Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hejmara nû ya Serxwbûnê bi sernavê “Dema dema avakirina jiyana azad e” derket

Rojnameya Serxwbûnê ya kurdî bi hejmara 496’an bi manşeta “Dema dema avakirina jiyana azad e” gihîşt ber destê xwendevanan.

Rojnameya Serxwebûn a kurdî ku ev nêzî 3 salan e tê weşandin, bi hejmara nû derket. Rojname bi manşeta “Dema dema avakirina jiyana azad e”ku cih daye nirxandinên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, gihîşt destê xwendevanan.

Di rojnameyê de gelek nivîs û nirxandinên têkildarî rewşên siyasî, rêxistinî, leşkerî û civakî jî cih digirin.

Yek ji nivîsên ku balê dikişînin, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî jiyana li Îmraliyê ye. Di nivîsa bi sernavê “Girêdana bi zinarên Îmraliyê re” de Rêber Abdullah Ocalan behsa jiyana xwe ya di tecrîda girankirî de dike.

Nivîsek din a girîng jî beşa duyem a rojnivîskên fermandarê efsanewî Mahsum Korkmaz (Egîd) e. Ev nivîs jî bi sernavê “Beşek ji bîranînên têkoşîna berxwedanê û hêviyên ku Newroza 1985’ê Şîn kir” hatiye dayîn û behsa têkoşîna salên 1980’yan dike.

Beşa yekem a rojnivîskê di hejmara 495’an a rojnameyê de hatibû dayîn.

Di hejmara dawî de her wiha nirxandinên Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Duran Kalkan ên li ser sedsala borî û qirkirina kurdan, dîsa nivîsên têkildarî pergala modernîteya demokratîk û jiyana komînal, tifaqa AKP-MHP-Hizbul-kontra, nirxandina Kordînasyona PAJK’ê ya têkildarî têkoşîna jinan û şerê gelê şoreşgerî, bîranînên şehîdan hatine dayîn.

Rojnameya Serxwebûnê di cotmeha 1978’an de bi hejmara taybet a bi manşeta “Rêya Şoreşa Kurdistanê (Manîfesto)” yekemcar dest bi weşanê kiriye. Di vê hejmarê de manifesto ango bernameya PKK’ê hatibû dayîn. Rojname ji 1982’yan jî li Ewropayê bi awayekî rêkûpêk weşana xwe domandiye. Rojnameya bi zimanê tirkî mehê carekê tê weşandin û ev 42 sal e wekî arşiv û dîrokek têkoşîna azadiyê bênavber weşangeriya xwe didomîne.

Bi heman navî weşanxane jî hatiye vekirin û heta niha zêdetirî 200 pirtûk, gelek analîz, pirtûkên bîranîna gerîla, 15 albûmên şehîdan ên ji hezaran rûpelî pêk tên, 34 hejmarên taybet û her sal jî salname hatine çapkirin.

Di sala 2012’an de jî rojnameyê dest bi weşana înternetê kir û ji 1’ê çileya 2012’an ve li ser navnîşana www.serxwebun.org hemû arşîva xwe parve kir.

Weşana bi zimanê kurdî

Rojnameya Serxwebûn ku heta sala 2020’an tenê bi zimanê tirkî dihat weşandin, ji îlona 2020’an ve jî dest bi weşana zaravayê Kurmancî yê Kurdî kir. Ev nêzî 3 salan e, li gel hejmarên tirkî, yên Kurmancî jî tên weşandin û belavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar