Ji hilbijartinê re rojek ma. Di 14’ê gulanê de ew ê mîlyonan hilbijêr biçin ser sindoqan. Hilbijêr ew ê qedera sed salên pêşiyê tayîn bikin. Dema em dibêjin qedera sed salên pêşiyê, ne mubalaxa ye. Dewleta tirk ev 7-8 salên dûmahî careke din qirkirina kurda dabû ber xwe. Serkêşiya vê siyaseta qirêj jî bi Erdogan dan kirin. Sedema vê yeke aşkere ye. Erdogan di 7’ê hezîranê de windakir. Aliyên xwînavî ya dewletê beriya windakirinê, li gel Erdogan planek çêkiribûn. Piştî windakirinê, aliyên şer dora wî qefaltin û “Plana Çokdanînê” xistin meriyetê. Ev yek hat hisaba Erdogan jî. Ne wisa ba, ew ê bihata darizandin. Belku bihata kuştin jî.
Me encamên vê heyamê bi hev re dît. Erdogan û şîrîkên wî, bi her alî ve êrîşî gelê kurd kirin. Di çiyayên Kurdistanê de yek bihûstek nema, hemû hatin bombekirin. Ji Rojava heta başûrê Kurdistanê gelek bajar, navçe û gûnd hatin dagirkirin. Li hember şervanên gelê kurd çekên kîmyevî bikaranîn. Li bakûrê Kurdistanê bi hezaran siyasetmedar, çalakvan, rojnameger, nivîskar hatin zîndanîkirin. Her weha bi deh hezaran kes mecbûr man û ji welat derketin. Mixabin, gelek ciwanên kurd şehîd jî ketin.
Ev tiştên han ne ji rêzê bûn. Tu hiqûq nema bû. Hindî bêehlaqî dikirin ku hewce nedidîtin ser wan jî bigrin an jî ji çavê gel veşêrin. Van rojana yek ji van bêhiqûqiyan wezîrê Erdogan ya bê esil û fesil îtîraf dike. Vê îtîrafa xwe jî wekî serkeftinek dide nîşandan. Soylu dibêje, “Erdogan ba min kir got, ‘Şaredariyên HDP’ê min eciz dikin.’ Min çavek dixwest, Erdogan du çav da min. Min hemû HDP’yiyan di du rojan de ji şaredariyan girt.” Soylu bi van gotinan rûyê şer ya heyama Erdogan jî aşkere dike. Piştî van gotinan ji bo qirêjiya heyama Erdogan tu gotinek din ya em bêjin tune ye.
Bêgûman, li hember vê siyaseta qirêj berxwedanek bêhempa jî hat meşandin. Ji xwe ew berxwedana bêhempa nebûna, niha me behsa van tiştan jî nedikir. Ew ê ‘Plana Çokdanînê’ encam bigirta û qirkirinek wekî sala 1915’a pêkbihata.
Niha dor hatiye encamgirtinê. Di 14’ê gulanê de hilbijêr ew ê biryara xwe bidin. Ya ew ê vê heyama qirêj bidome, ya jî ew ê dawî li vê heyamê were. Heke em bi vî çavî li meseleyê binêrin, aliyê stratejîk ya hilbijartinê jî ew ê zêdetir zelal be.
Ev hisaba stratejîk nayê wê wateyê ku ew ê hemû pirsgirêk bi têkçûyîna Erdogan werin çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêyek dirêj heye. Lê ji bo ew rê vebe, di pêngava yekemîn de divê Erdogan têk biçe. Ji ber ku ew ê bi Erdogan re ‘Plana Çokdanînê’ jî têk biçe. Bi gotinek din ew ê siyaseta şer ya qirêj careke din bêencam bimîne. Ev, bi serê xwe serkeftinek mezin e. Her weha silavkirina berxwedêr û şehîdên Kurdistanê ne.
Hinan mesela Kiliçdaroglu derdixin pêş û behsa qirêjiyên CHP’ê ya ji damezdrandina Komara Tirkiye û heta niha dikin. Ji xwe tu kes CHP’ê paqij nîşan nade. Hemû tiştên ku bi destê CHP’ê hatine kirin tên zanîn. Her weha ji bo çareserkirinê kesek nabêje dengên xwe bidin CHP’ê. Na xêr! Divê kurd û dostên kurda, dijberên şerê qirêj tenê du dengan bikarbînin. Yek dengê xwe bidin Yeşîl Sol Partî, dengên din jî bidin Kemal Kiliçdaroglu. Êdî diyar e di vê heyama dawî de dewlet jî ne yek beş e. Beşek ji dewletê bi rêya Kiliçdaroglu dixwazin ji bêhiqûqiya heyama Erdogan xilas bibin. Ev yek kêrî me jî tê. Ji ber vê yekê Yeşîl Sol Partî ji bo serokkomariyê namzet nîşan neda. Ev pêngaveke stratejîk e. Divê ev stratejî biserkeve.
Belê, êdî dem dema serkeftinê ye. Ji bo serkeftinê jî divê herkes rola xwe bilîze.