeftina Çepên Kesk wê, parlementoya Tirkiyeyê bike mînberek ji bo bidestxistina mafên gelê kurd.”

Partiya Çepên Kesk wê bi serkeftina xwe, Parlementoya Tirkiyeyê bike mînberek ji bo bidestxistina mafên gelê kurd. Wê rejîma faşîst ya AKP û MHP’ê birûxe, li ser gelek sûcan werin dadgehkirin û bikevin girtîgehan.”

Nivîskar û siyasetmedarê başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî, têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê yên Tirkiyeyê, girîngiya wê ya ji bo kurdan taybet jî Rojhilata Navîn, bandora wê ya li ser başûrê Kurdistan û şerê dijî kurdan, bersiva pirsên Rojnews da.

Hevpeyvîna bi siyasetmedarê kurd Mihemed Emîn Pênciwênî re wiha ye:

Ev hilbijartinên Tirkiyeyê weke yek ji girîngtirîn bûyera siyasî tê binavkirin, gelo hûn jî wisa difikirin û girîngiya van hilbijartinan çiye?

Hilbijartinên Tirkiyeyê wê çarenûsê diyar bike û ji bo guhertinên li Rojhilata Navîn wê rolek diyarker hebe

Ev hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê wê ne tenê ji bo gelê kurd çarenûsê diyar bikin, wê li Rojhilata Navîn guhertinên girîng bi xwe re bîne û wê rolek mezin di bidawîkirina desthilata dîktator, faşîst û îxwan ya Tirkiyeyê ku pêşengiya wê AKP û MHP dike, bîne. Lê li gorî tê dîtin eniya duyem ya hilbijartinê heta astekê demokratîke û tê texmînkirin ku bi serkeftina vê eniyê ya li dijî Erdogan re wê têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd pêngavên mezin bavêjin.

Her weke ku Kiliçdaroglu dibêje, ‘Em amade ne pirsgirêka kurd piştî serkeftina di hilbijartinê de li parlementoya Tirkiyeyê çareser bikin’ ev pêngav jî wê bibe bingehê guhertinên mezin û erênî li Rojhilata Navîn çêbibin. Herwiha yek ji sozên wan yên hilbijartinê ewe ku eger serbikevin wê dawî li êrîşên artêşa tirk yên li derveyî sinorê Tirkiyeyê bînin. Weke tê zanîn artêşa tirk li başûrê Kurdistan, Rojava, Sûriye, Lîbya û gelek cihên din leşkerên xwe bicih kirine û rojane bi her awayî êrîşan li van herêman dike. Eger eniya duyem ya li dijî Erdogan van sozên xwe piştî hilbijartinê pêkbîne, wê atmosferek ya demokratîk bi xwe re bîne.”

Eger Erdogan bikeve û artêşa tirk paş de bikêşe, wê bandorek rasterast ya erênî li başûrê Kurdistanê bike. Jiber ku niha Tirkiyeyê beşek mezin yên başûrê Kurdistanê dagirkiriye û hewl dide beşê mayî jî dagir bike. Terora ku dewleta tirk li başûrê Kurdistanê li dijî gelê kurd, azadîxwaz û rizgarîxwazan terorê dike, wê dawî lê bê. Wê demê ev aliyane wê ji vê teror û zextên dewleta dagirkera tirk rizgar bibin.

Dema ku ev guhertin pêkhatin çi rol û mîsyonek dikeve ser milên gelê kurd?

Piştî ku ev guhertin li Rojhilata Navîn pêkhatin, pêwîste ew aliyên kurd ku bi vê rejîma faşîst û artêşa tirk re di nava hevkariyê de bûn, li ser wan ferz dibe ku rewşa xwe di ber çavan re derbaz bikin û helwesta xwe biguherin. Evane hemû wê bibe encama dîsan tevgera azadîxwaziya kurd li bakûrê Kurdistanê pêngavên girîng ber bi pêş ve bavêjin. Di aliyê rêkxistinî û leşkerî de wê Tevgera Azadîxwaziya Kurd wê bibe aktorek dîrokî.

Ji bo bidestxistina van guhertinên erênî û demokratîk li Tirkiye û bi taybet li bakûrê Kurdistanê ez bang li hemû gelê kurdê azadîxwaz yê her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikim, bila piştgiriya xwe bi awayek herî bihêz bidin Partiya Çepên Kesk. Ji bo ku gelê kurd bikaribe mafên xwe yên bingehîn û rewa bidest bixe ku sed salin ji bo van mafane têdikoşin, divê yên ku mafê wan yê dengdanê heye, li kûderê dibin divê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Hûn weke siyasetmedarekê kurd çi hêviyên we ji Partiya Çepên Kesk heye, piştgiriya we ya ji bo vê partiyê çawaye?

Eger pirsgirêka kurd ber bi çareseriyek mayînde ve biçe, wê demê pêwîstiya me bi têkoşîna çekdarî û leşkerî namîne

Partiya Çepên Kesk bawer dike ku pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê tenê bi rêyên demokratîk û diyalogê wê çareser bibe. Lewra eger Partiya Çepên Kesk serbikeve û bikaribe jorê 80 kursiyan bidest bixe, rejîma Erdogan birûxe, dikarin parlementoya Tirkiyeyê bikin mînberek ya bidestxistina mafên netewî û rewa ya gelê kurd. Ji bo vê jî eger pirsgirêka kurd di vê astê de ber bi çareseriyê ve pêngav bavêje û garantiya çareseriyê bê dayîn wê demê dikarim bêjim pêwîstiya gelê kurd bi têkoşîna çekdarî û leşkerî nake. Jiber wê demê rêya çareseriyê wê bibe diyalog, demokratîk û aşîtiyane.

Yek ji şirîk û hevpeymanên vê hilbijartinê yên Erdogan partiya Huda Par’e ku ji kurdên îslamiya siyasî pêktê û dixwazin bi rêya ol hestên gelê kurd bixin tevgerê. Gelo ev rêbaz û propagandaya ku ev partiye dike çiqas raste?

Yên ku çarenûsa xwe bi Erdogan ve girêdane, wê keftina wan jî bi hev re be

HUDA PAR ji Hîzbûllaha ku di salên 90’î de mil bi milê MÎT’ê û dewleta kûr ya Tirkiyeyê destê wan di xwîna bi deh hezaran çalakvan, şoreşger, rewşenbîr û têkoşerên kurd de heye. Yên din jî sercerdevan, zilamên dewletê, Erdogan û AKP’ê ne ku dijayetiya gelê xwe dikin û li rex Erdogan disekinin. Mînakên xiyanetkaran wiha jî wek Hesen Xeyrî di dîroka tekoşîna azadîxwaziya gelê kurd de gelek hene. Van kesane di roja me ya îro de jî çarenûsa xwe bi Erdogan ve girêdane. Lewra keftina wan jî wê bi ya Erdogan ve girêdayî be.

Pêşbîniya we ya ji bo hilbijartinên Tirkiyeyê çiye?

Wê Erdogan û rejîma wî di vê hilbijartinê de binbikevin.

Sedemên ku Erdogan wê binbikeve çine?

Piştî çend mehan piştî binkeftinê wê Erdogan bê dadgehkirin û bibin Girtîgeha Îmraliyê

Sedemên binkeftina Erdogan evane ne; rewşa siyasî ya Tirkiyeyê serûbin bûye, piştgirî û têkiliyên navnetewî yên bi Tirkiyeyê re di asta sifrê de ne, bihayê lîreyê tirk di bêqîmetiyê de rekora hemû deman şikandiye, aboriya wê îflas kiriye, rewşa ewlekariyê gelek xirabe heta dikarim bêjim nemaye. Di asta navnetewî de jî tenê Rûsya li rex Erdogan maye.

Ev rastî û nîşanên ku min hêjmartin ji me re dide diyarkirin ku wê Erdogan binbikeve. Binkeftina wî jî wê ne normal be, wek hatina serokekê û çûyîna serokekê nû. Dibe ku niha bi sedan doz li dijî wî hatibin vekirin. Ji wana alîkarîdayîna çeteyên DAIŞ’e, destwerdanên Iraq, Sûriye û Lîbya, bi rêya dizî û gendeliyê dewlemendkirina partî, malbat û kesên nêzîkî xwe. Lewra ji ber van sedeman û gelek sedemên din ku sûcin, wê piştî hilbijartina ku Erdogan wê binbikeve, wê bê dadgehkirin û bixin Girtîgeha Îmralî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar