Ji bo yek ji girîngtirîn hilbijartinên dîroka me, tenê rojek maye; her kes li bendê ye bê êvara 14’ê Gulanê çi bibe. Tecrûbeyên hilbijartinê yên bîst û yek salên dawî û helwesta antî demokratîk a desthilatdariya heyî fikarên li ser ewlekariya hilbijartinê zêde dikin.
Mirovên ku di vê mijarê de fikara xwe heye ne neheq e; ti ji şirîkên bloka desthilatdariyê gotineke ‘hilbijartin wê bi rengekî rast pêk were, em ê bi rêzdarî nêzî encaman bibin’ ji civakê re negotine.
Di serî de Erdogan şirîkên desthilatdariyê hemû di nava helwesteke berovajî vê de ne. Beriya bi demekê Devlet Bahçelî ji tevahiya mûxalefetê re got, ‘Ya wê cezayê muebbetê li wan bê birîn, ya jî wê fîşek li bedena wan bikeve’, bi vî rengî bi aşkere gef li wan xwar. Ji xwe beriya wê bi çend rojan Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû jî ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê gotibû darbeyeke.
Herî dawî jî Erdogan got, “Yên bi piştgiriya Qendîlê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, wê milet desthilatdariyê radestî wan neke.”
Ev hemû hewldanên ji bo wê yekê ne ku îradeya civakê ya ji bo têkbirina desthilatdariyê bişikînin. Sermeselê, mûxalefet di hilbijartinê de bi ser ket û faşîzma AKP-MHP’ê nexwest desthilatdariya faşîst radest bike; ev yek wê dawiya wan hîn zehmet bike. Ev gotin hemû tenê tirs û fikarên rejîmê radixin pêş çavan.
Di nava 21 salên derbasbûyî de desthilatdariya Erdogan bi rê û rêbazekê xwe bi civakê da qebûlkirin, ji ber vê yekê jî Erdogan bi hêsanî dengê xwe bilind kir, got ‘Ey Amerîka, ey Ewropa’, bi vî rengî quretî li tevahiya cihanê kir.
Ji ber vê yekê Erdogan timî qala ‘îradeya milet’ dike. Êdî mîna salên şerê sar, hikûmet nikarin bi rêya darbeyê ji desthilatdariyê bê xistin. Wê demê hem li hundir hem jî li derve yên ku dixwazin êdî dawî li vê rejîma Erdogan bê anîn, tenê rêyek li ber wan dimîne, ew jî hilbijartin e. Erdoganekî ku di hilbijartinê de têk çûye wê bi temamî moralê xwe winda bike. Burokrasiya dewletê jî di nav de tu saziyeke dewletê wê serî li ber Erdogan ê hilbijartin winda kiriye, netewîne.
Li hundir hêrsa li dijî Erdogan wê biteqe, gelek burokrat bi rengekî veşartî jî be wê bi mûxalefetê re bixebitin, agahiyan bidin mûxalefetê. Di nava civakê de wê îmaja Erdogan a ‘xurt û di her hilbijartinê de bi ser dikeve’ têk biçe.
Erdogan ê ku di hilbijartinê de têk biçe lê dest ji desthilatdariyê bernede, wê bi hêsanî nikaribe li hundir gefê li mûxalîfan, li derve jî gefê li welatên cîran bixwe. Mîna berê wê nikaribe li hember Amerîka û Ewropayê jî quretiyê bike. Ji xwe rejîma Erdogan a tirsonek wê hîn bêhtir bitirse.
Di dîroka Tirkiyeyê de gelek caran hilbijartin hatin kirin, lê belê cara yekemîn hilbijartin ewqasî girîng bû. Ji ber rejîma wesayetê ya berê kî bihata hilbijartin jî di serî de artêş hevkarên veşartî yên desthilatdariyê dewam dikir.
Lê belê ev rewş niha guherî ye; Erdogan ê ku demeke dirêj e li ser desthilatdariyê ye, saziyên wesayetê yên dewletê ji bo xwe hemû bêbandor kiriye. Ev sazî êdî bandoreke xwe li ser dewletê nemaye.
Lewma li Tirkiyeyê bûyîna desthilatdar êdî ji berê girîngtir e. Beşên civakê serê xwe li ber tu hêzeke bêyî wan dibe desthilatdar natewîne.
Di rewşeke bi vî rengî de civak li ber asteke krîtîk e; ya wê bi hev re faşîzmê têk bibe û pêşî li Tirkiyeyeke nû veke, ya jî wê Tirkiye bikeve nava demeke tarî ya herî kêm bi qasî niha dirêj dewam bike.
Kurd demeke dirêj e ji vê re amade ne; lê belê rû bi rû bûna civaka Tirkiyeyê bi faşîzma AKP-MHP’ê re demeke dirêj dewam kir; niha dema wê ye. Di rewşa heyî de ji bo faşîzm bê têkbirin divê kes dudil nebe, eger di hilbijartinê de têk biçin wê neçar bin biçin û hesabê hebû nebaşiyan bidin.
Niha du wezîfe li pêşiya me ne: Ya yekemîn dengdayin, ya duyemîn jî ewlekariya dengdan e. Bi dengekî ku gelê me bide wê çarenûsa vê cografyayê biguherîne. Di vê hilbijartinê de dengdan wezîfeya her welatparêzî ye.
Ji niha ve serkeftinê ji hemû hevalên li ser sindoqan wezîfedar in dixwazim.