Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelo R.Erdogan direve?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ji mêj ve tê gotin ku R.T.Erdogan, heke di hilbijartinan de bi ser nekeve, dibe ku bireve! Li ser vê dîtina pir şîrove jî hatin kirin.

Lê nuha di rojnameyên bi nav û deng ên dewletên giregir û xwedêgiravî dostên R.T.Erdogan de, vê dîtinê û pêşbîniyê derdixên pêş. Li gelek dewletên Ewrupa û bi giranî jî li DYEyê, êdî weke ku desteka wî birî bin, li dijî siyaset û kiryarên rêveberiya wî nivîsandin zêde kirine.

Weke mînak, li Inglistanê rojnameya The OBSERVER û The ECOMONIST, li DYEyê Rojnameya BLOOMBER û The Sunday TIMES û hwd.

Nivîskarê The Sunday TIMESê Louise Callaghan, pir zelal û berfireh li ser R.Erdogan bi neyînî nivîsandî yê.

Naveroka nivîsa wî wisa ye; heke di hilbijartinan de bi ser nekeve, ya wê encama hilbijartinan qebûl neke, an jî wê bireve derve. Ji bilî vêna çare jê re nemaye… û hwd.

Hilbet ji bo wî gelek senaryoyên din jî tên gotin. Weke ku wê di hilbijartinan de gelek lîskên teknoloji bikar bîne û xwe serkeftî nîşan bide. Heke ku ev lîskên teknolojiya bilind a navdewletî jî bi kêrî wî nehat an neserifand, wê wextê “derbeyê çêdike”!

Jixwe nerîna ji bo “derbe”yê ne di cihê xwe de ye, jiber ku jixwe wî ji mêj ve derbe kiriye û ew nuha jî xwediyê wê derbeyê ye û dewam dike. Wê derbeya ku digot a FETO ye, lê ew li xwe mikur hat û got “ev ji me re xilata xwedê bû”!

Lê her cûre lîskên teknolojî dikare bi kar bîne. Belê heke dewletên ev proje dane destê wî, ji bo dewama rêveberiya wî, destûrê nedin û dîroka desthilatiya wî dirêj nekin, ew senaryoyên ji bo wî tên gotin nikarin pêkwêre. Ew curet û cesaretê ewqas mezin pêre nîne.

Belê ew gotina “ew ê bireve derve” ne dûrî aqila ye.

Lê ma gelo ti dîktatorên mîna wî û dostê wî yên ti dewletan ma ye?

Qasî tê zanîn piştî Omer Beşîrê Sudanê, nuha Gannûşiyê Tûnisê jî hat girtin.

Bi tenê maye Putin. Lê ev jî, “heke dermanê Wî heba wê li serê xwe bida”, wisa diyar e tu dermanê wî yê birînê Receb derban bike nîne. Jixwe diviya bihata vekirina Santrala Nukleer a Akkuyu, nehat.

Nuha jî, jiber civînên wan ên berê hemû pûç derketin îca Çavuşoglu, li dora civînên 4 qolî dizîvire, dibêje em ê di 10ê vê mehê de wezîrên derve kom bibin li Moskovayê. Lê mirov bala xwe dide awir û axaftinên wî tî hêvî têde diyar nake.

Jixwe civînê li welatên dora wan, êdî bêyî beşdariyan Tirkiyê kom dibin, Mînak; civîna(1.5.2023) pênc qolî ya Siûdî, Urdun, Irak, Sûriye û Misrê ya li Emmanê pêkhat.

R.Erdogan, ji bo xenimeta Sûdanê kom bike, bi hezaran kes kişand wira. Lê nuha şer gûr bûye û xeter mezin bûye, îca heyiriye ka wê çawa wan kesan paş ve bikişine. Dibe ku ji heman xeterê mezintir were serê hêzên wî yên li xaka dagirker a Sûriyê û Rojava jî.

Ka gelo çarenûsa Receb û koma gunehkarên wî çawa dibe?

Nûçeyên Têkildar