Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tûrhalli ji bo çûyîna zaliman banga piştgiriya Çepên Kesk kir

Tûrhalli diyar kir ku, vê desthilatê ol xistiye bin dest û piyan. Derewker, diz, kujer, kesên fihûşê dikin weke oldar digerin û got: “Ev ne oldar in, bazirgan û îstîsmarkarên olî ne.”

Partiya Çepên Kesk xebatên hilbijartinê didomîne. Li aliyê din daxûyaniyên piştevaniyê yên ji bo partiyê jî berdewam dikin. Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Ahmet Hafiz Tûrhalli ji bo Partiya Çepên Kesk di serî de ji gelê Çewligê ji hemû hilbijêran re bang kir.

Tûrhalli yê bal kişand ser zextên li dijî kurdan, anî ziman ku gelê kurd bi “pirsgirêka tirk” re rûbirû ne û bi lêv kir ku li dijî van hemû pirsgirêkan wê Partiya Çepên Kesk sekneke xurt nîşan bide. Tûrhalli, axaftina xwe wiha domand: “Di nav pêşengtiyên Partiya Çepên Kesk de çareseriya pirsgirêkên kurdan ên weke perwerdehiya bi zimanê dayikê û prensibên rêveberiya herêmî hene. Em weke Civaka Îslamî ya Kurdistanê dixwazin misilman piştgiriya Partiya Çepên Kesk a kurdan bikin. Hejmara parlamenterên ku ew hilbijêrin çiqas zêde bibe wê li Tirkiyeyê jî ewqas wekhevî û demokrasî pêş bikeve. Dê pirsgirêka ku jê re dibêjin pirsgirêka kurd lê li gorî min ‘pirsgirêka tirk e’ jî dê bê çareserkirin.”

‘AKP bazirgan û îstîsmarkarê olî ye’ 

Tûrhalli, destnîşan kir ku desthilata AKP’ê 22 sal in mirovan dixapîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hin prensîbên nirxên ku em jê bawer dikin hene û li serê van prensîban edalet tê. Lê bi vê desthilatê têgeha edaletê jî bi ser û bin bûye. Vê desthilatê ol xistiye bin dest û piyan. Derewker, diz, kujer, kesên fihûşê dikin weke oldar digerin. Ev hemû ew in ku yên xwe girêdayî vî olî dibînin. 21-22 sal in mirov xapandin. Niha li Tirkiyeyê bê exlakî ewqas pêş ve çûye ku desthilat vê diyar dike. An ku desthilat bi xwe ye ku civak ber bi vê yekê ve kaş kiriye. Ev desthilat çawa bû desthilat. Bi firotina olî bû desthilat. Ev ne oldar in, bazirgan û îstîsmarkarên olî ne.”

‘Teqez biçin ser sindoqan û van zaliman têk bibin’ 

Tûrhalli, bi lêv kir ku dema desthilata AKP’ê de nirxên îslamî hatine binpêkirin û wiha pê de çû: “Ev dibêjin ez oldar im û bi 500 parazvanan diçin nimêje, rojiya xwe bi fêkiya ejder vedikin. Desthilata ku li qada navnetewî jî bû sedemê pêkhatina îslamo fobiye divê êdî biçe. Mirovên me yên nirxên me didin jiyîn qetilkirin, melayên me yên 70-80 salî ku mewlîda kurdî xwendin avêtin girtîgehê û bûn sedema mirina wan. Ev pêvajoya hilbijartinê ji bo dij derketina vê şensekî mezin e. Tam demê ku hemû civakên li Tirkiyeyê dijîn li dijî vê derkevin e. Em bang dikin ku li dijî van derkevin û teqez biçin ser sindoqan û van zaliman têk bibin.”

‘Yên ku melayên me xoceyên me darvekirin ev pergal bû’

Tûrhalli, bang li gelê Çewligê kir û ev tişt gotin: “Yên ku melayên me xoceyên me darvekirin ev pergal bû. Ev pergalê mezinên me darve kirin û melayên me kuştin. Ji ber wê yekê em dixwazin ku gelê Çewligê xwedî li şêxên xwe derkevin û di vê mijarê de li cem mexdûr û mazlûman bisekinin.”

Hafiz Tûrhalli kî ye? 

Hafiz Ahmet Tûrhalli yê di sala 1970’an de li Amedê hate dinye di temenên biçûk de li medreseyên Kurdistanî xwend. Bavê wî Hafiz Sadik Tûrhalli yê di sala 1992’yan de meleye Mizgefta Berat a Amedê bû ji aliyê kontrayan ve hate qetilkirin.

Tûrhalli, di sala 1993’yan de li Zanîngeha El Ezhar a Misirê di Beşa Hiqûqa Navnetewî û Hiqûqa Îslamî de xwend. Tûrhalli di nav damezrînerên Tevgera Îslamî ya Kurdistan de cih digire.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar