Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

HBDH’ê Hevrê Ûlaş Bayraktaroglû bi bîr anî

HBDH’ê Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet Kûrmaz) di roja şehadeta wî de ew bi bîr anî û got: “Hevrê Ûlaş li her qadê têkoşiya û mîrasek mezin ya têkoşînê ji me re hişt. Em wek hevrêyên wî soz didin ku têkoşîna wî bi serkeftinê em ê tacîdar bikin.”

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di salvegera 6’an a şehadeta Ûlaş Bayraktaroglû de peyamek weşand.

Di peyamê de Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet Kûrnaz) bi rêzdarî hate bîranîn ku 9’ê Gulana 2017’an li Rojava di şerê dijî çeteyê DAIŞ’ê de şehîd bû.

Di daxûyaniyê de hate gotin, “Hevrê Ûlaş têkoşîna şoreşgerî ku hîn di temenekî gelekî ciwan de destpê kir, ji zanîngehan heta bi kolanan, ji Berxwedana Gezî heta bi Rojava bi pêş ve bir û bi rola pêşengiyê rabû. Li ku derê berxwedan û têkoşînek hebe hevrê Ûlaş li wir bû û bi hişmendî û berpirsyariya pêşvebirina têkoşînê tevgeriya.”

Komîteyê diyar kir ku sala 2014’an bi pêşengiya Pêngava Mijdarê rabû, piştre jî pêşengî ji damezrandina Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî û Partiya Komunaran a Şoreşgerî re kir.

Di daxûyaniyê de hate gotin, “Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta bi Rojava, ji bo berpirsyariyên têkoşîna enternasyonal bi cih bîne, bêrawestan beza şoreşê dewam kir. Li çeperên herî pêş, çeper bi çeper, kolan bi kolan heta şehadetê, Rojava parast. Bû fermandarekî mînak.”

Di dewama daxûyaniyê de hate gotin, mîna doh îro jî li dijî êrîşên faşîzmê ji bo xurtkirina têkoşîna şoreşê ya yekbûyî li her qadê, ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava, ji bo hesabpirsîna ji xizanî, zext û felaketê ew ala hevrêyê xwe Ûlaş a têkoşînê li ba dixin.

Di daxûyaniyê de hate gotin, “Mîna wî ji Tirkiye û bakûrê Kurdistanê heta bi Rojava em meşa xwe ya şoreşê ya yekbûyî dewam dikin. Hevrê Ûlaş îro li Tirkiyeyê li bajaran, li çiyayên bakûrê Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li tunelên şer û li Rojava li eniyê di şerê dijî faşîzmê de fermandariyê ji hevrêyên xwe re dike.”

Di dawiya daxûyaniyê de Ûlaş Bayraktaroglû bi rêzdarî hate bîranîn û hate destnîşankirin ku wê têkoşîna xwe ya şoreşê ya yekbûyî li her qadê bi pêş ve bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar